spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şivanê gule lê reşandin winda ye

Li Gundê Marînusê yê navenda Colemêrgê şivanê bi navê Îsmaîl Kaya ku pezê xwe diçêran, eskeran gule li ser wî barandin. Li mezra Kutus a Gundê Marînûsê ya Colemêrgê Şivan Îsmail Kaya, dema li nêzî gund pez diçêran, ji qada eskerî li ser wî gule hat barandin. Piştî eskeran gule reşand, agahî ji şivan Îsmail Kaya û pezê wî nayê girtin.

Xwediyê pez Vahit Kaya anî ziman ku saet di 16.20’an de bûyer pêk hat û wiha got: “Îsmaîl Kaya diyar kir ku eskeran li ser wî gule reşandiye û pezê wî teriqî ye. Nizane dê çi bike. Em agahî ji Îsmaîl nagirin.

18 roj berê dema dîsa Hamit Kaya, Kemal Kurt û Mehmet Duman ên çûbûn cem pezê xwe, eskeran li ser wan gule reşandibûn. Eskeran li wan xistibûn û neheqî li wan kiribûn.