Rojnameya Heftane

Siyabend an jî qeder 2

III

Beriya ku fikr û ramanên xwe parve bikim; dixwazim li vir guhertoyên hevpar binivîsim.

Hevparî: êtîmî, şikestina lingê negona pîrê, tehdeya ap û amojinê, rev, xewn…

Çek: Çîpê devê – Lahorê Qetlê (Ronî War), Xocê Xizir, hesp, şûr… Di hin guhertoyan de; hesinek di qurmekî de heye kes nikare derxe, Siyabend derdixe dike şûr…

Navê hespê û Qedê hinekî guherbar be jî dişibin hev. Tenê Selîm Temo di nivîsekê de navê hespê Siyabend wek Daybelqiran bi nav dike, min jî ji çend dengbêjan wisa bihîstiye.

Dara di navbera Xecê û Siyabend a dema mirinê de, Dara Benîştokê ye. Her bihar du gulên sor li wir şîn tên; di navbera wan de jî gulşîlav-şîlaneke dirêj dibin, bi serê Sîpan dikevin, kovî-kêvî-pezkovî tên wan diçirpînin.

Di dawiya destanê de tacir heye; bi şertê ku dest bavêje Xecê, dixwaze werîs bidiyê. Belê Xecê ji ber destavêtina têcir direve û xwe diavêje ser Siyabendê xwe. Ev bûyer, bêtir di guhertoyên devkî de derdikeve pêş.

***

Dema mirov bi gelemperî destanê dixwîne yan lê guhdarî dike, hestên pir giran mirov radipêçin, mûyên canê mirov dibin şûjin. Qeder, felek û qedera neteweyekê, wek şerîda rêzefîlmekê di ber çavên mirov re derbas dibe û dibe wekî şîşeke sor a weke tu di nav dilê mirov re derbas bikî.

Sêwîtiya ber destê ap û amojinê çîna civakê (ango civaka çîndar) li ber çavan radixe ku bindestî tiştekî çi qas zor û zehmet e. Serdest vê yekê her tim wekî “karê beradayiyan” dibînin an jî wekî “îşê çîprûtan” şîrove dikin. Belê bi rastî ev ji bo bindestan “mît”, “mîtolojî”, “destan”,  “xeyala wekheviyê”  û “lehengiya gel”  bixwe ye. Şibandina gakoviyê gurî, nêrîna li hejar û bindestan, yanî nêrîna li bindestan e. Belê li aliyekî jî nêrîna li qedera jin-jînê ye. Wesifandina qedera gelê kurd e jî…

  • Dîsa zordariya ap û amojinê mirov dibe beriya mîladê; dema têkçûna xanedana Medan û serdestî-zordestiya Persan; Astiyag, Harpagos, Kûrîş, Magi, Gomate, serhildan… Ew qeder hê didome, ew zincîra bindestiyê bi temamî neşikiyaye. Ap û amojin, kodên mirovantiya Persan û mêtingeriya wan in; serdest û bindest çiqas guherîbin jî serdestî û bindestî her berdewam e. Siyabend qodê serhildanê ye û heta niha, encam her tim Sîpan e û Xecê xaka qedîm e, welat e, Kurdistan e, dê ye, jin e ku îro jî jiyana wê malkambaxa darê şikestî ye. Ligel guherînên nû yên pîroz, jixwe hêvî xurt e. Rewşa edoqewm, antax, malpirên şirîkên serdestan jî destan zelal dike.
  • Hestên Siyabend ên dema ku Qedê girêdidin jî bixweneewletî, tirs, dexesî û çavnebariya kurdan e. Hê jî em neyarê hev in, ji hev hez nakin lê heyranê xerîb û serdestan in! Ev qodên astengiya yekitiyê ne, mîna rewşa îroyîn…
  • Gera li felekê, xwesteka tolhildana jê û nerazîbûna ji qederê ne tiştekî ketûber e. Rihê gera li azadiyê, riya evînê, fêmkirina hebûnê, şika ji rewşê, reva ji derew û kemînan e; xwesteka xelasiya ji bindestiyê, xwesteka dawîlêanîna mêtingeriyê ye. Raman, felsefe, watedayîna jiyanê, gera li heqîqetê ya kurdan û reh û riya dîrokî sembolîze dike ku ev hê jî bi çendîn veguherîn û çendbareyan didome. Belê Siyabend belkî jî qeder bixwe ye; ango qedera kurdan e!
  • Em hêvîdar û bawer in ku vê carê encam ne hevrezana Sîpanê Xelatê lê pîroziya newrozan a dawet û dîlana Siyabend û Xecan, ên milyaketên çiyê, lehengên gel ên hemdem be. Hêvî newroza kurdan a newroza gelan û wekheviya jiyanê newroza gelên Rojhilata Navîn e.
  • Guherîna guhertoyan û vegotina li her derê welêt, nasnameyeke neteweyî dide destanê. Wek ruhê hevpar ê gel e, ango ruhê hevpar ê gelê kurd e.
  • Mêrxasiya Siyabend, mêrxasî û lehengiya gelê kurd e ku îro jî cîhan vê dipesinîne.
  • Silîva jî qodek taybet e. Şêxê me yê mezin Ehmedê Xanî dibêje, “Sê devokên kurmancî weke durre hene; silîvî, mihemedî û botî…” Devoka silîvî û erdnîgariya wê ji Serhedê heta Behdînan, Zaxo û Mûsilê ye. Helbet navend Silîva (ku paşê Farqîn derketiye pêş lê herêma navborî îro jî Silîva, Silîvî, Silîvana bi kar tînin.) Ev temsîlek giranbuha ye.
  • Bila ji destanê çend riste/beyt ji bo xwîneran bibin diyarî, (Siyabend û Xecê-Ahmet Aras) ku tehma wêjeya kurdî ya devkî bide bin zimên û dilşewatî bibe dermanê birînên niha yên sotî. Erê ev sewta dengjiyanî ne kêmî Homerosê navdar e;

Siyabend got:

“Lêêê… Xecê li serê Sîpanê şev li me ketiye şevereşa,

Li Textê Hesengolê gul sor bûne, ketine reng û nexşa,

Feleka min xayin bû, gakûvî bi fermana Xwedê serê xwe daweşa,

Ez ê ser dara benîştokê da ketim diriyê diriyê darê birîna min diêşa,

Di ser şal û şapikên min da xwîna narincî berjêr dirêşa.

Wez iiim, wez im, weziiim,

Siyabendê Silîvî wez iiim.”

Xecê got:

“De lo lo Siyabendo, Sîpan bişewite li şevreşa,

Derengî da li min tesel bû dengê dîkê şevê, wexta eşa,

Ez ê êvar da geryam, giryam, li newalan û van kaşa,

Li min tesel bû dengê Siyabendê Silîvî û nalîna nexweşa.

Wez iiim wez im, wez iiim…

Xeca xêrnedî wez iiim” (Rp.54)

(Dibe ku niha li Heftanînê ev

rewş zindî dibe…!)

Xecê got:

“Lo lo Siyabendo, serê Sîpanê bişewite ba avêj e,

Ez ê bi qurbano birîndaro, him dinale him dibêje,

De tu van pirs û gotinan hilnede ji min ra nebêje!

Bila bi te ve eyan be, Xecê ji boy xwe navê camêra nabêje,

Xeca Mamo yê di zinar da xwe li pey siyarê xwe bavêje.

Wez iiim…wez im, wez iiim…

Xeca xêrnedî wez iiim…”

 

Siyabend got:

“Lêêê…lê Xecê dilê min ji kulê kuleke herî mezin lê..

Min ê destbirakê we yî hêja destgirêdayî da kuştinê,

Dara benîştokê li ber dilê min ketiye xûna reş jê tê,

Ez pey Feleka Xayîn ketim, min go belkî rastî min bê,

Min ê bajota, enya Heşînbozê Surê bida enya hespê wê,

Min ê deftera sûc û gunehên wê derxista ji paşilê,

Min ê bigirta bi pêsîrê, lê bikira dewa pîra dê û kale bavê,

Min ê lê bikira dewa canik û camêrê ku wê kirye bin erdê,

Ez çi bikim ku merama dilê min nehate cî li darê dinê,

A niha jî Feleka Xayîn li pêşberî min ketiye kêfê û dîlanê,

Kaba xwe hilo davêje, gûzên xwe bi min ra dide jimarê…

Wez iiim, wez im, weziiim,

Siyabendê Silîvî wez iiim.”

Xecê got:

“De lo lo Siyabend, Sîpanê Xelatê bişewite ha bi gelî ye,

Tê dengê gur û hirçan û rêwilan, Xecê dara şikestî ye,

Ez ê bala xwe didimê, Heşînbazê Surê bi hîrîn û şiheşî ye,

Mîna meriva hêsran dibarîne, nizanim daxwaza vî ji min çi ye,

Xeca Mamo tevî Heşînbazê Surê li serê Sîpanê bixwe ye.

Wez iiim…wez im, wez iiim…

Xeca xêrnedî wez iiim…”

Xecê nihêrî ku deng ji Siyabend nayê, dîsa got:

“De lo lo Siyabendo, ez ê li Sîpanê Xelatê dinihêrim ha li kevira,

Rebê Alemê riyek li min vekira, pêpelûgek ji min ra,

Min ê xwe pê bigirta, peya bûma heta ba te bihatama wira,

Min ê çeleng-siyarê xwe bigirta ji dara benîştokê vekira,

Ez ê te ra bibyama belgî û berpal, min ê serê te rakira,

Min ê derman çêkira, birîna te bi destê xwe derman bikira,

Wez iiim…wez im, wez iiim…

Xeca xêrnedî wez iiim…”

Siyabend got:

“De lê lê Xecê etegên Sîpanê bişewitin ha bi gelî ne,

Li Textê Mêrga Gulîstanê hêşîn dikin kulîlk û karzî ne,

Bayê Elemberqalê cinazê min li ser darê dihejîne,

Feleka malxirab li Sîpanê destê bûk û zavê ji hev diqetîne,

Texdîra Xwedê her wisa ye, Siyabend bi çavên xwe bibîne.

Wez iiim, wez im, weziiim,

Siyabendê Silîvî wez iiim.”

Xecê got:

“De lo lo Siyabendo Sîpanê Xelatê bişewite serjêr e,

Kevirên kambaxa Sîpanê îro ji min ra bûne gûzan û kêr e,

Bê te êdî dinya li min heram e, mirin ji min ra baştir û xêr e,

De tu ciyê min li ba xwe bike, ez ê xwe bavêjim werme jêr e.

Wez iiim…wez im, wez iiim…

Xeca xêrnedî wez iiim…”

  • Bêhtirê dengbêjan navê Siyabend bi kar tînin. Tê wateya zirav û dirêjiyê, (ango “sî” û “bend”: siya bendê) benik ango nex, an siya bendan (dîwar), ên rez, erd an jî hewşan… Ji guhertoyên ku min rave kirine kesî navê Siyamend bi kar neaniye. Tenê herêma Sûrgiciyan û guhertoyek li Silîvan (ji devê Melîhe Tapancî-Folklora Me; hj.6-rp,81-83) Sîahmed bi kar anîne. Dibe ku li gorî  devokê, herêmê xera kiribin.
  • Biloka gundekî Dêrika Çiyayê Mazî ya bi ser Mêrdînê ve ye.”
  • Pîrê miya te heywan e û ez jî însan im. Bê haya min kevir gindirî û çû li lingê miya te ket. Belê tu dixwazî tu jî lingekî min bişikîne; belê ji apê min û jinapa min re nebêje. Bila ew nebihîsin. An na ew ê min bikujin.”
  • Bela hat ser min, ez ne sûcdar im… (Dawî)