Rojnameya Heftane

Sibîryaya welatê me: Serheda Jorîn 1

Serhed ango kadîna berfê, bêndera lehgenên kurdan, welatê mirovên qerase, her wiha meskenê dengbêjên xwediyê dengê serhedî; mîna zozanê wê bilind, mîna seqema wê tûj, mîna zivistana wê dirêj.

Di zivistanên dirêj de, mirovên wê yên qerase, bi kum û kolos, li dora textê kişikê qor vedidin û hevrikên çetin dikevin pêxîlên hev. Paşê dekên xwe li dekê hevdu dixînin. Qiyameta reş li hevdu radikin. Tu yê bibêjî qey esah di cenga giran de ne. Gotinên wekî şah, wezîr, fîl, hesp, keleh û berik li ser textê kişik li bin guhê hevdu dikevin. Yên di lîstika kişikê de têk diçin, bi ifepif vedikşin, cixareyeke stûr hah wanî nola destîbivirekî ji titûna Mûşê dipêçin, ecêba dixana cûn a kurîşkkurîşkî li ser serê xwe dixînin û heta şev lê qarr dibe; bi hevalbendên xwe re sedemê têkçûna xwe nîqaş dikin. Bi vî awayî ew xwe ji lec û lîska şeva bê re, diranên xwe disûn û diqîriçînin.

Şehad û şihûdê vê yekê pir in: çaxa lehengên serhedî di şeran de birîndar dibin, hingê hinek ji wan lehengan rêviyên xwe yên rijyane erdê, berhev dikin dixînin hundirê zikê xwe; destekî xwe datînin ber birîna xwe ya qelaştî, da ku dîsa rêviyên wan nerijin erdê û bi destê xwe yê din jî şerê lehengiyê dikudînin. Wê çaxê neyarên wan ji ber wan diqutufînin û ji ber wan ji kozikên xwe baz didin, di ser hev de direvin diçin.

Û dengbêjên wan! Çaxa destê xwe didin ber guhên xwe, ka xwedê dizane bê di pêla çiqas desîbel de diqîrin. Ti zurnevan, ti bilûrvan, ti tembûrvan nikare dengê enstrumana xwe li ser dengê dengbêjê serhedê bixîne. Loma dengbêjên serhedî bê saz distrên. Xwedawo! Ew çi sewt, ew çi henase û ew çi qirik e! Wexta henasê ji dîaframa xwe dikêşînin, koka zimanê xwe di dawiya gewriya xwe de dilerzînin û dibin teyrikekî çil-awaz. Xwedê şahid e; dengê sewta wan dengbêjan, qaz qulungên koçber ji ser oxra wan vedigerînin; bi gotinên xwe yên lihevhatî, qûşê li reşbelekên Homeros diqetînin. Çaxa dengbêjên serhedî havînan, di hêwanên fire de, nizanim ka li ser çendik û çend stûnane, rûdinên. Hingê civat li dora dengbêj dikimkime. Wê çaxa dengbêj li stranan germ dibin, hêlînên hechecikan ên di çeqeliyên stûnan de, yên di ber beştan de, ji ber sewta dengbêjan a tûj, bilind û dirêj dilerizin û tevî çêlikên xwe yên hîna pirçika heram bi wan ve ye, dikevin rasta xwedê.

Serheda Jorîn

Hespên ji seqemê re qewîn, seyên malaq ango şêrê zozanan û pezê sor. Her wiha zozanê bê ser û ber; mêrg û çêregehên ne serî ne binî!

Û vê carê me rota xwe ji Amedê xêzand, Çewlig, Erzerom, Qers, Erdexan, Îdîr, Agirî, Wan û di ser Bedlîsê re li Amedê vegerin. Di nav demajoya tê de, hûn xwînerên rêzdar ên rojnameya Xwebûnê, hûn ê jî bibin hevparê ger û geşta me ya li Serheda Jorîn.

Li welatê me hinek navend hene, ew di dilê miletî de xwediyê taca şan û şerefê ne. Yek ji wan navendan jê Licêya Amadê ye. Em di Licê re derbas dibin lê ji ber wexta me ya sînordar, em di ser Licê, Çewligê û Kanîreşê re derbas dibin. Çaxa ez çav li tabeleya Kanîreşê ya tirk jê re dibêjin “Karliova” dikevim, gotinên spî-kerê TRT’ê yê bernameya “Anadoluda Gorunum” di guhê zarokatiya min de dizinge.

Şahnikeke spî ya eyan di nav temeriya wî de hebû, nola niha li ber çavê min e. Her cara derdiket li ber ekrana televîzyonê, bê îstîsna navê “Karliova” bi lêv dikir. Her gotinên ji devê wî dipekiyan, tevdek gotinên reş û nebixêr bûn. Ew gotinên wî mirovê îsmê rehmê li ser mirûzê wî eyan nedibû, kesereke dilguvêş berdida dilê mezinên me, dê û bavên me.

Bi van xeyalan em ber bi Erzeromê ve dikudîne. Dîsa her ez çav li pezê koçeran ên sor dikevim; ez diçim zarokatiya xwe ya çaxa payizan koçerên zozanê jor, di ber gundê me re derbas dibûn, ber bi germiyanan û beriya Mêrdînê ve koç dikirin û derbiharan dîsa bi refên qaz û qulungan re bar dikirin diçûn zozanên jor, welatê hênik. Her cara li vegera wan koçeran, gundê me yê li hêla rojhilatê Qerejdaxê, dibû rawestegeha koçeran. Û keçikek şivana berxikan a 14-15 salî hebû. Yeke serçav-bixwurî, ango serçav zîwanî bû. Bêhna mastê kîsik, ji ceherê wê dihat.

Û piştî ew çend sal, niha em li Serheda Jorîn, li zozanê hênik in; li wê dera qaz qulungan xwe lêdatanî; li wê derê keçika şivana berxikan a bêhna masê kîsik jê dihat, ji xwe re dikir meskenê havîngehan…

Erd(z)êrom

Li gor lêkolînên arkelojîk, dîroka Erzeromê xwe dispêre şeş hezar sal beriya niha lê şaristaniya Erzeromê ava kiriye, Xaltî-Ûrartû ye. Û dîroka wê heta derdora sê hezar sal beriya niha diçe.

Kela Erzeromê, derdora hezar û pênsed sal berê ji hêla Bîzansiyan ve hatiye avakirin lê ez wer texmîn dikim, temelê wê li ser bermahiyên Xaltîyan hatiye avakirin. Di nav demajoya dîrokê de, Hitît, Xaltî, Kîmerî, Skîtî, Medî, Pers, Rom, Emewî, Sasanî û Selçûkiyan lê hukum

kiriye.

Di dema Romayê de, navê bajêr Teosyospolîs bûye. Di demekê de hukumdarekî ermen navê xwe li bajêr dike dibêje Karîn. Piştî hingê Sasanî ji destê Romê digire û jê re dibêjin: Erz-î-Rom, ango Erd-ê-Rom. Bi zaravayê me yê kirdikî/zazakî jî tê heman wateyê. Di nav demajoyê de, Erz-î-Rom dibe Erzerom.

Pîra Xatûn

Ji tevahiya dost û dijminan ve eyan e ku jina kurd, di şeran de nola şepalan mil dane milên mêran û li hemberî dijminê xwe şer kirine. Gelek dîroknas û lêkoleran, rengdêra Amazonan, nola taceke zêrîn datînin li ser serê jina kurd. Binêrin bê gerokekî fransî yê bi navê B. Poujoulat di sala 1840’an de, di derheqê jina kurd de çi gotiye:

“Jinên kurd, Amazonên mîrî, ango heqîqî ne. Ew nola mêran bi awayekî bê qusûr li hespan siwar dibin û nola hevjînên xwe rext û tivingê radipêçin…”

Ji Gilo-Xîpa/Tadûxepa (Nafertît) bigre heta Pûdûhepa, Amîtîs, Tamrîsa, Qedemxêr, Simbil, Rindêxan, Pîra Xatûn (nene hatûn) Fata Reş, Leyla Qasim û gelekên din gulîzêrên dema me ya niha ne. Li vir ez dixwazim qala Pîra Xatê (Nene Hatûn) bikim. Lewra di gera me ya li Erzeromê de, em çûn ser tirba wê jî.

Ev şêrejina di sala 1877’an de, çaxa rûs êrişî ser Erzeromê dike, ew bûkek bîst salî bûye. Hingê ew zaroka xwe ya sê mehî di pêçekê de dihêle û dide pêşiya xelkê. Zaxê dide xelkên medenî û li hemberî rûsan şer dike.

Heke li ser jiyana vê hurmetê lêkolîn baş bê kirin, ew ê were dîtin ku wê bi levzek tirkî jî nizanîbûye. Her çiqas dewleta tirk Pîra Xatê weke jina çeleng îlan kiribe jî nola hemû tiştên xwe yên din, ew vê hurmetê li tirkbûyîna xwe ya nijadperest dikin mal. Ev çawa leheng e ku wê temamê temenê xwe yê dirêj (98 sal) di nav zelûliyê de derbas kiriye.

Ê de rabe ser xwe Pîra Xatê! Ew welatê te di oxira wî de bi şepalî û Amazonwarî şer kiriye û azad kiriye, niha ew zimanê tu pê dipeyivî, van korocaxan li neviyên te qedexe kirine!