Çarşem, Gulan 19, 2021

Sîmulasyon: Gelo rastî bi rastî jî rast e -II-

Di nivîsa ewil de min bi kurtasî behsa çarçoveya teoriya sîmulasyonê kiribû û hinek bala xwe dabû dîroka wê. Ez ê car bi car dîsa vegerim paşxaneya vê teoriyê. Lê divê timî di bîra me de be ku li ser vê meseleyê rastî û xewn û xeyal ewçend li hev gevizîne ku piştî demekê meriv ji pirsên herî sade û rast-qebûlkirî jî dikeve şikê. Jixwe divê wilo be. Yan na xêra teoriyê namîne.

Di vê nivîsê de jî em ê yek ji pirsên herî sereke ji xwe bikin û bikevin pey bersiva wê: Gelo rastî, bi rastî jî rast e ?

Bersiva kurt: Em nizanin.

Ya dirêj: Em heqeten nizanin.

Tiliyên te li ku ne? Tu yê destên xwe nîşan bidî. Baş e, lê çawa dizanî ku ew rast in? Tu yê bêjî rast in çimkî hesta min bi wan heye, wan dibînim, temas dikim, va ye li vir in! Xebera te ye, organên hestkirinê (çav, guh, poz, çerm, ziman) yek ji rêyên herî sereke ye ji bo fahmkirina dinyaya li derdora me. Lê eseh, hestên me ne tenê pênc heb in. Ji bilî dîtin, bêhnkirin, temas, sehkirin û tahmkirinê gelek hestên me yên din jî hene. Mîsal hesta kînestetîk ya navxweyî (proprioception). Bi saya vê hestê haya me ji tevgerên laşê me çêdibe û em dikarin hevsengiyekê daynin di navbera dest û mil û ser û lingê xwe de bêyî ku em li wan binêrin an jî destê xwe bidin wan. Yanî ev hest nîşanî me dide ka laşê me li ku derê ye. Bêyî wê, hiş û laşê me dê du govendên ji hev cuda bigirin. Loma girîngiya wê ji bo jiyaneke normal elzem e.

Ji bilî vê hestê, hima qet tune be ji 20 heban zêdetir hestên me yên din jî hene. Lê hemû dirust û tekûz nîn in û zû tên xapandin: Hesta sarbûn û germahiyê (thermoception), hesta êşê (nociception), hesta hevsengiyê (equilibrioception), hesta hormonî, hesta erdkêşiyê, hesta tî û birçîbûnê, hesta demê, hesta hinavî (organên hundirîn)…

Bi tevahiya van hestan em derdora xwe fahm dikin, wê tecrûbe dikin. Ango em wan wek amûran dixebitînin û agahiyên ku ew tov dikin dişînin mêjiyê xwe. Mêjî jî van agahiyan bêjing dike û dihêre, hê paşê jî li gor encama berdest biryarekê dide. Yanî rawestgeha dawî dîsa mêjî bixwe ye. Ev jî tê wê maneyê ku her tiştê li derdora me, taliya talî di mêjiyê me de wateya xwe digire. Bêyî ku em mêjiyê xwe bi kar bînin, hestên me çiqas xurt bin jî, bi kêrî serê pîvazekê nayên. Nexwe madem em vê pirsê jî bi bikaranîna hiş û mêjiyê xwe dikin, em ji ku dizanin ku mêjiyê me, me naxapîne? Belkî mêjiyê her kesî gamêşekî wek cûcikekê nîşanî me dide û her cara ku em li cûcikekê dinêrin belkî di rastiyê de li gamêşekî formxerabûyî dinêrin?

Platon, ji tiştên ku em bi hestên xwe fahm dikin re dibêje Doxa (agahiya şaş), ji bo yên ku em bi aqilê xwe têdigihîjin re jî dibêje Epîsteme (agahiya rast). Ji ber ku dinyaya li derdora me diguhere, agahiya der barê wê de jî diguhere, lewra divê meriv baweriya xwe bi rastiya hestan neyne. Ji bo Plêton, agahiya eseh, ya bingehîn îdea ye ku bi ti şert û mercan naguhere. Lê belê heger îdeaya tiştekî di hişê me de hebe, bi mantiqî hebûna wê zarûrî be, divê forma wê jî bi tu awayî neguhere. Yanî heger di hişê me de telefoneke îdeal hebe, divê her tim vê forma xwe biparêze. Lê yê ku forma îdeayê di hişê me de çêdike dîsa hiş bixwe ye. Wê demê em çawa dikarin ji sedî sed jê bawer bibin ku hişê me, me naxapîne?

Baş e lê agahî û zanîna tiştekî, li ku derê mêjiyê me ye? Em çawa bîranînên xwe depo dikin? Mîsal heger tu hevalekî Mûşî nas bikî, di hevdîtina we ya duyem de çawa tê bîra te ku ew heval ji Mûşê ye? Yanî bi awayekî biyolojîk çawa bi bîr tînî? Li gor lêkolînên cur bi cur, bîranînên me li seranserê mêjiyê me belav bûne. Yanî di serê me de cihekî taybet nîne ji bonê. Li hin cihan zehf in, li hinan kêm in. Lê kîjan cure bîranîn li kîjan kêlekê ye em bi temamî nizanin. Mîsal ger ew hevala te ya Mûşî jin be tu vê agahiyê datînî ku derê, mêr be datînî ku, tam ne diyar e.

Li ser vê babetê paradoksa Theseusî (the ship of Theseus) mîsaleke balkêş tîne ber me. Theseus, piştî salan keştiya xwe tîne datîne keştîgehê. Bi demê re cihên xurifî û xerabe yên wê keştiyê tên guhertin. Keştî ewqasî kevn e ku piştî demekê, bi mecbûrî her derê wê tê guhertin û bi wan parçeyên kevn, keştiyeke din tê çêkirin. Gelo halê hazir keştiya Theseusî kîjan keştî ye? Ev paradoksa hanê yek ji paradoksên herî kevn e ku ji 2000 salî zêdetir di epîstemolojiyê de hêj jî aktûel e.

Aktûel e çimkî bang li nasnameya me ya nazik û şikebar dike ku van heyaman krîza xwe ya zêrîn dijî. Heger em laşê xwe bixin şûna keştiyê û sibê dusibê bi saya teknolojiyê, mêjiyê me jî tê de, yek bi yek organên xwe biguherînin, wê demê em dibin çi? Ji wan organên bermayî jî însanekî din pêk bînin wê çaxê kîjan ez, ez im? Ji Heraklîtosî bigire heya Arîstoyî, ji wir xwe berde heya John Locke û Thomas Hobbesî, gelek kes bi argûmantên cihêreng hewl dane çareseriyekê peyda bikin ji bo vê paradoksê. Li gor Arîsto, keştî neguheriye çimkî mebesta wê dîsa eynî maye: ya berê jî ya nû jî yên Theseusî ne. Nexwe keştiya bi bermayiyan hatiye çêkirin ya kê ye?

Gelo em ji bo mêjiyê xwe jî heman guhertinan bikin, bîranînên me jî ji dest diçin yan na? Yan jî mêjiyê me çiqasî were guhertin bîranîna tiştekî spesîfîk jî pê re diçe? Li gor xurtbûna bîranînê diguhere. Mîsal heger em %2’yê mêjiyê te jêbikin û derxin, dibe ku tu hevalê xwe yê mûşî ji bîr bikî, lê heger em %30 jî jê derxin dibe ku tu strana ewil a Ezîz Weysî ji bîr nekî. Hemû girêdayî hêza bîranîna te ye. Baş e lê em herî zêde di mêjiyê xwe de dikarin çend heb an jî çiqas bîranînan bigirin? Li gor Paul Reberê derûnnas, bi qasî 2.5 petabayt. Yanî tu di televîzonê de kanalekê vekî û 300 sal bihêlî bila bixebite ew ê ancax bike 2.5 petabayt. Qapasîteyeke qerase ye lê belê bêserûber nîne. Yanî qels jî be xurt jî be, hiş û mêjiyê me bi awayekî sînordar e. Tiştekî sînordar jî çawa dikare fikr û ramanên bêhed û hidûd biramîne û jê bawer bibe?

Ku heger fikr û ramanên bêhed û hidûd bi rastî jî bêhed û hidûd bin. Nîn in, çimkî tiştê herî sînornenas jî bi hişê me sînorkirî ye. Hişê me yekane sermiyan e di destê me de û em tê de asê mane. Em xwe li çol û çiyayan jî bixin, mîkroskop û teleskopên hêrî bihêz jî bînin, divê van agahiyan bi mêjiyê xwe biçinin û biryarê bidin. Jixwe rêyeke din bi awayekî teknîkî ne pêkan e. Nexwe ger em çi jî bikin, nikaribin ji sînorên mêjiyê xwe derbas bibin, wê demê em ê bi tu awayî nizanibin ka rastî bi rastî jî rast e.

Navê vê paradoksê bedhalê eznavendî (egocentric predicament) ye ku sala 1910’î ji hêla Ralph Barton Perry ve hatiye formulekirin: Her tiştê ku em dizanin bes berhemeke mêjiyê me ye. Ev nakokî bala bavê pragmatîzmê, Charles Sanders Pierce jî dikişîne û lewra cudahiyek datîne navbera dinyaya rast û ya hestkirî (phaneron). Dibêje di navbera her du dinyayan de perdeyek heye û tiştên ku ji dinyaya rast tên, bivê nevê bi vê perdeyê tên parzinandin, fîltrekirin. Loma tiştên ku em dibînin, ne yên dinyaya rast in, lêbelê yên phaneronê ne. Yanî rastiya wan tewîyaye û sîmulekirî ye.

Ji bo vê baweriyê form û formulasyonek jî heye: Solîpsîzm (solipsism). Peyrewekî vê baweriyê dê bêje bi tenê ez heme û hemû tiştên derveyî min îlîzyonên hişê min in. Bi tu awayî rêyeke zanistî tune ye ku meriv solîpsîstan qanih bike ka dinyaya li derveyî hişê wan heye an na. Ekola ku li dijî vê baweriyê derdikeve û dibêje tiştên li derveyî hişê me jî hene realîzm e. Li gor realîzmê tu ji holê rabî jî dê stêrk bibiriqin, çêlek biçêrin, kûçik biewtin. Lê belê tu nikarî bi temamî bizanî ka realîzm rast e yan na. Tê tenê bikaribî bawer bikî ku rast e.

(didome)

Têbînî: Nivîsa hanê xwe bi piranî spartiye xebata Vsauceyê ya bi navê “Is anything real?” Ji bo çavkaniyeke têr û tije hûn dikarin lê binêrin