18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şirîkatiya gunehan

Parzemîna Ewropayê xwe weke navnîşana demokrasî û azadiyan bi nav dike. Helbet aliyek vê yê rast jî heye. Di encama têkoşîna bi sedê salan a civakên ewropî de, di milê jiyana ‘social’ de hin destkeftî hene. Civak bi rêya sazî û dezgehên xwe heta radeyekê vê ‘social’iyetê didomîne. Lê di milê dewletan de demokrasî û azadî bi tenê weke reklam tên bikaranîn.

Ew dewletên giregir gav bi gav xwe ji qada ‘social’ vedikişînin. Wê qadê weke ku qadeke criminal be terkî însafa şîrketan dikin û van şîrketan jî bi eskeriyê diparêzin. Ewropa bi vî halê xwe navnîşana paradokseke mezin e. Civak bi keda xwe ya socialbûnê bi pêş dixe. Piştre dewlet radibe xwe weke xwedî û parazvana socialiyê datîne holê piştre ji qada navborî vedikşe û eskeriya bi baca civakê tê xwedîkirin berî canê civakê dide.

Niha hûn ê bibêjin, li te xêr e! Ji me re çi ji hal û ehwalê Ewropayê. Naxêr! Îro li vî gundê mezin ê em jê re dibêjin dinya, bûyerek yan jî rewşeke li taxa jorîn bandora xwe li ser taxên din jî heye. Rewşa berovajiyê vê jî bi heman şêweyî ye.

Niha dêhna xwe bidinê li taxeke jêrîn çeteyek rabûye, bêhna civakê çikandiye. Bi ser de her çi kesên xwedî aqil û azmûn, xwedî feh û feraset heye xistine zindanê. Rabûye rêberê gelekî di zindanê de di pergaleke bêrehim de radigire û bi ser de jî ev çete dema tengav dibe behsa qanûn û yasayan dike. Heta heman çete dema kew jê re li darê bikeve gefan li taxa jorîn jî dixwe. Lê heke tengav bibe îcar dîsa behsa tevlîbûna koma taxa jorîn dike. Helbet curet û cesaretê ji helwesta taxa jorîn digire û wisa dike.

Îcar li ser vê meseleyê fantastic têkiliyeke kêm zêde wisa di navbera Ewropa û Tirkiyeyê de heye. Ew giregirên ewropî ji bo berjewendiyên xwe, ji bo nûkirina peymana penaberan lempeya kesk ji Tirkiyeyê re pêdixin. Ev lempeya kes jî ji bo milletan bi taybetî jî ji bo millet kurd û ji bo hêzên demokrasiyê tê wateya êş û azarên mezin.

Di vir de her çiqas ji mafê mirov be ku helwesta Ewropayê rexne bikin jî di asta mezintir de divê mirov berê tîrên rexneyan bide xwe. Madem dinya gundekî mezin ê global e û qedera mirovan bi hev ve girêdayî ye. Wê demê lazim e li dijî rayedaran şêniyên taxan hêza xwe bikin yek. Bêexlaqî û bêwijdaniyê qebûl nekin. Encax bi vî awayî em bikaribin dawî li şirîkatiya gunehan a van hêzan jî bînin û azad û aram bijîn.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê