Sêşem, Nîsan 20, 2021

Siûdî xwe davêje bextê Îsraîlê

Êdî wekî berê nûçeyên hevdîtinên di navbera Îsraîl û Erebistana Siûdî de nema dibin mijarên sereke û girîng ên rojnameyên erebî û îsraîlî jî. Ji ber ku di dema dawî de hejmara van hevdîtinan gelek zêde bûye.

Ev demek e, Siûdî hawara xwe digihîne Israîlê da ku navbênkariyê di navbera wê û desthilata Amerîkayê ya bi serkêşiya Joe Biden bike.

Siûdî dibîne ku bi vê siyaseta nû ya hikûmeta Biden dê Îranê gavên din ên xurt ji bo pêşxistina çekên nukleerî biavêje û gefa li ser Siûdiyê û berjewendiyên wê yên li Rojhilata Navîn gelek zêdetir bibin.

Ne tenê Siûdî lê Îsraîl jî metirsiyên wê hene ku bi rêveberiya nû ya Biden re têkliyên di navbera Amerîka û Îranê de bibin wekî berê û li ser bernameya nukleerî li hev bikin. Her wiha rêveberiya nû ya Amerîkayê ji berê bêtir li ser dosyaya binpêkirina mafê mirovan a Siûdiyê raweste.

Lewre jî hevdîtinên di navbera rayedarên Îsraîl û Siûdiyê de dema dawî zêde bûne.