Duşem, Mijdar 29, 2021

Sînem Mihemed:Li hemberî kiryarên Tirkiyeyê, dê deng bilindtir bibe

Sînem Mihemed ev 4 sal in li Washîngtonê wek nûnera Meclisa Demokratîk a Sûriyeyê kar û xebatên xwe yên dîplomasiyê didomîne. Em jî wek rojnameya Xwebûnê bi Sînem Mihemed re hem der barê kar û xebatên ên li Washîngtonê hem jî tekildarî serdanên heyeta MSD û Rêveberiya Xweser ên dawî de axivîn.

-Brêz Mihemed ev demeke dirêje ku hûn wek nûnera  Xweseriya Demokratîk li Washingtonê kar û xebatên dîplomasiyê dimeşînin. Têkiliyên we bi rêveberiya Washingtonê û derdorên siyasî re çawa ne?

Ez vî tiştê di serî de sererast bikim. Ez nûnera Meclisa Demokratîk a Sûriyeyê me. Tabî karê me jî bo xuyakirina rêveberiya Xweser e. Teqrîben 4 sal in karê min li Washîngtonê ye û ofîseke me heye. Em gelek caran di asta rêveberiyê de bi  Amerîkayê re, di nav têkiliyan de ne. Hem bi asta wezareta karên derve re hem jî li ser asta kongreyê hene. Karê me gelekî berfireh e. Hem li Pentagonê… Di destpêka di dema rêveberiya Trump de pirsgirêk hebûn û gelek zahmet bû. Ji ber ku siyaseta Trump ne siyaseteke runiştî bû. Yanî rojekê bi Erdogan re roja din digote ez ê ji kurdan re bibim alîkar. Yanî bi taybetî li gor berjewendiyên şexsî tevdigeriya. Yanî me hinek zahmetî kişand ji ber van polîtikayên Trump û bi taybetî jî di dema şerê Serêkaniyê û TelEbyadê de. Piştî Trump, niha siyaseta Biden de hinekî piştgiriyek heye. Di nêzîkatiya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hin guhertin heye di siyaseta wan de. Ji bo wê jî peywenidiyên me niha didomin, Kongre û gelek endamên Kongreyê piştgiriyê didin kurdan, didin HSD, MSD’yê jî. Niha li aliyê Pentagonê jî derkete holê ku ji bo karê wan tevan bi HSD’yê hebû û dîtin çawa ku HSD’yê li hemberî DAIŞ’ê berxwedaneke bêhempa dan. Ji ber vê yekê aliyê Pentagonê dixwazin bi kurdan û HSD’ê re piştgiriya xwe berdewam bike. Hem ji aliyê ewlekarî, leşkerî hem jî di aliyê perwerdehiyê de dixwazin piştgirî DYA’yê ji bo HSD’yê bidome. Hem ji aliyê leşkerî hem jî aliya ewlehiyê ve dixwazin piştgirî bidome.

-Wek Rêveberiya Xweser ligel dîplomasiya dewletan hûn girîngiyê didin dîplomasiya gel jî. Li DYA’yê bi qasî tê xuyakirin bi sempatî piştgiriyeke mezin a gelên Amerîkayê li hemberî we heye. Ev yek bandoreke çawa li ser dîplomasiya bi mekanîzmayên fermî re dike?

Tabî dîplomasiya gel jî beşeke ji diplomasiyê ye û yek ji du beşên diplomasiyê ye. Beşeke diplomasiyê bi aliyên fermî, dewlet û rêveberî, kongre û Pentagon e; beşa din jî diplomasiya bi gel e. Em li vir hem bi gelên amerîkayî hem jî bi kurdan ku bi salan li vir in, di nav têkiliyan de ne. Li gelek zanîngehên Amerîkayê em konferansan pêk tînin, panelan çê dikin û eleqeyeke mezin li hemberî van konferansan heye. Pêwendiyên me bi navendên stratejîk ên lêkolînê re hene. Ev alî ji bo me gelekî girîng in ku em bi wan re di nav têkiliyan de ne û em bi civaka Amerîkayê re, bi saziyên jinan re jî di nav têkiliyan de ne. Dema me berê bala xwe didayê gel û saziyên li Amerîkayê Rojava nas ne dikirin, nizanîbûn ku Rojava çiye jî. Îro hêdî hêdî her kes dizane ku Rojava çiye, li ku ye û çi dixwazin. Heta hatiye asteke wisa ku her kes li hemberî hêzên Rojava bi sempatî nêzîk dibin. Helbet ev jî di encama berxwedana YPG-YPJ-HSD’yê pêk hat. Hêzeke ku 11 hezar şehîd dane ji bo ku welatê xwe ji terorê rizgar bikin.

-Şandeyên gelek dewletan, serdana Rêveberiya Xweser dikin. Şandeyên we jî li gelek welatan kar û xebatên siyasî dimeşînin. Li ser vê bingehê hebûna Rojava hem di aliyê siyasî hem jî di yê diplomatîk de, ji bo kurdan tê çi wateyê? Derfetên çawa li pêşiya gelê kurd vedike?

Rast e, me bi gelek welatên wek Danîmarka, Swêd, Fînlandiya û Almanya hevdîtina dawiyê bû. Ev yek jî tê wateya ku êdî hêdî hêdî -Em naxwazin bêjin bi rengekî dîrekte-an direkte- li vir karê Xweseriya Demokratîk wek karekî defacto karê xwe dike, têkilî jî hene û piştgiriya vê xweseriyê jî dikin. Tabî hatinên her yekî ji van dewletan cuda cuda bûn. Hin ji wan ji bo hemwelatiyên xwe yên tev li DAIŞ’ê bûyî bû. Swêd û Rûsya hinên din zarok, jin û hin hemwelatiyê wan ên tev li bûyî û ketibûn destê Rêveberiya Xweser, vegerandin. Lê gelek ji van dewletan jî jixwe hatine Rêveberiya Xweser ji nêz ve dîtine û meşandina kar û berê wê jî her wiha ji nêz ve dîtine ku karekî hevbeş li tê kirin. Her wiha dibînin ku ji kurd, ereb, tirkmen suryan, ermen û xiristîyanîyan ji her dîn û ji her civakê di nav Rêveberiya Xweser de cihê xwe girtine. Bi rastî niha hinekî guhertin jî çê dibe di nêzîkatiyên wan dewletan de. Û dibêjin ji niha şûn de em piştgiriyê bidin, piştgiriyeke ekonomîk a ku çawa rêveberiya xweser li ser lingan bihêl in. Ji ber ku mînaka rêveberiya Xweser mînakeke gelek demokrat e û rastiyê vê yekê dibînin û dixwazin ev mînak ji bo hemû Sûriyeyê jî têkeve merîyetê. Ev yek jî gelekî girîng e bi rastî.

-Di dema rêveberiya Trump de jî hûn li Washîngtonê bûn û we kar û barên xwe yê dîplomatîk bi rê ve dibir. Gelo di navbera siyaseta Trump û rêveberiya Biden de, di nêzîkatiyên li hemberî Rêveberiya Xweser û bi giştî nêzikatiyên li ser gelê kurd de guherînên çawa hene?

Wek min niha jî gotî siyaseta Biden û Trump ji hevûdu cuda ye. Siyaseta ku Biden dike siyaseteke aqilane ye. Li aliyê din jî Biden destêkê zêde dide mafên mirovan, destek dide polîtikayên wekheviya jin û mêran, destek dide saziyên sivîl ên civakî. Dema em dinerin em jixwe girîngiyê didin van mijaran tevan jî. Tişta ku niha em jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava dikin jî heman tişte di warê mafên mirovan, wekheviya jin mêran, siyaseteke demokratîk û hwd. Ji ber vê yekê jî rêveberiya Biden hê zêdetir dixwaze piştgiriyê bide Rojava.

-Herî dawiyê heyetek ji Rêveberiya Xweser û MSD’yê piştî hevdîtina bi Rûsyayê re derbasî Washingtonê bûn. Gelo hun dikarin têkildarî van hevdîtinan agahiyê bidin me. Di naveroka van hevdîtinan de çi hebûn?

Şandeya MSD’yê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Kurdistanê pêşî serdana Moskovayê kirin û pişt re jî hatin Washîngtonê. Gelek hevdîtinên girîng pêk hatin. Me hevdîtinên xweş bi Qesra Spî û Wezareta Karên Derve re kirin. Her wiha bi Pentagon, endamên Kongreyê û bi saziya lêkolînan a navendî ya Amerîkayê (Tintan) bi  gelek aliyan din re hevdîtin pêk anîn. Bi rastî xwestekên me yên yekemîn niha ew bû ku piştî mijara Afganistanê ya ku piştî 20 salan leşkerên xwe paş ve kişandin, metirsiyek hebû ku leşkerên xwe ji Rojava jî bikşîne. Lê me tevan pişt re dît ku rêveberiya Amerîkayê hem ji aliyê Kongreyê, hem ji aliyê Wezarete Karên derve hem jî aliyê Qesra Spî tevan jî teqez kir ku dê hebûna wan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam bike. Her wiha gotin ku heta pirsgirêkên Sûriyeyê çareseriyeke siyasî pêk neye dê dernekevin. Em bi taybetî li ser vê yekê bi rêveberiya Amerîkayê re axivîn.

Mijara din jî ew bû ku ji bo alîkariya aborî ya rêveberiya xweser lêgerîn bûn. Wek tê zanîn ku li ser tevahiya Sûriyeyê cezayê Sezar (Yê ku ji aliyê Amerîkayê ve wek ambargoyê hatiye dayîn heye) heye û bandoreke neyînî dide aliyê me jî. Me xwest ku ev ceza ji ser herêma me rabe de ku gelek derdor berên xwe bidin wir û têkevin nav danûstandinê. Hem ji aliyê tenduristiyê, hem ji aliyê perwerdehiyê hem jî ji her aliyê ku pêwistî pê heyî, piştgiriyê bidin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ev yek ji bo me girîng bû.

-Piştî serdana şandeya we ya bi Rûsya û Amerîkayê re gelek pispor û derdoran gotin ku di navbera DYA û Rûsyayê de li ser mijara Sûriyeyê lihevkirinek çê bûye. Di hevdîtinên we yên bi aliyan re întîbayeke we ya wisa çê bû, hûnê ji bo vê yekê bêjin çi gelo?

Niha hûn dizanin du hêzên sereke li Sûriyeyê hene; yek Rûsya yê din jî Amerîka ye. Bandora her du hêzên jî di çareserkirina pirsgirêkên li Sûriyeyê heen. Ji ber vê jî bêyî tifaqeke van her dû hêzan dê pirsgirêk neyê çareserkirin. Tabî heta niha jî hê tifaqek di navbera wan de çênebûye lê ez texmîn dikim dê li ser luhevûdukirinekî bisekinin. Dixwazin niha xwe bigihêjînin her du hêzan û lihevkirinekî bi wan re çê bikin de ku karibin bigihêjin encamekî. Her wiha pirsgirêka heyî hem ji aliyê siyasî hem jî ji aliyên yekbûna gelên li Sûriyeyê li gor madeya 2254’an çareser bikin. Rûsya bi tenê serê xwe nikare pirsgirêkan çareser bike û keza Amerîka jî nikare bi heman rengî pirsgirêkan çareser bike. Ger her du alî negihêjin hevûdu dê nikarîbin çareseriyekî ji bo Sûriyeyê ava bikin. Helbet hewceye em vê yekê qet ji bîr nekin ku her du dewlet jî di serî de ji bo berjewendiyên xwe nêzîk dibin.

-Ger lihevkirinek di navbera van herdu hêzan de pêk were dê bandoreke çawa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike?

Tabî lihevkirinên her du hêzên di bandoreke êrênî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Em û Amerika niha li hemberî terora DAIŞ’ê em bi hevûdu re kar dikin. Ev yek jî dê bandoreke wê ya êrênî hebe ji bo berjewendiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Her wiha Rûsya jî hebûna wê li herêmê heye. Yanî ger tifaq ji bo berjewendiyên herêmê di navbera her du aliyan de pêk were dê pir baş be lê helbet bêyî xelkê herêmê, Sûriyeyê dê ev tifaq ne mimkûn e. Bêyî HSD, Rêveberiya Xweser û HSD’yê dê tifaq ne pêkan be.

-Dema şandeya we li Washgingtonê bû, Serokkomarê tirk Erdogan jî hate Amerîkayê. Ligel hewldanên mezin jî wî nikarî bi Biden re hevdîtinê pêk bîne lê şandeya we gelek hevdîtin pêk anîn. Gelo wateya vê yekê ya dîplomatîk çi ye û hûn çawa dinirxînin?

Rast e, heta çend rojan jî serokê Tirkiyeyê hat Amerîkayê lê bi Biden re hevdîtinek pêk neanî.Niha têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê di qonaxeke zahmet de ye. Ne wek demên Trump hêsan e. Dema Trump da telefonek radikirin, Trump di telefonê de digot wisa ye û bi wî awayî dimeşiya. Lê niha ne wisa ye. Dema Biden bû serokê Amerikayê heta 93 rojan jî hêj bi serokê Tirkiyeyê re telefonek nekiribû. Ew dihat wê maneyê ku êdî nêzîkatiyên Trump û Biden dê newek hev bûna. Wek me niha jî got rêveberiya Biden destekê dide mafên mirovan.Lê Tirkiye hertim mafên mirovan binpê dike û vê yekê jî rêveberiya Biden têxe nav aciziyekî. Di gelek mijarên wek parlamenter û hevserokê HDP’yê yên girtî û mijara Osman Kavala de Tirkiye mafên mirovan tune dike. Li ser vê mijarê de herî dawiyê helwesta Erdogan pir xirab bû got ku em ê sefîrên 10 welatan ên ku piraniya wan jî yên NATO’yê ne, dersînor bikin. Ji bo vê yekê jî diplomasiya di navbera her du welatan de her çû xirabtir û zeîftir bû, li gelek welatan her diçe asteng dibe.

-Piştî Serokomarê Tirkiyeyê, bêyî bi Biden re hevdîtinan bike vegeriya û bi dest bi gefên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin? Ger êrîşên dewleta tirk çê bibin, dê helwesta DYA’yê çawa be?

Em dikarin bêjin ku têkiliyên dewleta tirk û Amerîkayê ne wek berê ye û ne wek dema Trump e, astengî gelek hene. Niha Tirkiye bi serê xwe tevdigere. Mînak ji Rûsyayê S-400 kirîn bêyî ku Amerîka û endamên Kongreyê qebûl bike, ev yek kir. Ne Amerîka ne endam Kongreyê ev yek qebûl nekirin lê bi S-400’an Tirkiye dikeve nav NATO’yê. Ev mijareke ji bo Amerîkayê girîng e. Gelek endamên kongreyê li hember vê yekê sekinîne û bertek nîşanî tirkan didin. Ji ber ku Tirkiye niha ber bi pergala ÎslamÎst ve diçe. Ji bo vê yekê jî Kongre hem milên Demokratan hem jî Komarê diparêzin, li hemberî kiryarên Tirkiyeyê bi bertek in û qebûl nekirin ku AmerÎka F-16’an bifiroşe Tirkiyeyê. Em jÎ li hemberî vê yekê sekinîne.

-Pirsa dawî jî dixwazim vê yekê pirsim. Li gor peymanên navneteweyî tê zanîn ku bikaranîna çekên kîmyewî qedexe ne. Lê hem di dema rêveberiya Trump de Tirkiyeyê li Serêkaniyê bikar anî; niha jî li başûrê Kurdistanê li herêmên Metînayê bi kar tîne. Gelo nêzîkatiyên Amerîkayê yên di vê mijarê de çawa ne?

Belê ji aliyên gelek dewletan ve bikaranîna çekên kîmyewî hatine qedexekirin. Lê Tirkiyeyê di dema şerê li Serêkaniyê de bi kar anî. Zarokê bi navê Mohamed jixwe mînaka herî ber bi çav bû. Vêce niha jî li Başûr van çekên qedexekirî bi kar tîne. Lê mixabin heta niha jî ev bêdengiya der barê vê yekê de didome. Lê ez texmîn nakim ku dê ev bedengî bidome. Hem ji bo vê mijarê hem jî ji bo gefên Tirkiyeyê yên ku dibêje ez ê ji nû ve êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikim, em di nav hevdîtinan de ne û li hemberî vê yekê bertek jî hene. Ev gefên Erdogan ên li ser herêmê careke din dest pê kirin. Gefên ku dibêje ez ê ji nû ve êrîşî Kobanê, Tirbêsiyê, Minbicê û hwd bikim, niha di bi xetereyekî rû bi rû mane. Beriya hevdîtina Glasgowê xwest wek gefekê bîne ziman. Yanî bi gotinên em ê êrîşî Rojava bikin wek gefa ji bo hevdîtinên mirov dikare bîne ziman. Ez texmîn nakim ku rêveberiya Biden cih bide van gotinan û ji Sûriyeyê derkeve. Ji ber ku di hevdîtinên herî dawî de jî ji heyeta me re hat gotin ku em ê bi hevûdu re li hemberî terorê li ber xwe bidin û dê piştgiriya bidin de ku DAIŞ bi dawî bibe û istikrareke ava bibe li Sûriyeyê. Ji ber vê yekê jî ez texmîn nakim ku hevdîtina Erdogan a bi Biden re bi rehetî derbas bibe.

Mijara çekên kîmyewî jî her çiqas ku niha bêdengiyek hebe jî dê pêşerojê de bertekên li hemberî van kiryaran derkeve holê. Ez dibêm roja wê jî nêz e ku Tirkiye ji bo ev çekên kîmyewî hem li Serêkaniyê hem jî li Başûr bi kar anîne dê were darizandin. Tabî dema Tirkiye van çekan bikartîne xwe meşrû dibîne. Lê ez di wê baweriyê de me ku dê her biçe deng li hemberî van kiryarên Tirkiyeyê yên ku mafên mirovan binpê dike, şer dertîne, bilind bibe.