Saturday, Mijdar 27, 2021

Sînemayeke Çawa; Yilmaz Guney û Xelîl Dag

Îlham Bakir

Tişta ku hiş û giyanê mirov heyî dike; tişta ku hêza biryardayîn, pêkanîna biryaran dide mirov jî asta têkiliyan e ku mirov di navbera hebûna xwe ya takekesî û civakîbûna xwe de datîne. Di vê çarçoveyê de gava ku mirov li mijarê bifikire, tişta ku pêşketina mirov û têkiliyên di nav parçeyan de diyar dike, nêzikatiya giştî û yekgirtî ye. Divê mirov vê rastiyê têbigihîje.

Tişta ku pêxemberan, feylezofan, zanyaran û hunermendan ji mirovên din cuda dike, wan dike pêşeng, pêşbîner, rexnegir, rênîşander û rêberên civakê têgihîştina wan a der barê kûrbûn û firehbûna têkiliyên navbera parçe û tevahiyê de ye. Modernîzmê li ser navê zanistbûnê parçe ji tevahiyê qut kir, heqîqet dabeş kir û wek parçeyên ji hev cuda nirxand. Li hemberî vê nêzikahiya pozîtîvîst û rêbaza dahûrandinê ya ku rexneyên herî xurt bi pêş xistiye têkiliya navbera parçe û tevahî bi awayê herî kûr têgihîştiye û di şûna ku bi hişmendiya analîtîk nêz bibe de wijdan, exlaq û hestê esas girtiye huner e.
Sînema jî wek hunera serdema nûjen derketiye holê. Mirov dikare bibêje ji bo parçekirina civakê heta şaneyên wê dabeşkirin, berovajîkirina rastiyê ji hunerên din qat bi qat zêdetir bandorker bûye. Kurd û Kurdistanê jî bi êrîşên modernîzma lîberal ên takekesparêz ên serdema me re rû bi rû mane. Rastiya kurdan û Kurdistanê wek rastiyeke ku herî zêde hatiye berovajîkirin wek navgîna sînemayê hatiye bikaranîn. Ev rastiya gel rastiyeke wisan e ku li erdnîgariya Mezopotamyayê şaristaniyên mezin ava kirine, ked daye û ragihandiye. Lê ev rastî veguherandine rastiyeke ku nav û hebûna kurdan bi xwe jî hatiye înkarkirin û em dikarin bi awayê vegotina kurdan a di sînemaya Tirkiyeyê de vê yekê zelaltir bibînin. Bi tenê wek gundiyekî xwediyê tirkiyeke çelexwarî, nezan, çors, dinyanedîtî karibûye di sînemaya tirkî de cih bigire. Kurdan demeke dirêj e ne wek karakter, lê wek tîpên ku li jorê taybetiyên wan hatin gotin dikaribûne di sînemayê de cih bigirin. Lê encax bi sînemaya Yilmaz Guney re kurdan dikaribûye li ser perdeya sînemayê wek karakterên bi rih û can ên ku digirîn, dikenin û îtîraz dikin cih bigirin (Sürü – Kerî, Yol – Rê, Umut – Hêvî, hwd). Ev karakterê ku di sînemaya Yilmaz Guney de bi xwîn û goşt bûye bi sînemaya Xelîl Dag bi karakterbûnê nemane, ji kurdên bindest û mazlûm veguherîne kurdên berxwedêr û têkoşer (Bêrîtan, Tîrêj, Eyna Bejnê û hwd).

Yekî kurd di sînemayê de wek karakter şênber kirine, yê din jî rêwîtiya kurdan a ji hebûnê veguherîna hebûneke azad vegotiye. Her du derhêneran jî kameraya xwe daniye hemberî gelê ku vedibêjin. Kamera carinan li ser sifreya van mirovan bûye, bi wan re pariyên xizaniyê parve kiriye, carinan jî veguheriye hêrsa wan a ku li hemberî serdestan diteqe. Nêzikahiyên lîberalîzmê yên di bin navê objektîfî û bêalîbûnê de rastiya gelan û bindestan manîpûle dikin. Li dijî vê nêzikatiyê wan kameraya xwe li nîveka çîroka bindestan bi cih kir û aliyê xwe bi awayekî pir zelal diyar kirin. Bi vî awayî jî gava ku têkiliya rastî û estetîkê ji nû ve tê sazkirin divê mirov li ku derê bisekine bêyî dudilî nîşan dan.

Sînemaya ku wek rêwîtiyeke hunerî ye li gel her du sînemageran jî wek lidijderketina hemberî parçebûna civakê pêk hatiye wek rêbazeke têkoşînê, wek lêgerînekê, wek ji nû ve avakirina rastiyekê derketiye holê. Di çavên Yilmaz Guneyî de hêrsa li dijî têkbirina civakê, êş û xema tenêbûn û neçariya takekes dixuyê. Her dîmena ku kişandiye li gel van rastiyan hatiye kişandin. Xelîl Dag jî dîmenên xwe ji êş, xem û hêrsa rûyê Yilmaz Guney dawerivandiye û veguherandiye rûgeşiyeke nemir. Ev rûgeşî di her dîmena fîlmên xwe de veguherandiye hêviyeke mezin a jiyanê û hêzeke têkoşînê. Wan bi kedeke mezin sînemaya xwe gav bi gav honandin û di vê atmosferê de destûr nedan ku tu durûtî û sextekarî bi pêş bikevin. Sînemaya wan dişibiya jiyana wan, jiyana wan dişibiya sînemaya wan. Ger ku em bixwazin sînemaya gelan, sînemaya hêviyan çêbikin, divê em bi tenê li fîlmên Yilmaz û Xelîl nenihêrin, divê em li rûyê wan binihêrin, li jiyana wan a ku rengê xwe daye rûyê wan binihêrin, li hezkirina wan a ji gelê xwe binihêrin, divê mirov çavê wan ji xwe re bike rêber. Ji bo sînemaya Kurdistanê ya ku ji dilê van her du derhêneran diniqute dê sînemaya êş û janê, hêrs û xemê, hêvî û têkoşînê bê gotin.