25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sindoqa Girtî; Motîfeke xurt e

Sindoqa Girtî, piştî Kirasê Teng(2007) û Destên Vala(2012) pirtûka sisêyan a Lorîn S. Dogan e. Her sê jî kurteçîrok in. Sindoqa Girtî di nava xwe de dibe çar beş/binbeş; êş, tenêtî, çûyîn û wekî encam jî çîroka dawîn e.

Lorîn S. Dogan, di her binbeşa pirtûkê de, di her çîrokê de, deriyê çîrokê vedike, xwendevan dixe nava kurteçîrokê û di encama her kurteçîrokê de xwendevan bêyî hemdê xwe, xwe dixe şûna lehengên wê.

Di berhemên edebî de heger nivîskar di kêlîka xwendinê de, bêyî haya xwendevan ew xistibe nava berhemê û êdî xwendevan wekî lehengê wê berhemê bêhn lê çikiyabe, xwêdan dabe, xwîn lê germ bûbe, keniya be, xemgîn bûbe yan tirsiyabe û hwd. piştî wê demê xwendevan wê berhemê heta xala dawîn bê navber dixwîne. Sindoqa Girtî ya Lorîn S. Dogan di her liva xwe de xwendevan wisa radipêçe.

Di çîroka bi navê Dawa Kirasê Dayê de êşa herî mezin a cîhanê yanî şer hatiye vegotin. Lê di şer de jin an jî dayikek dikare çi bike, dikare çawa siberojê biparêze, travma û trajediya şer bi hestên zarokekî bi navê Arî xwendevanan mit dike:

-Qey gule di dawa kirasê dayê de naçin? Qey gule nikarin dawa kirasê dayê qul bikin, dayê?(r. 14) Bi hest û ferhengeke jinane ev çîrok û yên din jî hatine honandin. Bi qasî ku zarokek û pê re jî xwendevan di nava çîrokê de pê bawer bin ku dawa kirasê dayikekê dikare cîhanekê ji hemû xerabiyan biparêze. Di çîrokên vê pirtûkê de êş, tenêtî, çûyîn û tiştên(!) lidûmayî di nava sindoqê te heta dawiyê girtî ne. Di wê sindoqa girtî de tenêtî li dar e…

Di çîroka ku navê xwe daye pirtûkê, di Sindoqa Girtî de êşa ji jêr ve wekî keldûmana serşokekê bi ser tenêtiyê de difûre. Tenêtî jî wê demê dibe tunetiyek: Li ber neynikê, kirasê xwe dide ber xwe û tiliyên xwe li ser digerîne. Cihazê wê yê pêşî! “ …” “Çil û heşt sal e di sindoqê de hilandî(!)”(r. 63) Sindoq tenêtî ye. Neçarî û tarîtî ye êdî…

Tenêtî, neçarî û êş gelek caran çûyînê diwelidîne. Di pirtûkê de jî xwendevan vê yekê dibînin. Di çîroka bi navê “Keç û Bav” de tenêtiyek li rû ya malbatî vediguheze tenêtiyeke fizîkî. Keç û bav, piştî desthilatdariya bav a di nava malê de, bi demê re şopên gelekî kûr di jiyana wan de dihêle. Her çiqas germahiyek hebe jî tim li rû ji dûr ve ye. “…Bavîtî hîna di paşila min de birîneke qalikgirtiye ku newêre der jî bibe!”(r. 71)

Piştî çûyînê êdî çîrka dawîn e. Gelek tiştên din li benda mirov in. Lorîn S. Dogan ji çîroka destpêkê heta taliya pirtûkê rêzik bi rêzik ruhê xwendevên mist dide. Û di çîroka dawî de ji xwendevan vê dixwîne; “Hîna gelek çîrokên me hene em ji hevdu re bibêjin…”(r. 95) Bi vê hevokê re, xwendevan êdî xwe dide benda Şeveke Dirêj.

Sindoqa Girtî bi xwendevanan derdixe rêwîtiyeke bi êş û bi tenê û heta dawiya pirtûkê rêwîtiya ku li her rawestgehê lehengek lê zêde dibe tim zindî ye. Wek birîneke tim jan dide nahêle xwendevan ji bîr bike. Ew sindoqa girtî di hişê mirov de dibe motîfeke xurt a çîrokê.

Sindoqa Girtî, Lorîn S. Dogan, 95 rp, Weşanên Avesta, 2020