18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şofer: Dozger bixwe dikeve nakokiyê

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)di 4’ê adarê de li Mêrsînê di çarçoveya kampanyaya “Edalet ji bo her kesî” de hevdîtinek kiribû. Heyeta HDP’ê di 11’ê adarê de der barê Santrala Nukleerê ya Akkûyûyê de daxuyaniyek dabû.

29 kesên tev li daxuyaniyê bûbûn.  Serdozgeriya Komarê ya Gulnarê lêpirsîn da destpêkirin û li ser 17 kesan îdianame amade kir. Dadgeha Ceza ya Asliye ya Gulnarê jî îdianame qebûl kir. Di îdianameyê de hat xwestin ku parlementerê HDP’ê Erol Katircioglû, hevberdevkên Ekolojiyê ya HDP’ê Menekşe Kizildere û Nacî Sonmez, hevseroka HDP’a Mêrsînê Gulbahar Şofer û endamên Platforma Dijberî Nukleerê ya Mêrsînê bên cezakirin. 17 kes bi îdiya qanûna bi hejmara 2911’an bin pê kirine dê bên darizandin.

‘Dozeke siyasî hatiye amadekirin’

Hevseroka HDP’ê  ya Mêrsînê Gulbahar Şofer der barê dozê de diyar kir ku ew li ser bernameya HDP’ê çûne li hember santrala nukleer daxuyanî dane û ev tişt anî ziman: “Di îdianameyê de tê diyarkirin ku me bê destûr daxuyanî daye. Lê di heman îdianameyê de dibêje ji bo daxuyaniya çapemeniyê ne hewce ye ku destûr bê girtin. Dozger bi xwe dikeve nakokiyê. Ne bawer im ku li tu deverê ji ber daxuyaniya li ser ekolojiyê doz hatibe vekirin. Doz bi armanceke siyasî hatiye vekirin ji ber wî bingeha îdianameyê vala ye.”

Danişîna ewil a dozê dê di 28’ê cotmehê de li Dadgeha Ceza ya Asliye ya Gulnarê bê lidarxistin

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê