25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şîroveyên li ser ‘Lûtkeya Bexda 2021’

Duh di navbera Şahê Urdunê Ebdullahê Duyemîn El-Hisên û Serokwezîrê Iraqê Mistefa El-Kazimî û gelek rayedarên Iraqê de civînek pêk hat.

Ev lûtke ji du aliyan ve tê nirxandin. Hinek alî dibêjin ku ev lûtke bi destekdayîna Amerîkayê çêdibin û tê xwestin Iraqê nêzî Îsraîlê bikin. Amerîka jî dixwaze li Rojhilata Navîn serweriya xwe xurt bike. Hinek alî jî dibêjin ku ev projeyek girîng e û feydeya Iraqê tê jê heye.

Di encamnameya lutkeyê de hat diyarkirin ku hevkariya aborî, ewlehî û bazirganî ya di navbera hersê dewletan û mijarê herêmî hatine gotûbêjkirin. Iraq, Misir û Urdun ji bo aramiya herêmê hevkariya xwe dubare kirine û bal kişand ser “cîrantiyeke baş a bêyî destwerdana nava karûbarên hundurîn ên dewletan”. Dîsa hevkariya îstixbaratî di navbera hersê dewletan hatiye gotubêjkirin.

Hewldanên ji bo nêrînek hevbeş

Piştî civînê Mistefa El-Kazimî di daxuyaniya de diyar kir ku hersê dewlet wê di mijarên herêmî yên sereke yên weke pirsgirêka Sûriye, Lîbya û Filistînê de hevkariya xwe bidomînin û dê hewl bidin nêrîneke hevbeş der barê van mijaran de derbixin û ev tişt anî ziman: “Di şerê li dijî terorê de Iraq di ezmûneke dijwar re derbas bû û me karibû van komên terorîst tune bikin. Divê em hevkariya xwe di nava van hersê dewletan de xurt bikin da ku li hemberî dijberiyan derbikevin û ji bo berjewendiya gelên herêmê asta xebata xwe zêde bikin.”

El-Kazimî bibîr xist ku wan di civîna borî ya sê alî de bal dikişand ser mijarên razemenî û hevkariya aborî û wiha dom kir: “Me karibû di nêrîneke hevbeş de li hev bikin. Niha em di qonaxa pêkanîna van projeyan de ne. Proje piranî li ser kehrebe, çandinî, veguhestin, ewlehiya xurek ku ji aliyê birêz Şah Ebdullah ve di civîna borî de hat pêşniyarkirin, her wiha têkliyên darayî, bank û geşkirina binesaziya wê ye.”

‘Ev lûtke Projeya ‘Şama Nû’ bû’

Di daxuyaniya ji bo ragihandinê de hin agahî hatin dayîn, lê li gorî çavkaniyên nêzî lûtkeyê, yek ji mijarên sereke yên “Lûtkeya Bexda 2021” aborî, bi taybet jî projeya “Şama Nû” bû. Ev projeya ku di lûtkeya borî ya hersê welatan de jî hatibû rojevê, li ser hevbendî û hevkariya aborî ya di navbera hersê dewletan de tê gotibûjkirin û wekî projeyek girîng tê dîtin. Tê gotin ku ev proje ji bilî aliyê aborî, mijarên siyasî jî dihewîne û ji aliyê Amerîkayê ve tê destekkirin, li gorî pisporan Amerîka dixwaze bi vê yekê li Rojhilata Navîn serweriya xwe xurt bike.

Gerînendeyê Peymangeha Lêkolînên Kurdî ya Iraqê Dr. Cewad Bêdanî piştî lutkeya sêalî ya li Urdunê têkildarî mijarê gotarek nivîsandibû û wiha gotibû: “Dema Kazimî vegerî projeya Şama Nû ragihand, ev tê wateya piştevaniya Amerîkayê. Amerîka dixwaze rih bide vê rêxistibûna sêalî ya li gorî berjewendiyên xwe. Ji ber ku tê zanîn Iraq û Urdin hê jî di bin sîwana Amerîkayê de dijîn, her wiha Misir jî alîkariyan ji DYA’yê werdigire. Kes nikare înkar bike ku Misir, Iraq û Sûriye stûnên Rojhilata Navîn in. Wê demê çima Sûriye hat bidûrxistin û Urdin li şûna wê ye, tevî ku giraniya Urdinê ya aborî û hejmara şêniyan jî tune ye?”

Pisporê siyasî Felah El-Mişeel piştî lutkeya Bexdayê, ji Ajansa Rojnews re axivî û têkildarî lûtkeyê ev nirxandin kirin: “Lûtkeya sêalî ya Bexdayê ji bo Iraqê xwedî girîngiyeke mezin e, bi taybet eger nêrîneke stratejîk werbigire. Cîrantiya di navbera Iraq, Urdun û Misrê de dihêle ku di aliyên aborî û çespandina ewlehiya netewî de derfetên mezin ji van dewletan re peyda bike. Em bi hêvî ne ku biryarên lûtkeya sêalî ya Bexdayê pêk werin û pilanên stratejîk ku li ser hatine lihevkirin bêne meşandin. Projeya Şama Nû jî ji bo van hersê dewletan gelekî girîng e”.

‘Dixwazin Iraqê jî nêzî Îsraîl bikin’

Li aliyê din çavkaniyek ji Hevbendiya El-Fetih ku nexwest navê wî were aşkerakirin, berovajî nirxandinên El-Mişeel destnîşan kir ku armanca Lûtkeya Bexdayê normalîzekirina têkiliyên bi Îsraîlê re ye û wiha got: “Têkliyên Misir û Urdunê bi Tel-Avîvê re berfireh û navdar in, niha jî dixwazin Iraqê tev li vê projeya metirsîdar bikin. Herêm dabeşî gelek lobiyan bûye û di nava wan de bloka Siûdiyê, Îmarat û Misrê cih digire. Di encamê de hewl didin Iraqê ber bi bloka girêdayî Îsraîlê ve bikişînin.”

 El-Beldawî: Ev lûtke xizmeta Iraqê nakin

Parlemanterê Iraqî Mihemed El-Beldawî jî li ser heman mijarê axivî û ev tişt got: “Ne pêkan e lûtkeyên sêalî yan jî çaralî xizmeta Iraqê bikin. Ji ber ku piraniya van lûtkeyên hatine lidarxistin ji bo berjewendiyên dewletên din pêk hatine û ne ji bo Iraqê ne. Di vê çarçoveyê de gelek tecrûbe hene û di hemûyan de Iraqê welatê ku dide, jê sûd wernagire ye. Li aliyê din rastiyên heyî vê nêrînê piştrast dikin. Em bi hêvî ne ev lûtke ne weke yên berê be û alîkariyeke rasteqîn bide Iraqê, tenê di çarçoveyeke çapemeniyê de nemîne”.