20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şiroveyên li ser serdanên nûnerên biyanî ya li Rojava

Der barê serdana kesayet û nûnerên welatên biyanî ku serdana rojavayê Kurdistanê dikin de gelek nûçe û analîzên cuda derdikeve holê. Bi taybetî jî der barê serdana dawî ya alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Joey Hood de me bi giştî ji nivîskar û lêkolînerê kurd Husên Omer pirsî. Husên Omer bi berfirehî der barê vê mijarê de bersiv da me. Omer der heqê vê mijarê de wiha got:

Her ku kesyet an jî şandeyeke biyanî û bi taybetî amerîkî serdana rojavayê Kurdistanê dike, em dibînin ku gelek derdor vê serdanê bi mijara qaşo yekitiya mala kurdî ve girê dide.

Di vê serdana dawî ya cîgirê wezîrê karên derve yê DYA’yê Joey Hood de jî heman tişt hatin kirin. Tevî ku nûnerê amerîkî yê herêma Rêveberiya Xweser David bronştayn ew kesê bi tenê ye ku li ser vê mijarê radiweste. Ji ber ku tu karekî wî yê din tune ye. Tenê ger û serdanan dike û amadekirina raporan ji bo wezareta karên derve ya Amerîkayê dike.

Rapor li ber çavan nayên girtin

Lê dema em bala xwe didin vê yekê jî em dibînin ku heta niha li ser erdê an jî di pratîkê de tu raporeke vî camêrî ji alî rayedarên dewleta wî ve li ber çavan nehatiye girtin.

Her wiha ji bo bersiva pirsa ku çima mijara yekitiya mala kurdî her dikeve rojeva wan jî ev e; armanca wan a sereke ew e ku Meclisa kurdî (ENKS) ya girêdayî hikûmeta tirk bidin pêş û girîng nîşan bidin. Ji aliyekî din ve ew dixwazin bidin xuyakirin ku partiyên bi rêveberiya xweser re dixebitin lewaz in û nikarin rêveberiya herêmê bikin.

Dixwazin baweriya li dijî Rêveberiya Xweser hilweşînin

Armanceke wan a din jî ev e ku baweriya xelkên herêmê bi Rêveberiya Xweser re lewaz bikin û di serê xelkê de baweriya ku bêyî yekitiya bi ENKS’ê û alîkariya PDK’ê re ew nikarin tiştekî bikin. Di çavê cîhanê de jî xweseriya demokratîk weke tenêxwazî binasînin .

Di baweriya min de gereke rêveberiya xweser ji dost û dijminê xwe re eşkere bidê xuyakirin ku tu caran bi peyayên dijmin re wê itîfaq û hevkariya ku qezencên bi dest ketîn ne yên bazara wan. Rê nede ku ev qezenc bêne hilweşandin. Ji ber ku armanc tirk û hevalbendên wan ewe ku destkeftiyên kurdan hilweşînin.

Ji bo DYA’yê yekîtiya kurdan ne girîng e

Ji xwe Ji bo DYA’yê yekîtiya kurdan ne girîng e., Ji bo DYA’yê ya giring ew e ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de sûdê ji hêza kurdan bigire. Lewre jî ev dengê dahol û zirneya ku qaşo ji bo yekitiya kurdan bilind dibe, tenê aşê çete û kurtêlxuran digerîne.