19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şirketa Israîlê sîxûrtiya telefonên cîhanê dike

Li gorî raporekê ku Washington Post û 16 saziyan bi hev re amade kirine, ji bo telefonên rojnameger, aktîvîstên mafên mirovan bê qutkirin û hackkirin bernameyeke sîxûrî ya Israîlê tê bikaranîn. Her wiha li gorî raporê heman bername di telefona dergîstiya rojnameger Jamal Khashoggi de jî hatiye xebitandin.

Israîl di warê sîxûrtiyê de yekemîn e

Lîsansa vê bernameya sîxûrtiyê ji aliyê fîrmaya Îsraîlê, NSO Group ku di warê sazkirina bernameyên bi vî rengî de li cîhanê bi nav û deng e, hatiye dayîn. NSO Group di sazkirina bernameyên sîxûrtiyê yên teknolojîk ên leşkerî de fîrmayeke li pêş e.

Li gorî daneyan lîsteyeke ji 50 hezarî zêdetir (50.000) a nimareyên telefonan hatiye peydakirin ku ji aliyê bernameya NSO Groupê ve, bi êrîşên sîber re rû bi rû mane. Ev lîste, bi giştî, wan welatên ku aşkera ye çavdêriya hemwelatiyên xwe dikin, vedigire nav xwe.

Weşana Forbidden Stories ku navenda wê li Parîsê ye û Rêxistina Bexşê ya Navneteweyî xwe gihand vê lîsteyê. Dûre lîste bi saziyên lêkoler ên mayîn re hat parvekirin. Her wiha Labaratuwara Ewlehiyê ya Rêxistina Bexşê li ser telefonên pêşketî analîzên edlî kir.

50 hezar nimare, 50 welat

Hejmarên di lîsteyê de nehatina aşkerakirin lê belê nûçegihanan bi rêya lêkolînan li çar parzemînan xebatên xwe berfireh kirin û bi hevpeyvînên bi 50 welatî re xwe gihandin agahiyên 1000 kesî. Di nav van kesan de çend endamên malbata qraliyeta ereban, 65 heb rêvebirên şirketan, 85 heb aktîvîstên mafên mirovan, 189 rojnameger û ji 600 zêdetir jî siyasetmedar, wezîr, dîplomat û her wiha serokdewletan jî hene.

Li ser vê bûyerê fîrmaya NSO Groupê ev îdia red kirin. NSO’yê diyar kir ku wê bi tu awayî bernameyên sîxûrtiyê di telefonên bikirên (muşterî) xwe de saz nekiriye û nexebitandiye. CEO’yê şirketa NSO’yê Shalev Hulio jî roja yekşemê der barê Projeya Pegasûsê ya fîrmayê de axivî û diyar kir ku tu eleqeya wan bi vê lîsteya  50 hezar nimareyî re tune ye û wiha got: “Şirket bala xwe nade rojnameger, aktîvîst û bi gelemperî raya giştî ya sivîl.”

Sîxûriya leşkerî ya teknolojîk û Pegasûs

Bernameya Pegasûsê ji teref vê şirketa Israîlê ve hatiye sazkirin û ev bernameyeke sîxûrî ya leşkerî ye ku qaşo dewlet li dijî terorîst û tawanbaran bi kar tîne. Lê belê derkete holê ku armanca vê bernameyê ne tenê şopandina terorîst û tawanbaran e. Wisa dixuyê ku şirket bi van bernameyên xwe yên sîxûrtiya leşkerî dikare telefonên gelek kesan asteng û hack bike. Her çiqas şirket van îdiayan red jî bike daneyên ku derketine holê berteke giştî li beramberî vê kiryarê û şirketê çêkiriye.

Her wiha li gorî daneyên labaratuwara Rêxistina Bexşê heman bernameya Pegasûsê li beramberî du jinên ku nêzî rojnameger Cemal Qaşixçî bûn jî hatiye bikaranîn. Piştî kuştina Qaşixçî di 2’ê cotmeha 2018’an de vîrûs ket nav telefona dergîstiya Qaşixçî Hatîce Cengîz. Her wiha di lîsteyê de nimareya du rayedarên tirk ên ku beşdarî lêpirsîna Qaşixçî bûne jî hene.

Dikarin sîxûrtiya cîhanê tevde bikin

Li gorî hin pisporên vî warî çavdêrîkirina telefonan, destwerdanên bêdestûr û bikaranîna bernameyên sîxûrtiyê yên bi vî rengî ji bo demokrasiya cîhanî talûkeyeke sereke ye. Bi vî awayî jî rojnamegerên di bin çavdêriyê de bêyî ku xwe û çavkaniyên xwe bi xetereyan re rû bi rû bihêlin nikarin karê xwe bikin. Muxalefet û îqtîdar dê nikaribin beramberî hev stratejiyan pêş bixin. Aktîvîstên mafên mirovan dê bi rihetî bibin qurbaniyên hikûmetên xwe û dê nikaribin kar bikin.

Endazyarê amerîkî Timothy Summers jî der barê vê bûyerê de diyar kir ku ev bernameyeke xerab e û wiha goot: “Bi vê bernameyê dikarin li ser nifûsa hemû cîhanê sîxûrtiyê bikin.

Baş e Pegasûs çawa dixebite:

Armanc: Lînkek, girêdanek ji bo telefona yê wekî qurban hatiye hilbijartin tê şandin. An jî ev yek mîna ‘tikandina sifirê’ bêyî tu daneyekê dikare xwe aktîf bike.

Têkildarkirin: Ev bernameya sîxûrtiyê hemû kiryarên bingehîn yê telefonê bi dest dixe, wan kopî dike, ji kamerayan, mîkrofonan qeydan digire û agahiyê cih û lêgerînan parve dike.

Şop: Ev tevn van agahiyan ji bo hûrgiliyên jiyana yê qurbanî wekî nexşeyekê vesaz dike û ji operator re radigihîne.