19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sînemaya kurdî xwedî pêşerojek bihêz e

Di navbera salên 2008-2012’an de di nav ciwanên kurd ên li zanîngehan de  demekê navê gelek kesan “Mahmût” bû. Di filmê “Bahoz” de ji bo ku ciwan ji aliyê polîsan ve deşîfre nebin navê xwe dikirin Mahmût. Em dikarin bêjin ku filmên Kazim Oz, êdî di sînemaya kurdî de xwedî cihekî mutewazî bûn. Ew ji sala 1992’yan ve, di sînemaya kurdî de cihê xwe digire. Bi fîlmê “Bahoz” re jî her diçe di dilê gelek fîlmhezên kurd de cihê çêdike. Derketina Cemal a ji Dêrsimê (li ser keştiyê cenazeyek heye) û piştî zanîngehê biryara wî ya ‘tevlîbûnê’ (li ser eynî keştiyê dawetek heye) aliyê Oz ê vegotina rastiya civaka kurd nîşan dide. Ew di fîlmên xwe de bi gelemperî rewş û helwesta gelê kurd vedibêje.

Di fîlmên Kazim Oz  de bi  giştî em rastî amûrên mêtingehiyê tên (sembolên wek leşker, al, wêne, peyker). Gelo sedema vê yekê çi ye?

Wekî hûn dizanin, di  jiyana me kurdan de amûrên bi vî rengî  gelek bi bandor in. Ev sembol gelek tiştan tînin bîra mirovan. Ew bandorê li me dike û koletî, azadî, dîrok û çanda me tîne bîra me. Bîra me bi travmayên bi vî rengî û bi amûrên wiha tijî bûye.

Di fîlmê te yê dawî (Zer) de tu berê temaşevanan ji New Yorkê didî Afyon û Dersimê. Di belgefîlma ‘Hebû, Tunebû’ de jî tu berê temaşevan ji Êlihê didî Enqereyê. Jixwe di fîlma ‘Fotograf’ de jî em dikarin bêjin çîrok di rê de derbas dibe. Di fîlmên te de rê û rêwîtî pir hene, çima?

Rast e di fîlmên min de rê û rêwîtî pir cih digirin. Sebeba yekemîn jiyana min e. Ji ber ku ez her tim di rê de me. Heta ez dikarim bêjim ez her tim rêwî me. Ji ber ku ez ji rê hez dikim, rê bi xwe şoreşger e. Em çiqas tevbigerin evqas baş e. Tabî maneya vê rêwitiyê ne tenê fîzîkî ye. Rêwîtiya di ruhê mirov de, pir lazim e. Rêwitiya di hestên me de jî pir girîng e. Di nav temaya rêwitiyê de metaforek guhertinê heye. Guherînerî jî nêzîkî hunerê ye.

Di belgefîlma xwe ‘Hebû Tunebû’ de tu bixwe jî di nav mijarê de rol digirî. (Em carinan dibînin tu bi Dîlber, Saîm û hema bêje bi tevan re diaxivî) Kazim Oz çima terzek bi vî rengî tercîh dike?

Erê dema ku ez belgefîlmekê dikişînim bi awayekî ez jî tevlê dibim. Qet nebe siya min tê de ye. Ji ber ku li gorî min çêkirina belgefîlmekê rêwîtiyeke şexsî ye. Çêkirina hunerê bi giştî jî wisa ye. Çêkirina fîlman; parvekirina tiştên min di rê de dîtî, tiştên min hîs kirî, tiştên ez der barê wan de fikirîme. Li gorî min hebûna min a di nav belgefîlmê de tiştekî asayî ye û veşartina afirînêr ne hewce ye.

Di fîlmên te de tim û tim berê te li Dêrsimê ye. Carnan çîrok li Dêrsimê dest pê dike, diçe Stenbol, Newyork û hinek deverên din û li Dêrsimê bi dawî dibe. Aliyên erênî û neyînî yên evqas kirpandina cihekî çi ye gelo? Her wiha bi vî awayî sînemaya te herêmî namîne?

Ya rast ez tev li vê nêrînê nabim, ji ber axa ku mirov lê hatiye dinyayê, cihên ku zarokatî lê derbas bûyî, di jiyana mirov de, di ruhê mirov de cihekî pir mezin digire. Afirandina hunerî gelek girêdayî vê mijarê ye. Hemû jiyana mirov a zarokatiyê ji her alî ve, bandoreke mezin li jiyana mirov dike.

 Freud belesebep nabêje, heta şeş saliyê di şexsê mirov de hema hema her tişt rûdinê.

Despêka min a sînemayê bi rastî gelek sal piştî çûyîna min a Dêrsimê tê. Nizanim çima lê li Dêrsimê ez ji dinyayê baştir fêm dikim. Ez wisa hîs dikim ku çavê min ê sînemayê li vir e. Ev rastî ne herêmî ye. Di hunerê de herêmî û giştî ne li dijî hevdû ne. Car caran tu çiqas herêmî lê binêrî ewqas giştî dibe. Car caran jî tu çiqas giştî binêrî tu ewqas qîmeta tiştên herêmî keşf dikî.

Sînemaya polîtîk tim rastî sansûrê tê. Gelek caran fîlmên te jî rastî qedexe û astengiyan tên, di pêvajoya kişandina fîlman de, ev çiqasî bandorê li ser te û berhemên te dike?

Li dewletên weke Tirkiyeyê huner her tim rastî astengiyan tê. Fîlmên min hemû rastî gelek astengiyan hatin. Dema çêkirinê, dema belavkirinê, dema lêkolînê her tim min astengî dîtin. Lê xwezaya vî karî wisa ye. Ji ber wê yekê ku astengî tune bin wê demê di xebatên min de tiştek şaş heye. Lê bêguman bandorên wê yê neyênî hene; wekî mînak ew astengî dikin ku karê me dereng bimîne.  Dema ku em nikaribin xwe bigihînin gel ew yek dibe sedem ku têkiliya min û berhemên min bi bîneran re sist bibe.

Sînemaya kurdî bi giştî li ser trajediyan  ava bûye û ev berdewam e. Gelo ev yek bandorek erênî an neyînî li sînemayê dike?

Li gorî min ev nêzîkatiyeke ne di cih de ye û şaş e. Divê sînamaya kurdî ne tenê trajediyê ji xwe re bike mijar. Her mijar ji bo sînema û hunera me potansiyel e. Kêmasiya hunera me ya yekemîn belkî jî ev e. Rast e jiyaneke me ya trajîk heye. Lê jiyan didome. Di nav jiyanê de jî her tişt heye. Mesela, gelek çiqas tiştên trajîk bijî jî li beramberî van trajediyan ewqas komediyê jî dijî. Mesela, ez dikarim bêjim, kurd ji almanan komîktir in. Heta ez dikarim bêjim ku kurd ji wan zêdetir dikenin.

Gelo sînema dikare psîkolojiya mêtingeriyê bê bandor bike û kesên bindest ji wê psikolojiyê xelas bike?

Di vê mijarê de bandora sînemayê gelekî bi hêz e. Belkî ew nikaribe bi serê xwe an jî rasterast bindestiyê ji holê rabike. Lê bandora wê di şerê xweparastinê de, di hişyarbûnê de, di avakirana hişmendiyeke nû de dikare roleke gelek girîng bilîze. Sînema di tariyê de dikare bibe fener.

Di senaryoyên te de karekterên jin ên sereke, bi taybetî yên li gund dijîn (wekî Zer, Fotograf, Bahoz) bêhtir di nav bêdengiyê de ne. Heta carinan mirov qet navê wan karekteran jî nabîhize. Sedema vê yekê çi ye?

Bi rastî jî ez tev li vê yekê dibim, ji ber karekterên jin di nav sînemaya kurdî de gelekî kêm in û ez jî wê yekê wekî kêmasiyeke mezin dibînim.

Belkî ji ber ku ez mêr im loma ketime wê kêmasiyê! Ez vê yekê weke rexne li ser xwe qebûl dikim. Bi hêvî me ku ez ê bikaribim wê kêmasiya xwe derbas bikim û fîlma ku ez niha li ser dixebitim, bi temamî li ser jinekê ye. Ez hêvî dikim piştî vê fîlmê nîqaşeke baş di vê der barê de dê were kirin. Di sînemaya kurdî de karakterên jin bi rastî jî gelekî kêm in. Ev jî kêmasiyek mezin e.

Tevî hemû êrîşan li rojavayê Kurdistanê em dikarin bêjin ku sînemayeke serbixwe êdî ava bûye.Tu sînemaya Rojava çawa dinirxînî?

Li gorî ku ez dibînim, li rojavayê Kurdistanê di warê çand û hunerê de kedek pîroz tê dayîn. Di encama vê kedê de, hinek berhemên hêja jî derdikevin holê. Lê bi giştî em nikarin der barê wê kedê û wan xebatên sînemayê de bêjin sînemayek cuda, an jî sînemayek serbixwe derketiye holê. Hin tişt hene û bi xwe re tiştekî dilivînin lê hîna jî di vî warî de bi liv û tevger nebûye.

Li gorî te sînemaya kurdî bi gelemperî di çi astê de ye?

Li gorî min sînemaya kurdî xwediyê pêşerojek bihêz e. Di vê derbarê de, mirov dikare bêje ku ew niha li dinyayê hêdî hêdî dibe xwedî cihekî girîng.

[accordions]
[accordion title=”Kazim Oz kî ye?” load=”show”]Derhenêr û senarîst Kazim Oz, di sala 1973’yan de  li Dêrsimê ji dayik bûye. Li Zanîngeha Yildiz Teknîkê, beşa endezyariyê  xwendiye. Piştî wê lîsansa xwe ya bilind li Zanîngeha Marmarayê li ser sînemayê dike. Di sala 1992’yan de li Teatra Jiyana Nû dest bi derhêneriyê dike. Di damezrandina Sînemaya  13& Mezopotamyayê de cih digire û demeke dirêj tê de dixebite.

Gelek fîlm û belgefilmên wî yên wekî ‘Ax, Fotograf, Dûr, Bahoz, Demsala Dawî û Hebû Tunebû’ xelat wergirtine.[/accordion]
[/accordions]