spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

SOHR: Li Efrînê mafên mirovan ên navneteweyî tên binpêkirin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) îro têkildarî sûcên li herêma Efrîna dagirkirî raporek belav kir û di raporê de tê diyarkirin ku çeteyên dewleta tirk mafên şêniyên li Efrînê binpê dikin.

21 sivîl revandin

Li gorî rapora SOHR`ê, çeteyên dewleta tirk di meha adarê de, zêdetirî 21 sivîl ku 7 ji wan jin in, li bajarê Efrînê, navçeyên Mabata, Cindirêsê, Şêrawa û Racoyê revandine û hê jî çarenûsa 14 kesan ne diyar e.

Di raporê de tê gotin ku sûcên çeteyan ên li dijî şêniyên Efrînê, ne tenê “Artêşa Niştimanî” ku ji aliyê dewleta tirk ve hat avakirin, her wiha meclis û desteyên sivîl ên li herêmê jî mafên welatiyên li Efrînê binpê dikin.

Belgeyên şêniyan betal kirin

Çavkaniyên ji hundirê Efrînê ji SOHR`ê re ragihande ku meclisên li herêmê yên girêdayî dewleta tirk biryarek derxistiye û li gorî wê hemû belgeyên wekaletê yên hikûmeta Şamê dane koçberên Efrînê yên li herêmên hikûmeta Şamê tên betalkirin (li gorî wan belgeyan mafê xizmên welatiyan ên li derve heye ku milkên wan bi rê ve bibin).

Bi vê biryarê re, xizmên koçberên Efrînê dê nikaribin milkên xizmên xwe bi rê ve bibin û dê hemû milkên şêniyên bi darê zorê koçber bûne, di bin kontrola wan meclisan de bin.

400 darên zeytûnan birîn

Her wiha çeteyên koma “Siqûr Şam” a girêdayî dagirkeriya Tirk li gundê Qizilbaş ê girêdayî navçeya Bilbilê ya Efrînê, zêdetirî 400 darên zeytûnan ên şêniyekî birîn.

Li aliyekî din, nivîsgeha aboriyê ya girêdayî çeteyên “Sultan Mûrad” nêzî 60 zeviyên zeytûnan ên şêniyên herêmê yên li herêma Meydankê ya girêdayî navçeya Şera ya Efrînê, desteser kirin.

Li navçeya Şiyê jî, çeteyên “Furqeya Suleyman Şam  El-Emşat” gelek erdên çandiniyê yên şêniyên herêmê desteser kirine.

‘Rêgezên navneteweyî binpê dikin’

Di dawiya rapora SOHR`ê de wiha hat gotin: “Diyar e ku rêzebinpêkirinên li herêmên di bin dagirkeriya dewleta tirk de wê nesekinin. Ev komên çete hemû rêgez û qaîdeyên navneteweyî yên mafên mirovan binpê dikin, bêyî ku pêşî li sûc û binpêkirinên wan ên li dijî gelê Sûriyeyê li wan herêman were girtin.”