spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sînorê rexneyê

Rexne wek têgeh di jiyana me de bi têra xwe cih digire. Di piraniya têkiliyên me de, çi devkî, çi nivîskî çi jî dîtbarî bi sûretên cur bi cur xuya dibe. Rexne geh bi gotinên sivik, geh jî bi helwestên tund û acizker çêdibe lê carinan jî sedî sed mafdar e û hema rastiyê ji nîveka pirtûkê dixwîne. Der barê etîmolojiya rexneyê de hin angaşt hene, ji rah-ne ya farisî bigire ta watedayînên cuda yên têkildarî bi koka ‘rex’ê û parçeya ‘ne’ yê. Vêca em kurd di qada onomastîk de pir serkeftî ne û zûka têkiliyeke çîrokî ji bo peyvekê dibînin! Helbet ev jî şêwazek e. Tişta ku di peyva rexneyê de min aciz dike dengê ‘x’yê ya tam li nîveka peyvê ye. Peyvên bi “x”yê dest pê dikin an jî bi vê dengê diqedin, wek mînak peyvên xwezî, ax û yên din xwedî awazeke xweşik in, li dema di nîvekê de be ew deng wek frenê ji mirov re astengiyekê çêdike.

Her ji ber çi be jî peyva rexneyê li ser mirov hîseke neyînî çêdike. Helbet rexne ji hêla mantiqî û semantîk ve, wek dijbera pesn û pîroziyê, di xwe de wateya neyînîkirinê dihewîne. Belkî jî ji ber vê bandora neyînî ya vê têgehê ye ku li her dewrê timî ji bo rexneyê daxwaza sînordayînê çêbûye, gelek sînor jî hatine danîn û têgeh bêtir bi sînorên xwe hatiye ravekirin. Wek tê zanîn, di nav demê re, ji aliyekê ve hin sînor ji holê rabûne û di pey re jî sînorên nû çêbûne. Di mijara sînorî de jî zêdetir li ser mijarên ku rexneya wan nabe hatiye rawestîn. Tabûyên rexneyê çêbûne. Di vê nuqteyê de mirov dikare li ser têkiliya rexne û şîroveyê bisekine. Gelo nebe ku şîrove ji bo sistkirina derbendiya pêş rexnekirinê îcat bûbe! An jî berovajiyê vê, rexne ji ber bêzarbûna ji kubariya şîroveyê wek bertek derketibe holê an jî wateya wê ber bi wê hêlê ve guherîbe?

Hêla rexneyê bi giştî ber bi derve ye lê nerîteke xwe-rexnekirinê jî bêguman heye û wek çandeke hevpar a mirovahiyê li seranserê dîrokê û di gelek bawerî, fikr û îdeolojiyan de jî tê dîtin. Her çi qas li gor cureyên din ên rexneyê pêkanîna vî şiklê rexneyê di pratîkê de dijwar be jî sûdbexşî û erkên wê gelek in. Dawiya dawî, xwe-rexnekirin wek fonksiyon, hevgirêdana endam/takekes a bi gewdeya mezin a sazî, rêxistin an jî baweriya tam ji nû ve saz dike. Hokareke din a ku sînorê rexneyê kifşe dike helwesta rexneyî ye. Helwesta rexneyî bi cureyên rexneyê yên wek; rexneya estetîk, rexneya mantiqî, rexneya ezmûnî, rexneya erênî û rexneya neyînî, rexneya avaker û rexneya xirabker, rexneya teorîk û rexneya pratîk ji hev tên cudakirin. Her wisa rexne li gor ku ji raya giştî re vekirî be yan ku xwedî xasyeteke giştî be an jî rexneyeke taybet û girtî be; rexneyeke tundraw be an jî yeke girêdayî kevneşopiyê be; rexneyeke akadamîk be an jî yeke populer be jî tê senifandin.

Yek ji qadên ku rexne tê de populer e bêguman qada wêjeyê ye. Di wêjeyê de jî hebûn û nebûna sînorê rexneyê tê nîqaşkirin. Rexneya estetîk ji bo wêjeyê helwesta rexneyî ya herî guncav e, her ku ew girîngiyê dide bedewiyê û li ser xalên wek şikl û naverokê, wate û sêwirana estetîk û kompozîsyona berhemê disekine. Rexnekar di karên xwe yên dahûrîna berheman de herî zêde pêşekiyê didin navgînên rexneya estetîk lê hin caran ji ber sedemên cuda rexneya wan bêtir dirûvê  rexneyeke erênî an jî neyînî digire. Belkî jî rindî û nerindî an jî pejirandin an jî nepejirandin reftara me ya sereke ye di nirxandina tişteke estetîk de. Lewma em zûka dixwazin mohra baş an jî ya nebaş li tiştekê bidin û berteka xwe jî wek çêker an jî xirabker kifşe bikin.

Ji bo wêjeya kurdî gelek caran behsa lawaziya rexneyê tê kirin û nebûna rexneyeke têr û tijî wek sedema gelek kêmasiyan tê nîşandan. Mixabin nîqaşên di vî warî de ji destnîşankirina kêmasiyekê wêdetir naçin û nêrînên kûr û argumanên xurt zêde nayên rojevê. Rast e ku rexneyeke sîstemîk ji bo edebiyata me pêwîstiyeke sereke ye lê gelo me bingeheke felsefî, rewiştî û madî çêkiriye ji bo sîstemeke rexneya xweserê xwe? Lêkolînên dîroka wêjeyê, diyarkirina pêşekiyên rexneyê, cudakirina serdem û qadan tev wek barên teorîk li benda lêkolîneran in. Reng e ku hîs, daxwaz û pêwîstiya rexneyê ji bo her dewrê derbasdar bûbe. Li her yek serdema wêjeya kurdî, helwesta têkildarî rexneyê bêguman  xweserê dema xwe ye, lewre der barê hûrgiliyên vê meselê de pisporên wêjeya gelêrî, ya klasîk û nûjen dikarin rexneya hundirî ya serdemê û derfetên rexnekirinê yên li dema îro – bêyî ku bikevin nav kemîna anakronîzmê- destnîşan bikin. Her wisa pirsa ‘sînorên me yê rexneyê çi ne?’ jî wek pirseke esasî hêjayî nirxandinê ye.

Helwesteke rexneyê heye ku jê re ‘rexneya ji bo rexneyê’ tê gotin. Gelek fikrên dijber û alîgir hene der barê vê helwesta rexneyî de. Di vir de rêgeza esasî helwesta mişt rexnekarî ye. Gelo nebe ku di nav hişmendiya me ya kurdan a populer de, sibê tevgerek wek rexnekariya sînornenas derkeve pêş -a rastî ew helwest li xasyeta me kurdan jî tê- û ew tevger hemû sînorên heyî ji holê rake û jiyana me ya fikrî û çandî serûbin bike. Dîsa jî divê em qebûl bikin ku di nav çanda me de şêweyek rexneya avaker jî heye ku bi qalibeke gotinê yê wek ‘birê min wisa nabe, te yê wiha bikira!’ dikare bê formulekirin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê