spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Siyaseta înkarê

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Ji her alî ve êrîşên dijwar li ser Kurdistanê û îradeya wê ya sîyasî hene. Armanca van êrîşan tunekirina destkeftiyên gelê kurd in, li herêmê bi pêşengiya dewleta tirk û alîgirên wê ve tên birêxistinkirin û birêvebirin.

Her kesê kurd û bi baweriya kurdayetiyê tevdigere li hemberî van êrîşan dibe xwedî bertek ango dibe xwedî helwest. Ev êrîş bi serdegirtina çend şaredarî yan jî bi girtina çend siyasetmedarên kurd ve ne sînordar e, berovajî wê ev êrîş li çar perçeyên Kurdistanê destkeftiyên gelê kurd dikin armanc. Girtina siyasetmedar û saziyên kurd jî gavên vê yên pratîk in.
Ev êrîşên bi pêşengiya dewleta tirk a faşîst ve tên birêxistinkirin û plankirin bi bakurê Kurdistanê ve ne sînordar in. Di hedefa van êrîşan de hemû kurd û destkeftiyên wan hene.

Lewma ne gengaz e mirov êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ên li ser Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê jî ji van êrîşan cuda binirxîne.

Li bakurê Kurdistanê dijminatiya dewleta tirk a li dijî gelê kurd bi her awayî tê zanîn. Kesên berxwedan û têkoşîna gelê kurd a li bakurê Kurdistanê dişopînin ji nêz ve bûne şahidê zordariya dewleta tirk a li ser gelê berxwedêr.

Dewleta tirk ji bo li bakurê Kurdistane dagirkeriya xwe berdewam bike bi her awayî li ser gelê kurd xwe ferz dike û hebûna kurdan qebûl nake. Êdî ev înkara dewleta tirk ji aliyê gelek hêzên navneteweyî ve jî tê zanîn. Lê ji ber ku di roja me ya îro de berjewendiyên dewletan ketiye pêşiya parastina mafên mirovan, tu hêz naxwaze berjewendiyên xwe bike qurbana gelê kurd. Lewma li dijî vê zordariya dewleta tirk jî dengê xwe dernaxin. Bê deng dimînin ango ji nedîtî ve tên.

Jiyan îlhama girtiyên azadiyê ye

Ji ber vê îro li girtîgehên dewleta tirk bi hezaran girtiyên siyasî yên ji ber fikrên xwe tên darizandin hene. Girtiyên azadiyê, ew kesên ku li ber vê zilma heyî serê xwe netewandine û dengê azadiyê bilind kirine. Girtiyên berxwedêr di girtigehan de jî li hember faşîzma heyî serî natewînin. Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku li zindanên dewleta tirk a dagirker dewam dike, çar meh li pey xwe hişt.

Girtiyên îlhama xwe ji wî şoreşgerê ku gotibû “Em bi qasî ku ji bo wê bimirin, ji jiyanê hez dikin” îro di bin şertên pir dijwar de li dijî faşîzmê li ber xwe didin. Lewma erk û berpirsiyariya her kurdî ew e ku li dijî vê zilma heyî destkeftiyên ku bi keda van berxwedêran hatiye avakirin biparêze. Ji bo vê divê, li dijî êrîşên li ser îrade û hebûna gelê kurd, xwedî li têkoşînê derkevin.

Li bakurê Kurdistanê di vê astê de li dijî înkara gelê kurd têkoşînek girîng tê dayîn. Lê li parçeyên din ên Kurdistanê rewş çawa ye?

Bêguman li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya kurdan, li herêmê pêşveçûnên girîng tên jiyîn. Bi taybetî, piştî şerê navxweyî yê Sûriyêyê li dijî înkara bi dehan salan dewam kiriye, kurdan serî hilda û xwedî li hebûna xwe derket. Her çendî bedela vê ji bo gelê kurd giran bû jî tevî hemû êrîşan pêkhateyên herêmê xwedî li hebûna xwe derdikevin.

Pergala înkarê li her derê ye

Pergala înkarê ya li bakurê Kurdistanê ji bo gelê kurd li vê qadê jî nebe xwedî maf û li dijî polîtîkayên înkarê tênekoşe, bi her awayî êrîş dike. Êrîşên li ser Efrîn, Serêkanî û Girê Spî çend mînakên vê yên biêş in. Wek di van êrîşan de jî hat dîtin ku dewleta tirk bi tu awayî tehamulî hebûna kurdan nake û ji bo li welat û derveyî welat îradeya kurdê azad têk bibe çi ji destê wê tê dike.

Di vê mijarê de dewleta ku pergala xwe li ser înkarê ava kiriye herî zêde sûdê ji kurdên xwefiroş digire.

Kurdên bi vî rengî îradeya xwe teslîmî neyarê xwe kirine hem li bakur him jî li rojavayê Kurdistanê, di bin navê qaşo muxalefetê de, bûne lîstika destê dijmin. Her çendî hejmara van kesên kêm be jî ya girîng îxaneta wan a bi neteweya wan re ye. Lewma ev hewildanên bê îradekirin û tunekirinê bi destê van kesan jî bi hemû girîngiya xwe ve dewam dike. Her çendî gelê kurd ev kes nakiribin û li gor wê nêzî van kesan dibe jî hebûna wan li pêşiya pêşveçûna neteweya demokratîk astengiya herî mezin e.

Li başûrê Kurdistanê jî rewş ne pir cuda ye. Bêguman PDK’ê ji bo azadiya gelê kurd di dema xwe de bedelên pir mezin dane. Gelê Kurd ji bo vê tekoşîna ku azadiya Kurdistanê dike armanc bigihêje armanca xwe bi hemû derfetên xwe destek dayê. Lê di roja me ya îroyîn de PDK’ê bi emelê xwe ve, keda gelê kurd û bedelên hatine dayîn hemû pûç kir.

Piştî rejîma Sedam

Li Iraqê piştî têkçûna rejîma Sedam Huseyîn avabûna Herêma Federe ya Kurdistanê ve PDK’ê dev ji têkoşîna neteweyî berda û entegreyî pergala kapîtalîst bû. Lewma mirov dikare bêje PDK li başûrê Kurdistanê bi qasî ku ji bo berjewendiyên hêzên kapîtalîst kar dike her ewqas ji bo gelê kurd tênakoşe. Ev jî bi xwe re metirsiya têkçûna destkeftiyên gelê kurd ên li başûrê Kurdistanê tîne.

Mîzansena referandûma Kurdistanê jî parçeyekî vê bû. Em ji bîr nekin ku piştî referandûma ku bi israra PDK’ê hat kirin û şûn ve gelek destkeftiyên ku di encama bedelên mezin de hatibûn bidestxistin têk çûn. Li başûrê Kurdistanê PDK’ê li şûna berê xwe bide Kerkûkê û ji bo azadiya wê têbikoşe hewil dide Şengalê jî radestî hêzên dagirker bike. Şengala ku li dijî hemû zordestiyên li ser hatine ferzkirin bi tenê hatiye hiştin îro di hedefa lîstikên pir qirêj de ye. Ji ber vê yekê ji bo gelê kurd ya girîng ew e ku li dijî van hewildanên înkarê xwedî li hebûna xwe derekve. Ev erkeke neteweyî û niştimanî ye.