Rojnameya Heftane

Sibîryaya welatê me: Serheda Jorîn 2

…Û em li dû tapoya welatê xwe ye; tapoya bi hezaran sal berê, pêşiyên me li her dera welatê me bajar, kele, û avahiyên bîrdariyê li ser ava kirine û mohra xwe li ser xistine.

Welatek, bi zorê nabe yê meriv; bi şopên bi nav û nîşan dibe ê meriv. A ha ew şopên bi nav û nîşan, tapoya welatê me ne.

Loma jî em pişta xwe didin felekê û berê xwe didin oxirê. Ber bi êvara teng, em ji paytexta kevirê oltû, ji Erzeromê derdikevin û berê xwe didin Qersê û em li tapoya ku kal pîrên me ji me re mîras hiştine digerin. Dixwazim qala kevirê oltû bikim. Tê gotin ku kevirê oltû, ji dara êvistê tê holê. Dara êvistê li zozanê bilind û sar şîn tê. Û benîştekî bi bêhn di hundirê xwe de dihebîne. A ha ev kevirê oltû, ji vî benîştê dara êvistê pêk tê, yê bi sedhezaran sal di bin erdê de mayî, stewiyaye û bûye nola kevirê reş.

Hefta berê, me qala lehengiya Pîra Xatûn a li hemberî rûsan kiribû, lê divê neyê ji bîrkirin ku piştî çend salên din, Enver paşa nod û pênc hezar ciwanên tî, birçî û tazî li qirr û qiyameta pûka Qamuşan / Sariqamîşê diqewimîne. Bêyî fîşekekê biteqînin, tevdek di ser hev de diqerisin û dibin nola qurmê dara êvistê ya dibe kevirê oltû. Ew nod û pênc hezar ciwan, hema hema tevdekên wan zar zêçên kurdan bûn û Enver paşa bi telaqreşî ew li telefatê qewimandin. Heke li hemberî rûsan bi ser ket, ket û ger bi ser neket jî, êh! Jixwe hema bigre tevdekê wan zar zêçên kurdan bûn û di dema pêş de, ti kes ji kurdan, bikaribe serî li hemberî zilm û înkara wan rabike, namîne. Pirên wan tifalan, hîna kurya simbêlên wan nû xwêdan dabû.

Gotineke me kurdan heye, dibêje: bi gur re dikuje, bi şivên re şînê digerîne. A ha ji ber vê bextreşiya vî necamêrî, min pirr hez dikir ez bi ronkahî bigihêjim Qamuşan / Sariqamîşa ku ji deh hezaran ciwanên kurd re bûye goristan: nod û pênc hezar ciwan; nod-û-pênc-he-zar-ci-wan! Bilêvkirêna wê çiqas hêsan e! Nod û pênc hezar ciwanên hingê, teqabulî milyonek ciwanên niha dike. Bi nod û pênc hezar ciwan, pê sê welatên bindest tên rizgarkirin. Tê gotin çaxa bihar tê, dinya germ û ron dibe. Hingê termên gelek ciwanên qerisî, mabûn li ser dugulya daran. Li gorî vê rewşê, ew berfa di nav de qerisîbûn, di ser bilindahiya daran re bûye.

Heta em dikevin herêma Qamuşanê/Sariqamîşê, êdî gur û kûçik ji hev nayên kifşkirin. Digel demsal havîna hulî ye jî, em di hundirê tomofîlê de dicemidin. Hindik dimîne em qlîma germ vekin. De vêca hesabê sir û seqema vê herêmê a çilê zivistanê li ba we ye. Li deşta jêr a welêt, havîneke soringî ya kizirandî heye. Li serheda jorîn jî demsal hîna bihara virnî ye.

Suletên kurên (bozkir) gurûzî yên kesk, nola mirovên tazî ku ji şerma deverên xwe yên mahrem binixumînin, wanî xwe bi razmendî spartine hev. Bi meriv wa dihat ku, wî zozanî di navbera xwe de ji xwe re bi dizîka dikir kurtepist. Da ku kesek bi razên wan nehese.

Mexseda me jî ew e ku em razên vî welatî yên veşartî, yên ji me hatine veşartin, em wan bibînin û eşkere bikin. Em ji wê yekê re serwext in ku li dewr û berê Qersê gelek razên veşartî hene. Û niha em li Qersa rengîn in. Qersa ku meriv li germiyana welatê jêrîn be jî, çaxa navê wê tê bilêvkirin, meriv dicemide, meriv diqerise.

A ha ew Qers!

Piştî xwirênîyê, em xwe li ser kela Qersê dibînin. Jixwe eger tu derkevî ser kela Qersê, her wekî tu li tevahiya bajarê Qersê bigerî. Ew avahiyên wê yên di serdema rûsan de, bi mîmariya Baltikî hatine avakirin, gelekî eyan dixuyê. Her wiha dêra wê ya ku di serdema hukumdariya Bagart de hatiye avakirin, nola Ayasofya ya rojhilat tê pênasekirin, li jêra kelê xwe li ba dike û dibêje va me ez li vê derê me! Ev dêra bi navê Dozdeh Hewarî, di sedsala 10’emîn de hatiye avakirin, lê niha dewletê ev dêr kiriye mizgeft û navê wê kiriye “Mizgefta Kumbet”

Kela Qersê, bi rewşa xwe ya niha li derdora hezar û 200 sal berê hatiye teşegirtin, lê wer tê texmînkirin ku ew jî li ser bermahiyeke Xaltî-Ûratûyan hatiye lêkirin. Lewra Qers jî, ji hêla pêşiyên kurdan ên xaltî ve hatiye avakirin.

Xerabeyên bajarê Anîyê

Bajarê Anîyê yê antîk 48 km dikeve rojhilatê Qersê. Ji kavilên bajêr eyan dibe ku ev bajarekî dêwasa ye. Di wexta ev bajar li ser hemd û hêla xwe bûye, serjimara bajêr sed hezar kes bûye. Hingê serjimara bajarê Stenbolê, heyştê hezar kes bûye. Bajarê Anîyê, wextekê paytexta gelê ermen bûye. Paşê bajar dikeve destê kurdên Şeddadî û nêzî 300 salan dibe paytexta Şeddadiyan.

Çaxa em di deriyê şêr re yê li hêla bakur, dikevin hundirê bajarê Anîyê, roluyefa şêrekî bi xetên tûj hatiye sêwirandin, me pêşwazî dike.

Gelekî balkêş ku sê aliyên bajarê Anîyê, hêla başûr, rojhilat û rojava ji hêla çemekî ku di geliyekî pir kûr de diherike, hatiye çeperkirin. Ji van her sê aliyan, bajar ji hêla ewlehîyê ve, gelekî guncan e. Ne Selçûkî, artêşa Îskenderê Mezin jî were, nikare xwe bi van her sê aliyên bi geliyekî kûr hatiye dorpêçkirin, bigihîne bajêr. Tenê aliyê bajêr, hêla bakur bi reşayê ve girêdayî ye. Û ev alîyê bakur jî, bi du dîwarên bilind û fire, li pişt hev hatine lêkirin û hatiye qewîkirin.

Bi dehan avahiyên ji hev balkêştir li ber çavan dikevin. Ev avahiyên li ser niga mane, bi gelemperî mabedên olî ne. Rengê kevirên avahiyan, ne sor e, ne reş e, ne gewr e, ne bej e, ne zer e, ne qehweyî ye û ne ti reng e; rengekî ji hemû rengan cudatir e. Ger meriv çavê kesekî girêbide û bibe li naverasta kavilên bajarê Anîyê deyne û xwe jê vedize were, û paşê ew kes çavê xwe veke, li dora xwe binêre, ew ê sond bixwe, ev der dinyayeke din e; an li ser hîvê ye, an li ser marsê ye, an jî gersitêrkeke din a ku jiyan hîna nû çend sal berê lê tefiyaye.

Li Anîyê, mîmariya ermanan eyan beyan serdest e. Avahiyên eyan ên li ber çavan dikevin, bi gelemperî dêr in. Loma ji bajarê Anîyê re, bajarê 1001 dêran jî hatiye gotin.

Li Anîyê, mizgeftên di dema Şeddadiyan de hatine çêkirin jî hene. Her wiha agirgedeh jî lê hatiye dîtin. Li gorî agirgedeh jî li vî bajarê antîk heye, nexwe zerdeştî jî li vir jîyane. Ev jî tê wê wateyê ku dîroka vî bajarî, ji du hezar salan wêdetir e.

Gava meriv li nav kavilên bajêr digere, çarşiyeke dikîdirêj derdikeve pêşiya meriv. Li rast û çepê meriv, dikanên esnafan bi çavên vala li meriv dinêrin. Dikanên vala, mîna reş girêdabin û şîna xwediyê xwe yên ji hev tertilî digerînin, wanî melûl û dilzîz dixuyên.

Keça Şahê-maran û Bozo

Gelê herêma bajarê Anîyê, wer bawer dikin ku efsaneya Keça Şahê Maran; ango Şahmaran li geliyê vî bajarî qewimiye. Gotegot ew e ku sê heb hogirên hev, xwe berdidin geliyê bakur-rojhilatê bajêr. Ev her sê hogir, li şargeke mişt hingiv rast tên. Ji wan her sê xortikan yek jê navê wî Bozo, an jî Bozoko ye. Bozo, xwe berdide şargê û bi zembîla hingiv ber bi jor ve dişîne. Çaxa Bozo zembîla hingiv a dawî dadigire û ji her du hevalên xwe yên li ser devê bîrê re dişîne. Her du hevalên wî, bi ben bi nava Bozo ve girêdayî, bera hundirê şargê dide, radihêlin hingivê xwe û diçin.

Bozoyê reben dimîne di binê şargê de û di halê xwe de digrî. Paşê bala xwe dide dawiya şargê, dinêre deriyek li ber wî vedibe. Bozo di wî derî re derbasî wî aliyê din dibe. Ew der, cîhaneke çikîcuda ye; welatê maran e. Û keçek heta navê mar, ji navê berjor jî miroveke pak û bedew, derdikeve pêşberî Bozo. Mar a nîvmirov, qîza şahê maran e; jê re dibêjin Şahmaran.

Bozo tewanbar e. Lewra, zagona derbsbûna nav welatê maran, binpê kiriye, lê ji ber ku dilê qîza şahê maran, dilê Şahmaran dikeve Bozo, wî nakujin, lê wî serbest jî bernadin.

Dem tê, dewran diçe. Rojekê Bozo di halê xwe de digrî. Lewra pir bêriya pîra diya xwe kiriye. Dilê Şahmaranê jî bi Bozo dişewite, lê Şahamaran fikara dike ku çaxa wî serbest berde, dibe ku Bozo bêbextiyê li wê bike; lewra ew jî benîademî ye û di fitrata wî de jî bêbextî heye. Şahmaran, bi dilekî taswas sozê ji Bozo distîne û wî serbest berdide.

Bozo tê ba pîra diya xwe. Bozo kur hildiçine û ji kesekî re qet qala tiştekî nake. Dîsa dem tê, dewran derbas dibe, nexweşiyek li cesedê canê qralê bajarê Anîyê dide der. Derdekî bêderman e. Rimildar, rimilên xwe davêjin. Kehanet ew e ku, goştê Şahmaran dermanê derdê qral e.

Kî bi cihê Şahmaranê dizane kî nizane? Tê gotin ku Bozokê lawê pîrê bi welatê Şahmaranê dizane. Qral, bangî Bozo dike. Çi bi bertîlan, çi jî bi tirstêfirandinê, Bozo tê rayê. Û Bozo, Şahmaran tê hildide.

Çaxa Şahmaran çav li Bozo dikeve, dilê wê çargope lêdixîne; dibêje qey Bozo li wê vegeryaye, lê pir najo, bêbextiya Bozo eyan dibe. Aveke tûj û şîregermî dadiwerive qibaxên çavê Şahmaranê. Kesereke kûr dikişîne. Bi dilekî kovan li Bozo dinêre û digel bêbextiya wî jî, razekê dide Bozo, jê re dibêje: goştê serê min şahrînî ye, yê teriya min jî bişifa ye.

Piştî qral, Şahmaran ji xwe re dike qurbanî, Bozo jî diqîre, dibêje Şahmaran! Û xwe ji latê davêje. Heçî kesên biçin bajarê Anîyê û biçin ser wê latê; baş guhê xwe bidin bêdengiya wî gelî, ew ê dengê sewta Bozo ji kûûûr de bibihîzin: lê Şahmaraaaaan!