20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Siyaseta femînîst

Ne marîfeteke ji rêzê ye ku jinek bêyî rûkeniya xwe, sekna xwe ya çeleng û zerafeta xwe ya femînen winda bike, bi stîl û şahab bersiva zilamekî -di pozbilindî û kuşpenetiya xwe de xeniqî – bide. Tê gotin, polîtîka hunera birêveberiyê ye. Ev huner di destên hinekan de dibe amûra qeşmeriyê, di yên hinekan de dibe ya estetîkê.

Serdana Wezîra Karê Derve ya Swêdê Ann Linde û daxuyaniya wê ya bi Wezirê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu re wek mînakên her du awayên polîtîkayê derketin pêşberî me. Çawa nêzîkatiya Çavuşoglu di heman demê de nêzîkatiya dewleta Tirkiyeyê û fêmkirina wî ya polîtîkayê dide der, numayîşa Ann Linde ya bi xwe bawer û serbilind jî helwesta wezareta wê û fêmkirina wê ya polîtîkayê destnîşan dike.

Welatên bakurê Ewropayê tê zanîn ev demeke dirêj e, di mijara wekheviya zayendan de û temsîliyeta jinan a di nav hemû qadên jiyanê de wek mînakên erênî tên dîtin. Li welatên Skandînavyayê hem di nav polîtîkayê de û hem jî di nav karûbarên aboriyê û rêveberiya her du milan de jin xwedî temsîliyeteke bilind in. Heta di hin qadan de temsîliyeta jinan ji ya mêran zêdetir e. Sedemên vê pêşketinê di hewldanên rêxistinên jin û femînîstan û tekoşîna wan a bi dehan salan de veşartî ne. Her wiha ev pêşketin bi hin gavên pratîk ên ji hêla hikûmetan ve bi awayekî şênber ketiye meriyetê. Ji salên 1970’yî vir de li Swêdê wek mînak mêr dikarin ji bo xwedîkirina pitikê destûra dêûbavê ji cihên kar bigirin û li zarokên xwe binêrin. Her wiha alîkariya ji bo zarokan ji mêj ve ye li welatên skandînavî hene. Bi vî awayî jî jinên bakurî li gorî welatên din ên ewropayî di warê polîtîka, rêveberî, pîşe û aboriyê de xuyatir in. Bi amûrên wekî ‘kota’yê mijara wekheviya zayendan li hemû qadên dewletê li dijî dilxwaziya mêrê serdest û rûspî bû mecbûriyet. Bi vê rêbazê di temsîliyeta jinan û polîtîkaya pratîk de gavên li gorî berjewendiya jinan zêdetir hatin avêtin. Mixabin ligel vê pêşketinê li bakurê Ewropayê ne şîdeta li ser jinan, ne zayendperestî û ne jî newekheviya navbera zayendan a civakî xelas bû.

Ev kambaxên hanê hîn li wan deran jî wekî seranserê cîhanê xwe didin jiyîn. Nexwe di vê mijarê de awayên hûrbûnê û cudahiyên wan derdikevin pêşberî me. Lewre di nav pergala heyî de li dijî newekheviya zayendan têkoşiyan tiştekî ye, li dijî sedemên newekheviya zayendan têkoşiyan tiştekî din e. Yek jê wek mînak, ji bo jin di nav aboriya kapîtalîst de bên xuyakirin têdikoşe, ya din li dijî aboriya kapîtalîst wek sedema bingehîn a newekheviya zayendan têdokişe lê bila ev cudabûn di çarçoveya vê nivîsê de serê me tevlihev neke. Lewre bi çi awayî dibe bila bibe ji bo têkoşerên her du qadan jî Çavuşoglu kesekî nayê tehemûlkirin.

Ya Ann Linde jî di serdana wê ya Tirkiyeyê de û di hunera polîtîkayê de bi hêz, estetîk û balkêş dike, ew ruhê wê yê kevneşopiya têkoşîna jinan e. Di ser de Swêd di cîhanê de yekemîn û yekane welat e ku xwedî polîtîkayeke femînîst a karê wezareta derve ye. Ji sala 2014’an vir ve nêrîneke zayendî ya sîstematîk dixin rojeva xwe ya siyaseta derve. Armanca sereke ya sîyaseta femînîst a derve parastina wekheviya zayendan avakirin û mafên keç û jinan wekî mafên bingehîn a mirovan li seranserê cîhanê ye. Wezareta Karê Derve ya Swêdê di sala 2018’an de azmûn û serpêhatiyên xwe yên siyaseta femînîst a derve, wek çavkaniyeke bingehîn bi awayekî nivîskî çap kir. Têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinê, nûnertiya jinan a di nav siyasetê de, mafê perwerdeyê çend mijarên ku tê de tên destgirtin in. Di vê çarçoveyê de ‘wekheviya zayendan’ ji bo gihiştina armancên wek ‘aştî û ewlehiyê’ bingehîn û jiyanî tê dîtin. Ev analîz di heman demê de analîza teoriya femînîst a bingehîn e. Newekheviya zayendan wek sedema hemû newekheviyan/nakokiyan dibîne. Siyaseta femînîst a Swêdê jî vê tespîtê wek referans digire û dixwaze li seranserê cîhanê di vê mijarê de berpirsiyarî û peywira xwe bîne cih.

Di vê helwestê de siyaseta femînîst a Swêdê (carinan li dijî daxwaza netewe-dewletê be jî) di kevneşopiya kolonyalîst a Ewropayê de gunehkariya xwe jî dibîne. Ev nakokî di gotina Ann Lîndeyê de jî xwe dide der: “Li dera ku çend kes dixwazin mafên nîvê nifûsa cîhanê bi sînor bikin, em tevgereke cîhanî -ya ji bo bihêzkirina jin û keçan û xwedîderketina mafên  wan ên mirovî- temsîl dikin.”

Ann Lînde wek pêşkêşvan û birêvebira siyaseta femînîst vê stratejiyê bi 4 R’yan pênase dike: Parastin û xurtkirina maf (Rights), nûnertî (Representation) û çavkaniyên (Resource) jin û keçan a li ser rastiya (Reality) ku ew tê de dijîn. Bi gotineke din mafê jinan wek mafê bingehîn ê mirovahiyê dibîne, di pêvajoyên biryardayînê de jinan wek aktorên sereke dibîne û ji bo wekheviya zayendan û mafên jinan peydakirin û pêşxistina çavkaniyan pêwîst dibîne. Beramberî vê şert û mercên cuda ku jin tê de dijîn li pêş çav digire.

Sekna Ann Lindeyê ya li hemberî van 4 R’yan bi taybetî di wêneyên bi nunerên HDP, Kaos GL û bi Weqfa Dînk re kişandiye de xwe nîşan dide. Hunera siyaseta wê di sekna wê ya bihurmet de veşarî ye.