16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sîsî di mijara Lîbyayê de Tirkiye hişyar kir: Em ê destûr nedin!

Serokkomarê Misrê Abdûl Fettah El Sîsî piştî hevdîtina di navbera Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û rêveberê hikûmeta Lîbya ya navenda wê Trablûsê de, hişyarî da

Erdogan û tifaqê wî Fayez el Saraj roja Yekşemê li Stenbolê ji çapemeniyê re girtî civînek pêk anîbûn. Beriya vê hevdîtinê rejîma Enqerê ragihandibû ku ji bo piştgirîdayina hikûmeta Trablûsê ew ê yekîneyên leşkerî bişînin.

Li gorî çapemeniya Misrê Sîsî wiha got; “Em ê destûr nedin ku ti kes Lîbyayê kontrol bike.”

Sîsî bi domdarî got; “Ev pirsgirêka ku ewlehiya netewî ya Misrê eleqedar dike.”

Rejîma Tirk bi awayekî vekirî ambargoya çekan a NY binpê dike, wesayîtên zirxî, balafirên keşfê yên bê mirov sewqî herêmê dike.

Li aliyê din rejîma Tirk dawiya meha Mijdarê peymanekî leşkerî bi Trablûsê re çêkiribû. Peyman ji aliyê meclîsa Tirk a dibin kontrola AKP’ê de jî hatibû qebûl kirin, serî de Yewnanistan, Qibris û Misir jî di nav de gelek welatan nerazîbûn nîşanî peyamnê dabûn. QAHÎRE