spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şivan Perwer û daxwazên me!

Kakşar Oremar

Salên dirêj e, Şivan Perwer navekî naskirî ye û karê wî weke dîrokeke nêzî 50 salan li ber çavan e. Ji civata hunermendên kurd kes bi qasî wî navdar nebûye û nîn e. Sedemên vê yekê jî gelek in, lê dengxweşî û qêrîna wî ya ji bo doza Kurdistanê dema li Bakur înkar û siyaseta asîmîlasyonê gihiştibûn asta xwe ya herî dijwar, du sedemên sereke yên vê yekê ne. Ger di qada dengbêjiyê de Evdalê Zeynikê xwendingeha wê xana hunera kurdî ya dewlemend be, Şivan Perwer jî xwendingeha herî binav û nîşan a hunera perotestokirinê li hemû Kurdistanê ye. Elbet beriya wî jî hinek hunermendên naskirî hebûne ku stranên siyasî gotine, lê sînorên Şivan berfireh û Kurdistanîtir in.

Berî demekê çaxê Şivan bi rêya hevpeyvînekê di NRT’ê de behsa xwepêgehandin û hevaltiya xwe bi Abdulah Ocalan re kir, hinek kesên qaşo siyasî û siyasetmedar gotinên wî berovajî kirin û li dijî nêrînên wî ketin ger û xebatê. Yek bi yek çûn û ji nêz ve bi mezin û kesayetiyên malbatên weke Bedirxanî, Qazî, Şêx Seîdê Pîran û hwd. re axivîn, ew razî kirin ku li dijî Şivan peyamên xwe yên dijberiyê belav bikin. Şivan behsa axa, şêx û begên xayîn kiribû lê necamêrên bi rêya PDK-Iraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê jiyana xwe ya rojane derbas dikin, bi siyaseteke bêexlaqane û fesadîbaziyên xwe mezinên malbatên naskirî razîkirin ku li dijî wî biaxivin.

Bingeha vê pirsgirêkê gurbûna agirê xwe yê berdewam ji vira stand. Ew qaşo siyasetmedar û xwediyên partiyên ser kaxezê lê di rastiya xwe de bêkar û bar tenê li dijî vê helwesta Şivan Perwer û wesfa wî ya ji bo kesayetiya Ocalan ketin liv û lebatên li dijî vî hunermendê kurd.

Di vê nivîsê de ez weke kesekî ji nêz ve hunermend Ş. Perwer dinasim, yê di çend xalên jêr de nêrînên xwe li ser daxuyaniyên wî yên vê dawiyê binivîsim. Dibe hinek kes û di nav wan de Şivan bixwe jî ji van nêrînên min nerihet bibin, lê ez li dijî durûtiyê me û li gor min rastî çi ne li vir weke hevalekî jidil bi we re jî parve dikim:

–           Hunermend Şivan Perwer li dijî hinek taboyên civaka me diaxive lê awayê vegotinê jî hunerê dixwaze. Her gotinek dema xwe û her karek jî cihê xwe heye. Ew dikarîbû bi zimanekî sadetir biaxive ku civak bi giştî û kurdên êzidî jî bi taybetî baştir ji daxwazên wî fam bikin. Hinek peyv di axaftinên wî de hene ku xelkê qet nebihîstine, îcar çi bigehe bi famkirina wate û şiroveya wan!

–           Guherandina bîr û ramanên civakeke xwedî ol û çandeke çend hezar salî ye, wiha hêsan nîn e. Kurdên êzidî di dîroka Kurdistanê de xwedî çanda herî dêrîn û kevnar in ku li pey hatina îslamê rastî zilm û zordariyên bêdawî hatine. Zilma heta di sedsala 21´î de niha jî berdewam e. Fermana Şengalê li pey hatina DAIŞ‘ê hîn jî birîneke bêderman û nekewandî ye. Li rex vê fermana tije hovîtî gere ji bîra me neçe ku li dijî kurdên misilman jî tevkujiyên hovanetir hebûne: Helepçe, Enfal, Dêrsim, Geliyê Zîlan, Agirî, Qarine û Qelatan û dehan nav û deverên din ku pê re sedanheza kurdên sûnnî, elewî, êzidî, yaresan û hwd. bi destê cîranên xwe yên misilman hatine kuştin. Bes wê demê bila bê bîra me tevan ku ji dijminê dagirker re li vira tenê “tunekirina kurdan” girîng e, ol, dîn û mezheb an jî bawerî jê re girîng nîn e.

–          Şivan dikare tenê bi rêya hestên xwe yên hunerî, saz û awazên xwe yên xweş jî her cure peyama dixwaze bigehîne guhê gel. Axaftinên wî bi rêya newa û melodiyên lîrîk jî dikarin bandoreke kûrtir û mezintir li ser hestên me ava bike.

–           Şivan Perwer ji roja dest bi karê hunerî-siyasî kiriye, kesekî reformxwaz e. Ji dil hemû hewlên xwe dane ku zîhiniyeta civaka me biguherîne. Di vê qadê de jî çi guman tune ne ku zêdetir ji gelek partiyên siyasî li Kurdistana mezin xwedî ked û bangên hişyariyê ye.

–          Şivan hinek axaftin û gotinên xwe rast dibêje, bi taybetî dema behsa şêxên muhafizekar dike. Çimkî piraniya şêx û axa, beg û xanên me di hemû olan de, tim xayîn û sedemeke paşkeftina civakê bûne. Doza me ya sedan salan li kêleka sedemên din bi rêya xiyanetên wan ên piralî biserkeftî nebûye. Şivan di etmosfereke wiha de ku axa û şêx li dijî feqîr û hejarên kurd xwedî roleke negatîv bûne li Rihayê mezin jî bûye. Kompleksek wiha li dor dijberiya wî ya li hemberî axa û şêxan jî ji vira tê. Neheq jî nîn e, lê awayê vegotin û bikaranîna peyvan li ku derê, kengî û çawa jî girîng e ku mixabin Şivan di vê hunerê de zêde nizane tevgerê bike.

–           Vê carê bi van daxuyaniyên Şivar Perwer re gelek rastiyên civaka me jî bi awayekî zelaltir rûyê xwe dane aşkerakirin:

a.   Asta rewşenbîriya me ya civakî çiqas nizim e dema di bersiva gotinên wî de dujîn, sixêf û gotinên pir erzan weke barana biharê li der û dîwarên tûrên civakî dibarin.

b.   Rola negatîv ya ragihandina me ya azad û girêdayî partiyên siyasî li çar aliyên welat di şertên wiha de baştir aşkera dibe ku mixabin nekarîne sewiya kultûra tolerans û rêbazên diyalogê bilindtir bikin. TV û saziyên ragihandinê yê bi qasî bûdçeya welatekî dolaran dixwin bi çêbûna rûdanên wiha re baştir xalên erênî û neyînî yên hebûna xwe aşkera dikin.

c.   Bêdengiya du çînên “hunermend û rewşenbîrên kurd“ (wek hempîşeyên Şivan) vê carê xwedî peyamên girîngtir bû. Di şertên wiha de pêwîst e ew bi awayekî şefaf û bêtirs helwesta xwe beyan bikin û çînên din ên civakê bi niyet û cewhera bang an jî daxuyaniyên wiha bihesînin. Hezar mixabin yên nedikarîn û nekarîne di qada hunerê de bigehin Şivan vê carê di vê qadê de ji xwe re derfet dîtin û jehra xwe him bi ser Şivan de û him jî bi ser bihêzkirina bêtifaqiya civaka me ya rengîn da rijandin.

d.   Dîrokzan û nivîsarên kurd ên êzidî baştir ji me tevan kesayetî û rêbaza Şivan Perwer dinasin. Wan dikarîn hema di hilanîna pêngava yekê ya vê mijarê de wî bi hesasiyetên civakê li dor pirsên dîn û zewaca êzidî û misilmanan û hwd. bihesînin. Ji hêla din jî dikarîbûn bi peyameke kurt dengê kesyperestên dixwazin kurdên êzidî ji kurdên din cuda bikin, bibirin. Di şertên wiha de tenê wijdan û exlaq dikarin berçêla xwediyên xwe bigirin.

e.   Hinek kesên xwestin bêked û zehmetî şûhretek kazib û sexte bidest bixin bûn qehremanên qada facebook, twîtter û youtubeyê. Piraniya wan bêyî dîroka ked û xebata însanekî dîsa bi bîra xwe bînin û rewşa civakê bêtir fam bikin, tenê karîn birînê kûrtir bikin û mirovên xêrxwaz nebûn.

f.   Şivan baş an xerab, durist an jî çewt nêrîn û peyamên xwe belav kirine, lê ez nizanim kesên di asta herî nizim û bi awayekî dûr ji orf û adetên me kurdên êzidî û misilman behsa jin, dayik, xwişk û hemû sînorên terbiyeta civakî têperandine, çawa dikarin behsa dîn û olan bikin? Em çima nikarin mijara ji hev cuda bikin?

Rewşa îro ya kurdan û daxuyaniyên Şivan Perwer

Di roja îro da hemû gelên cîhanê xwe rêvîngên siwarbûyî di nav banê keştiyekê de dibînin û li pey rêbazekê digerin ku li hemberî vîrusa Kkoronayê rêyeke çareseriyê ji bo berdewamiya jiyanê peyda bikin, lê mixabin em kurd jî di gelek qadan de bi canê hev ketine. Sivkatî û dijûnên namûs û şerefê li dijî hev dengê herî bilind yê me ye! Li vira bi pêwîstî dizanim bêjim ku:

–         Di vê rewşê de awayê vegotina vê mijarê ji hêla Şivan Perwer ve xizmeta hevgirtina kurdan nake. Ger banga Şivan bi giştî li dijî hemû çewtiyên civaka me kurdan (misilman, êzidî û yên din) bûye, hingî bawer im reaksiyonan ê bi awayekî din reng û rûyê xwe bidana xuyanîkirin.

–         Şivan Perwer xwedî hêzeke wisa mezin a hunerî bû ku dikarî bêtir ji hemû saziyên cihanî û kurdistanî bi rêya hêza huner û heza gel weke hunermendekî kurdistanî jê re hebû, hemû partiyên Kurdistana Mezin nêzî hev bike. Lê mixabin wî ji salên 1990’an û şûnda bêtir ji afirîneriyên hunerî berê xwe da ber deriyê hinek partiyên siyasî û dev ji nasnameya xwe kurdistanî berda. Partiyên di van rojên tengaviyê de niha heta bi gotinekê jî piştgîriya wî nekirine(!).

–         Li ser mijara gengeşeyê ger Şivan behsa kuştina jin û keçên misilman (sûnnî, şîe), êzidî û yaresan, bihayî û heta cihûyan jî bikira hingî şîretên wî yê baştir bihatana famkirin, lê kuştina Duayê li gundekî Kurdistanê ku berî 15 salan qewimiye çi peywendî bi vê mijarê ve heye? Ma kêm Îman, Fatma, Eyşa û bi hezaran jin û keçên din bi destê kurdên misilman hatine kuştin!

–         Ji roja Şivan strana Kirîvê got, dijberî ji hêla kurdên êzidî ve li hemberî wî hebûn lê sedema ew helwest li hemberî Mihemed Arifê Cizîrî, Seîd Axayê Cizîrî, Hesen Cizîrî, Seîd Gabarî û hunermendên din nebûye, tenê bendewariyên zêdetir ên hemû kurdan ji wî bûne û bes. Ew li Kurdistanê yek ji wan kesayetiyan bûye ku dîwarên zarava, mezheb û olan ji nav kurdan hilanîne, kurd bêtir di nav sînorên axa wan de bi hev dane nasandin lê ew bixwe çiqas van rastiyên ked, karîzma û nasnameya hunera xwe dizane û dinase, bila ew bixwe bersiva vê yekê bide.

–         Qehreman ew kes in yên pirsgirêkekê çareser bikin, melhemekê ji bo kewandina birîneke xedar durist dikin, lê vê carê awayê vegotina Şivan Perwer têrî famkirina vê pirsgirekê nekir. Peyvên wî bi kar anîne layîqî nasnameya huner û kesayetiya wî nîn in.

–         Şivan tevî mezinbûna hunermendî û hunera xwe ya dîrokî û dewlemend kesekî egoyîst e. Guhdarî dost û hevalên xwe dike lê dawiya-dawî çawa dilê wî dixwaze tenê weke xwe dike. Ji bo mijarên biryare li ser biaxive an jî encam bide bi kesî/ê re şiwrê nake. Kesek xwe “dengê doz û hunera Kurdan” dihesibîne niha jî piştî dehan salan orkestrayeke wî ya ji muzîsyenên profesyonal tune ye! Dema di şertên herî dijwar ên doza kurdên bakurê Kurdistanê de piştî dehan salan dûriya ji axa bav-kalên xwe bi vexwendina Erdogan re li kêleka rêzdar Mesûd Barzanî çû bakurê Kurdistanê, me tevan jê re got vê rîskê neke, lê wî guhdarî kesî nekir û di dema HDP û AKP di reqabeteke giran de li hemberî hev sekinîbûn ew çû û destê Îbo Tatlîsesê talanker û Erdoganê tenê ji bo destkeftiyên rojê ew anîbû Amedê, sekinî. Wî hingî guhdarî kesî nekir lê piştre dema Erdogan êrîşî rojavayê Kurdistanê kir zanî şaşitiyek mezin kiriye, bi xapandkariyên dewleta tirk a înkarger hesiya, hêsirên dilsojiyê barandin û careke din vegeriya nav refa dost û hevalên xwe. Ev mînak tenê ji bo wê yekê ne ku Şivan baştir bizanîbe dost û dijminên wî yên rastîn kî ne û li ku derê ne.

–         Şivan Perwer dijminê kurdên êzidî nîne û bila kes vê rastiyê ji bîr neke ku ew zarê doza Kurdistanê ye. Ji nedarî û îmkanên herî kêm bi hez û hêza xwe ya bêrawestan bûye pareke dîroka me ya hunerî-sîyasî. Bila kurd tev û tim vê rastiyê ji bîr nekin.

–         Şivan Perwer jî gere van rastiyan ji bîra xwe nebe: Ola yezdayî yan jî êzidiyan biqasî 5 hezar salan kevin û dînê me yê yekemîn e ku dîrokê di nav rûpelên xwe de li ser navê kurdên esîl tomar kiriye. Ji dînê êzdiyan dînên: xiristiyan, cihû û misilmanan welidîne. Hezaran sal berê em Sumerî, piştre êzid û sasanî bûn lê îro navê netewa me kurd e. Em tev li ser wê axê dijîn a ku niha jî navê wê Kurdistan e. Kurdên êzidî 5 hezar sal in ku ew mîrateya giranbuha ji me re parastine û Lalişa Nuranî bila perestgeha me hemû kurdên resen û hemû Kurdistanê be.

–         Ez bi hemû hêviyên xwe yên bêdawî û xweziyên ji bo Kurdistaneke serbixwe û azad ji we tevan rica dikim ku di van şertên dijwar û gerdûnî de yekdengî, yekitî û tifaqa me bila di ser hemû kar û erkên me yên din de be.