25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Slavoj Zizek dibe mêvanê Zanîngeha Kobanê

Zanîngeha Kobanê di rêzekonferansên xwe yên sala 2021’ê de, feylesofê Sloven Slavoj Zizek dike mêvan. Zizek dê bi konferanseke online li ser mijara “Gelo Roja Îro Demokrasî Hîn Hilbijardeyek e?” biaxive.

Çalakiya ku dê ji aliyê akademîsyen Sardar Saadî ve bê birêvebirin dê di 18’ê nîsanê bi saeta Rojava 20:00’an de pêk bê. Li gorî saeta Ewropayê konferans dê saet 19:00’an de dest pê bike. Her wiha di destpêkê de civaknas Engîn Sustam dê profesor û feylesof  Slavoj Zizek bide nasîn.

Konferans dê li ser Youtubeyê bi awayekî zindî bê weşandin.

Di 15 çileyê de jî zimannas, profesor û feylesofê navdar Noam Chomsky bi awayekî online li zanîngeha Rojava hatibû pêşwazîkirin û beşdarî semînereke Akademiya Çandiniyê bûbû.

Li Ser YouTube: https://youtu.be/wqhOgJz26F8