25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sistkirina tedbîran xapandinek e!

Vîrusa koronayê (Covid-19) tevahiya cîhanê xistiye bin bandora xwe. Li her welatî geşedan, tedbîr û dane diguherin. Her saeta ku derbas dibe ji bo civakê dibe sedema mezinbûna tirs û fikaran. Li aliyekî bîlanço giran dibe, li aliyê din tedbîrên curbicur tên girtin û her wiha li dijî vîrusê lêkolînên ji bo parzayê (aşî) hene.

Li gel tedbîrên giştî yên dewletan civak, malbat û kes jî li dijî vîrusê tedbîrên xwe digirin. Li gel tedbîran li tevahiya jiyanê vîrus bandore xwe didomîne. Welatên herî zêde di dibin bandora vîrusê de ne jî Amerîka, Îtalya, Îspanya, Fransa û Qraliyeta Yekbûyî ye. Her wiha li gorî daneyên zanîngeha Johns Hopkînsê, li cîhanê di hejmara nexweşan de Tirkiye jî di rêza 7’an de cih digire. Li gorî daneyên dawî jî li tevahiya cîhanê 3 milyon kes bi vîrûsê ketine.

Midûrê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesûs bal kişand ser tabloyên demên dawiyê û raya giştî hişyar kir û got: “Divê em xwe nexapînin. Hê jî rêyeke dûr û dirêj li pêşiya me heye ku em derbas bikin. Dê demeke dirêj ev vîrus li gel me bimîne.”

Şerê li ser maskeyan

Li dijî belavbûna vîrusê li gelek welatan tedbîrên cuda hatin girtin. Di nav tedbîran de bikaranîna maskeyan jî heye. Li hin welatan bikaranîna maskeyan hat ferzkirin. Piştî ev mijar derket pêş li her welatî pirsgirêka maskeyan rû da û di navbera dewlet, şîrket û rêveberiyên xwecihî de pêşbirkek derket holê. Lê asta pêşbirkê gihaşt rewşeke xeternak.

Di nav Yekitiya Ewropayê (YE) de tenê li çar welatan maske, lepik û kincên xweparastinê tên hilberandin. Lê niha ev welat ji bo hewcedariyên xwe hilbêrinê dikin. Nûnerên gelek welatan ji bo malzemeyên tibbî ji fabrîqeyên Çînê bistînin di nav pêşbirkê de ne. Berpirsyarên servîsa gumrukê ya Çînê da zanîn ku ji 1’ê adarê û vir ve ji bo 50 welatî 3.86 milyar maske, 37.5 milyon cilên xweparastinê, 16 hezar cîhazên hilmstandinê û 2.84 milyon amûrên testê firotine. Maliyeta vê firotinê jî bi giştî 10.2 milyar yen ango 1.33 milyar euro ye.

Amerîka, li Bangkoka Taylandê dest danî ser kargoya maskeyan ya Almanyayê û rêveberiya Berlînê ji bo vê yekê pênaseya korsanî kir. Her wiha 6 milyon maskeyên Almanyayê dîsa li balafirgeha Kenyayê winda bûn.  Komara Çekê jî dest danî ser malzemeyên parastinê yên Îtalyayê. Fransayê jî maskeyên ji bo Îtalya û Spanyayê diçûn asteng kir. Her wiha Amerîka jî bi rêya navbeynkaran bi 3 caran li nirxê maskeyên ji bo welatên din hatine amadekirin distîne.

Ji madeyan jehrî bûn

Bi belavbûna vîrusê re her kesek li gorî zanîna xwe an jî li gorî pêşniyarên dedora xwe dixwaze xwe ji vîrusê biparêze.  Bi rêya medyaya civakî û amûrên ragihandinê, kesên zanyar û ne zanyar jî gelek pêşniyarên malzemeyên paqijî û dezenfekteyê dikin. Lê belê gelek pêşniyar ji zanyariyê dûr in û dibin sedema xetereyên mezin ên tenduristiyê.

Pêşniyarên ji bo malzemeyên dezenfekte û paqijiyê tên kirin bû sedema mezinbûna sektora paqijiyê û ev yek jî tenê feydeyê da bazirganan. Di heman demê de jî daxwazî û pêşkeşî bû sedema buhabûna wan malzemeyan.

Niha bi milyonan kes li dijî vîrusê li malê dimînin. Ji bo paqijiya mal û paqijiya kesî hewl didin. Êdî fikara nexweşiya koronayê derketiye asta herî jor. Li malê gelek cureyên malzemeyên dezenfekte û paqijiyê tên bikaranîn. Ev tişt jî bi xwe re rîska jehrbûnê anî. Li gorî rapora Navenda Têkoşîna Li Dijî Nexweşiyan a Amerîkayê (CDC) ji çileyê heta adarê ji ber bikaranîna madeyên paqijiyê û jelên hîdroalkolîk ên paqijiyê li Amerîkayê 45 hezar û 550 kes jehrî bûne.

Xweza û îzolasyon…

Zêdebûn û mezinbûna santralên nukleerî, ceribandinên çekên nukleerî, şerên herêmî, ceribandinên radyoaktîf, mayînên materyalên radyoaktîf, febrîqayên mezin û agirên daristanan bûn sedema texrîbata xwezayê. Bi vîrusa koronayê re kriyarên mezin ên endustriyê hatin rawestandin. Ev tişt kêm be jî bandoreke erênî li ser xwezayê kir û bi pêvajoya karantînayê re jî xweza kêm be zindî bû.

Her wiha niha bi milyonan kes li malê kar dikin, enerjiya ku li kargeh û febrîqeyên mezin dihat xerçkirin kêm bû. Ev yek bi xwe tesarûfê anî û bû sedem ku santralên ceyranê zêde nexebitin.

Welatên bi pirsgirêka gemariya hewayê re rûbirû bûn bi vîrusê re hewa wan paqijtir bû. Ger û geşta bi rêya balafiran dihat kirin rawestiya. Her wiha di rojên karantînayê de jî bikaranîna maşîneyên ferdî ji sedî sed kêm bû. Vê bandor li hewayê kir. Li gorî daneyên Ajansa Feza û Hewayê ya Amerîkayê (NASA) li Çîn, New York, Îtalya û Hindistanê gemariya hewayê kêm bûye.

Li gorî daxuyaniya Ajansa Fezayê ya Ewropayê (ESA), qenalên Venedîka Îtalyayê yên li cîhanê bi nav û deng in, di dema karantînayê de paqij bûn û masiyên ji ber gemariyê xuya nedikirin, dîsa xuya bûn.

Fitar û nimêja bi komî nayê kirin

Civata misilman meha Remezanê di pêvajoya vîrusa koronayê de pêşwazî dike. Ji ber vîrusa koronayê li welatên Rojhilata Navîn tedbîra mayîna li malê heye. Ji ber vê yekê di meha Remezanê de fitara bi hev re, nimêja komî û serdana bajarên ji bo îslamê pîroz in dê neyên kirin.

Li Erebistana Siûdî, Misir, Lubnan, Sûriye, Iraq, li Fasê û Tirkiyeyê meha Remezanê yekem car bi rengekî cuda hat pêşwazîkirin. Rayedarên Siûdî li dijî belavbûna vîrusê serdanên li Mekke û Medîneyê hefteya borî rawestandibûn. Her wiha hat diyar kirin ku serdanên hecê yên salane ku dawiya meha tîrmehê tên kirin îsal ji aliyê Erebistana Siûdî ve hat taloqkirin. Rayedarên Riyadê bang li misilmanan kir ku amadekariyên xwe yên serdana Mekkeyê taloq bikin.

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, tedbîrên mayîna li malê çalakî asteng kiribe jî li pêşiya girtina rojiyê ya misilmanan ne asteng e. Lê belê pêşniyar li misilmanan kir ku guh bidin pêşniyarên doktor û zanyaran.