25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sînorê xizaniyê 13 hezar lîra derbas kir

Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Tirkiyeyê (Turk-Îş) her meh li ser sînorê birçîbûn û xizaniyê lêkolînê dike. Turk-Îş’ê encama lêkolîna xwe ya meha kanûnê bi raya giştî re parve kir.

Di lêkolîna Turk-Îş’ê de tê diyarkirin ku bihayên xurekan li gorî sala borî ji sedî 54,96 zêdetir bûne. Li gor encamên lêkolînê sînorê birçîbûnê yê ku 3 hezar û 93 TL bû li gor meha borî ji sedî 25,75 zêde bû. Niha ji 4 hezar TL’yî derbas kiriye.

Di raporê de tê diyarkirin ku sînorê xizaniyê yê ku 10 hezar TL bû jî ji 13 hezar tl’yî derbas kiriye. Di heman lêkolînê tê gotin ku ji bo karkereke yekane debara xwe bike pêwistî bi 4 hezar û 926 TL dibîne.