18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Siyabend an jî qeder-1

Mijara tolhildana ji qederê di çîroka Siyamend (Siyabend) û Xecê de pir bala min dikişîne û ez serê xwe li ser pir diêşînim. Siyamend dibêje felekê yan jî qederê bavê min kuştiye, ez ê herim heyfa wî hilînim

Siyabend, Siyamend, Sîehmed… Siyabend û Xecê, çîrokek çîrok-kilamek bi nav û deng a welat û civaka me ye. Nizanim ji ku dest pê bikim (.) Lê ez a dilê xwe ji serî de bibêjim; naveroka vê destanê bala min gelekî dikişîne û ez serê xwe li ser pir diêşînim. Çawa mirovek diwêre bibêje “ez ê li qederê, li felekê bigerim û heyfa xwe jê hilînim!” Ev tiştekî pir balkêş e. Dem û dewrana wê jî balkêş e.

Ev çi wêrekî ye?

Ev navdixwedan, qaqibo ne tiştekî ketûber e. Nexasim li Rojhilata Navîn, li civaka  kurd a pir bi qeder, bawerî û ruhiyetê ve girêdayî ye. Dema wê jî kevn xuya ye.

Nizanim; di wêjeya cîhanê de tiştekî wisa heye gelo? Cahiliya min bibexşînin!

Belkî hûn bibêjin ev ehmeqî yan jî tiştekî ketûber e, lê bi ya min na! Aliyekî felsefîk ê kûr û şopên çînî, nexasim ên neteweyî jî tê de hene. Mirov divê li ser kûr û dûr bifikire.

Jêder hene. Jêder bêtir dengbêj in. Her yekî li gorî herêma xwe şêwe dayiyê, lê hin tiştên bingehîn hene û bingeha sereke lêgerîna li qederê, li felekê û ji bo heyfhilanînê ye.

Pêşî dixwazim rewşa çend vegotinên dastanê rave bikim.

*Dengbêj Mistefa bi kilamî dibêje; “Siyabend zû sêwî dimîne, li ber destê Ap û Apojinê bi perîşanî dijî. Paşê dibe golikvan, lingê golika pîrekê dişikîne û terkîdiyar dibe. Xocê Xizir tê xewnê, dibêje: Tu Siyabendê Silîvî yî û xwediyê hesp, şûr û mertalan î. Siyabend jî dibêje: Li gel ku felekê yan qederê bavê min kuştiye, ez ê herim heyfa wî hilînim…” û kilam wekî gelek agahiyên ku me bi dest xistine didome.

Dengbêj Sidiqê Qarliova

Dengbêj jî bi kilamê diherikîne  destanê: “Xecê û Siyabend meraqliyê hev bûn. Heft salan li dû hev geriyan. Xwedê Teala nesîbê wan gihand hev. Siyabend Xecê revand, bir serê çiyayê Sîpanê Xelatê. Serê xwe li ser çoka Xecê danî û got: Xecê xewa min tê. Ez ê hinekî rakevim û paşê rabim em ê derdê xwe ji hevdu re bibêjin.” Û destan didome. Hin guherto wiha ne. Xecê dibêje: “Gakovî ji te jêhatîtir bû.” Îcar Siyabend pesnê xwe dide û li ser vê gotina Xecê bi pey gakovî dikeve. Li vê derê başbazirgan Hecî Bedirxan Beg e, dost û birakê wî; Qeregêtiran, hespê wî; Demîrqirê Şêr e.

*Dengbêj Hecî Izêrê Dengizî wek guhertoya Sûrgiciyan dibêje; “Sîehmedê Silîvî û Xeca Bir (l)îvî…Sîehmed û Xeca Birîvî” Birîva gundekî herêma Dêrevera ya Stewrê ye. Qala Şikakiya Xecê nake. Kilam û vegotina meseleyê ji serê Sîpan dest pê dike… Wekî din jî dişibe guhertoya (wersiyona) Serhedê ya ku Ahmet Aras ji Dengbêj  Sebrîkoyê Xellêyî (ku ji gundê Xellê ye) û Hisênê Bilokî (2)..

*Nivîskar Adar Jiyan qal dike û wiha dibêje: “Xortekî qeşeng û çalak e. Nêçîrvan e. Di qontara çiyayê Sîpanê Xelatê de nêçîrê dike.

Navê wî Siyabend e. Bi eslê xwe Silîvî ye. Her kes wî wekî Siyabendê Silîvî dinase. Siyabend, di nav nêçîrvanan de xortê her bedew, dilsoz û dilawer e. Dilê wî dikeve Xecê. Xecê jî keçeke heta bê bes bedew e. Bedewiya wê bi nav û deng e. Yên Xecê dibînin, ji xweşikiya wê pêv qala tiştekî din nakin.

Ji zû de, dilê Siyabend Xecê girtiye. Bêyî wê, hedana wî nayê, tebata wî nabe. Dilê wî heye Xecê bixwaze. Xortekî lihevhatî, qeşeng û mêrxas e. Belê lihevhatîbûn û mêrxasiya wî ji bo xwestina Xecê ne bes e. Ji ber ku li wê herêmê tu jin, bi xweşikiya xwe nikarin lingê xwe li lingê Xecê bixin; qelenê wê pir giran e…” di berdewamiyê de diyar dibe ku dilê Xecê jî bi ser Siyabend ve ye lê mala feqîriyê xera bibe… Û hevdu direvînin, derdikevin serê Sîpanê Xelatê. Vegotin ji vira û pê ve dişibe destana ku em dizanin. Wek ku Adar Jiyan destan rojane kiriye.

Adar Jiyan ev guherto girtiye:

“Siyabend nêçîrvanekî  bi tîrkevan î sivik bû

Mêrekî bi sed mêran bû

Evîndarê Xecê bû

Xecê xwişka heft bira, dotmama dozdeh pismaman bû

Dema ku evîna herdu evîndaran di nav êlê de bela bû

Bavê Xecê, berî ku bira û pismam evîna Xecê bibihîsin rabû

Ji bo ku her du evîndaran nekujin li meselê dabû

Nîkaha wan li ba melê birî bêyî bira bû

Berî ku bira û pismam bibihîsin berê wan dabû

Sîpanê Xelatê jê pêv tu çare nemabû

Rojekê Siyabend li bin siya darekê dikeve xew. Kalekî rîspî di xewna xwe de dibîne. Kalo, dibêje: “Tu yê bibî pêlewanekî hêja û li vê herêmê navûdeng vedî. Belê dê dostekî te çêbibe, û dê ew jî  dostê te jî bibe pêlewanekî mîna te.  Hûn ê  destê xwe bidin hev û pevre  bigerin. Her wiha hûn ê li hemberî kesên neheq û zilmdar şer bikin. Dê ew dostê te, qet  ji gotina te dernekeve û dê tim bi ya te bike.” Destan li ser vê şêweyê didome. Lavayiya Pîrê wek guhertoyên din e. (3) Lê wek ku ji belayê revîn, lê belayê jênegerîn dide zanîn ku ew wek gelek mîtolojiyan e. (4) Dîsa navê leheng, hesp, şûr di vê vegotinê de nîn e.

Di  Sînemayê de ev çîrok

Di 1992’yan de li ser “Destana Siyabend û Xecê” filmekî sînemayê hate kişandin (çêkirin). Senarîstê wî Husyîn Erdem, derhênerê wî Şahîn Gok bû. Li ser navê Siyabend Tarik Akan û li ser navê Xecê jî Mîne Çayiroolu dilîstin.

Ji ber ku min fîlm temaşe nekiriye, ez ê fîlm rave nekim.

II

Pirtûka Ahmet Arasî

*Siyabend û Xecê ya Ahmet Arasî; wek pirtûk hatiye çapkirin. Di pêşgotinê de wisa dibêje; “…Min ev destana ji Sebrîkoyê gundê Xellê girt. Gundê wî li ser navçeya Milazgirê ye…”

Tiştên  ku di  pirtûka Arasî de derdikevin pêş ev in. Siyabend wek ku dibêje: “Bela hate serê min; min nedixwest belê ji ber wê jî nereviyam.” Peyva “Roja ku sed û yek bela nîn bin, ew ne roj e” “Qeda serê sibê bela êvarê me” yanî dixwaze bibêje, belayê hat ez dîtim. Bi vê şêweyê rewşa Babek û Şêx Bedrettîn tîne bîra mirov. Lêgerîna felekê tiştekî razber e. Bi saya Qedê û rewşa şênber armanc hinekî biguhere jî, berê xwe didin alîkarê wê (Rp.20).  Dîsa armanc felek û tolhildan e…

Dixwazim çend têbiniyên Arasî parve bikim;

  • “Ez dawiya havîna 1971’ê de li Şamê bi Îzet Axayê Dêrikî ra hevnas bûm. Xalê Îzet (Bavê Reşat) ji folklora kurdî haydar bû. Me li ser destana Siyabendê Silîvî jî sohbet kir. Xalê Îzet digot: ‘Birango, zanî di vê destanê de tiştê ku bala min dikişîne çi ye? Serhişkiya mêrxasê me ye. Mêrxasiya Terzê Kurdî… Mêrxasê me ketiye pey felekê, şerê felekê kiriye.”(Rp.5)
  • “Ap û amojinê mîna dijminan rika xwe kutabûnê, nedihiştin ku Siyabend serê xwe bilind bike… Siyabend…. got: Xwezî ez însan nebûma yek ji wan kûçikan bûma. Ev çi bextê nebaş, ev çi qedera reş e ku bûye para min! Gelo kê ev qedera reş kiriye para min?…

Carcaran Siyabend ku diçû nav gund, dilê jinên cînaran pê dişewitî, digirtin kerîk nan didanê. Paşê ji hev re digotin: Lêlê xwengê, felekê çerxa wî ters zivirandiye, qedera wî reş kiriye. Kî dikare qedera wî biguherîne? Em çi bikin!” (Rp.7-8)

  • “Şivan got: Felekê qedera te reş kiriye kurê min!”(Rp.13)
  • “Siyabend ji gund qetiya;

Li Hêşînboz siyar bû Siyabendê Silê,

Li pişta xwe girêda Lahorê Qetlê,

Berê xwe da Welatê Serhedê,

Bi hêrs û gef kete pey Felekê.

Got: “Berî ez destbirakê xwe bibînim,

Em ê lê bigerin, wê li cîkî biqefilînin,

Heyfên kevn û teze jê hilînin,

Merama dilê xwe bi cî bînim.”

Siyabend di rê de lezand,

Riya heft rojan di rojekê de qedand,

Menzîla dirêj zêde nekudand,

Xwe bi Geliyê Bidlîsê re gihand. (rp.17)

-Qedê got: “Bira kî ye ew dijminê xayîn?”

Siyabend got: “Felek e!”(Rp.20)

-Qedê got: “Mekrûme bela, hemî tu li ecelê xwe digerî, erê min dît. Li Mêrga  Gulistanê kenekî mezin ê terikandî vegirtiye. Dûyekî zirav jê dikişe ; herhal ev kon, konê felekê ye.”

Siyabend bi dengekî bilind got: “Wele eva hema konê Felekê ye; felek bixwe jî tê de ye.” Û ew kon, konê Xecê bixwe ye! Di xewna xwe de Xocê Xizir dibîne; ew rewşa wî tîne ziman, jê re hesp, şûr û mertal tîne. Navê hespê wî; Heşînbozê Surê, navê şûrê wî; Lahorê Qetlê, navê hevalê wî; Qedê- Qedeqêtiranê Salê, Kurê Hemê û Zemê ye. Navê Qedegêtran balkêş e, yanî tim qezayê (qedayê) tîne. Her sal qedayekê tîne; Qede+gêtran(Ji tirkî niziliye)+ ê salê (di salê de tim qedayî wî hene). Ev yek wekî biwijekê derbasî zimanê kurdî û her wiha çanda kurdî  bûye. Wekî nimûne; ji bo kesekî nehs ê ku mirovan aciz dike re dibêjin: “Qeda bi te keve!” an jî, bila qeda bi te bikeve qey ku aqilê te were serê te.”

Rewşa kûviyan û ya jinê ya li Sîpan jî hêjayî nirxandinê ye. Ev bûyer rewşa jinê û nêrîna civakê li ber çavan radixe; ku jin di civakê de çawa tên dîtin? Vêya jî wekî ku jin ajalek be; qelsî, lewazî û kêmanî jê re rewa tên dîtin. Giriyê Xecê û  nêrîna wê ya li kûviyan ne tiştekî ji rêzê ye.

*Siyabend û Xecê ya Ronî War, wek roman hatiye nivîsîn.

Ji ber ku roman e, bi ya min aliyê wê yê destanî jî heye. Belê ew alî zêde ne li pêş e. Peyama lêgerîna felekê û ya tolhildanê jî di nav xumamê de maye. Nehsî û xerabiya Siyabend bêtir derketiye pêş. Helbet, ev li ser wersiyona (guhertoya) herêmê hatiye hûnandin. Siyabend, li gorî tehdeya ku ji ber xerabiya wî lê bûye û tolhildana xwe  ya ji ber xisara ku ji hêla mirovan de gihîştiyê ji bo xwe wekî mafekî rewa dibîne. Helbet li vir bandora ku Xoceyê Xizir di xewna xwe de dibîne jî heye ku felek xwe bi reşbînî û rewşeke xerab şanî wan dide û hişê wan tevlihev û şolî dike. Ango wekî ku bi qedera xwe qayîl bibin…

Çend mînak

– Car caran axîna ji felekê, tê ser zarê Siyabend, “Felekê, xayînê çima te li min wa kir? Hey felekê, xayînê te dê û bavê min ji ber çavên min wenda kir. Te ez kirim sêwiyê ber destê zalimê ap û amojinê. Binêre serê min gurî bûye, gurîbûnê xwe berdaye heta nav pişta min. Ji ber vê zilma ap û amojina min êdî deyaxa min nema. Felekê bêbextê ma çi heqê te li min heye!” (Rp.20)

– Wexta ku Siyabend taştiya apê xwe dixwe, bangî felekê dike; “Xayînê vaye min zikê xwe bi nan û şorbê têr kir. Gelo îro mirin bi bala kê tê.”(Rp.24)

– Siyabend zikê xwe ji goştê gayê sor têr kir. Bangî felekê kir û got: “Hey felekê xayînê vaye îro min carek din jî zikê xwe têr kir, kanî mirina malik xerab tê bîra kê.” (Rp.30)

– “Pîrê ji kezeba kûr qêriya û bi wê hêrsê ji Siyabend re got: Lawo ez ji Xwedayê jorîn hêvî dikim ku keleşê çiyayê Sîpanê Xelatê, Qeregêtranê Salê bi ser te bişîne û bila heyfa me feqîran ji te hilîne.” (Rp.95)

– Siyabend û Qeregêtran bi xewnê û saya Xocê Xizir hay ji hev dibin.

– Ya Kalê di xewnê de, ya Xoceyê Xizir, hêviya min ma xewna nîvê şevê. Qey ew ê rojekê birakê min Siyabend heyfa min ji viya hilîne li darê vê dinyayê. (Rp.103)

Dîsa lêgerîn û heyfhildana ji felekê wisa tê holê:

– Qeregêtran, ez tîr û kevanê xwe li ba kim, ez ê li erdê xim erdê bi du ciyan kim, ez ê feleka xayîn jê bi xuya kim, ez ê bipirsim bê  ka çima te dê û bavê me ji me stand. Em li ber destê ap û amojinê hiştin. Ez ê vê çîrokê û vê merselê jê sewal bikim. (Rp.104-105)

– Piştî ku bi qeder-feleka wek reşikî rû bi rû dimînin, dimînin heyirî… Ew dibêje: “…. Tiştekî ku ji destê min bê tune ye. Li qedera kê çi nivîsandibe ew tê serê wan. Her kes jî diavêje stûyê min feqîra Xwedê. De vaye we felek dî, de îcar bihewin û ji xwe re vegerin lawo.”(Rp.116)

Lê qeder-felek berê wan dide Mêrga Gulistanê. Li wira Xecê, Xeca Gulîsor heye..!

Navê bavê Siyabend, Qasim e, ev cudatiyeke ji guhertoyên din e. Çeka pêşî Çîpa Devê, paşê Lahorê Qetlê. Navê hespê wî Demirkiranê Xeybê ye. Hevalê wî, Qeregêtran e, ev jî wek ku ji tirkî nizilî be; Qere+gêtran, yanî  reşbînî û xeterê tîne bîra mirov.

Xewn, ger û heyfa ji felekê… Xocê Xizir, gurîtî û por hatin, sir, eşîra Xecê, Şikakî, şerê bi birayên wê re û hwd… tiştên hevpar û cuda hebin jî dişibe versiyonên din… (didome)

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê