20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şopa Peyvan – Peyva Gilgamêş

Gilgamêş beriya zayînê di navbera salên 2800-2500 de welatê Urukê birêvebiriye. Destana Gilgameşê di bingeha xwe de behsa azadî û hebûna Kurtiyên ku çawa li dijî şaristaniya Sumeriyan li ber xwe didin, dike.

Humbaba ku di destanê de behsa wî tê kirin, di esasê xwe de Kurtiyê Çiyayî ye. Enkîdu jî îxanetkarê qewmê xwe ye, Humbabayê bi Gilgamêşê dide kuştin.

Kurtî tê wateya ‘Gelê Çiyayî’. Di dema me ya îro de jî dema kurd tê gotin ‘çiyayî’ tên bîra mirov.

Gilgamêş. Ji peyvên “Gir” û “Gamêş” pêk tê. Gir di kurtî de tê wateya tiştê mezin, qerase. Her wiha di termînolojiya erdnîgariyê de jî cihên bilind ên ji çiyayan biçûktir re ‘Gir’ tê gotin. Gamêş jî ji xwe cureyek heywanên ji ga mezintir e.

Di ferhenga tirkî de tê îddîakirin ku ev peyv ji “Bilgemiş” hatiye. Îddîa dikin ku “Bîlge” kesê pêşeng û zana ye. Gilgamêş jî li gorî mîtolojiyê kesek pêşeng û zana ye û navê xwe ji vir girtiye.

Lê peyva “Gamêş” jî di heman demê de kurdî wekî “Camiş” derbasî tirkî bûye. Gir ango mezin û qerase di kurdiya îro de bi heman wateyê tê bikaranîn. Bêguman gotina, “Gamêş” jî bi heman awayî ye.

Di nav kurdan de îro jî ji bo kesên zexm, bi hêz û qerase gotina gamêş tê bikaranîn. Dema mirov di mîtolojiya sumeriyan de li pênaseya Gilgamêşê wê demê dinêre wekî ga û gamêş tê tarîfkirin.

Ev gotin û navdarkirina kurdan a 5 hezar sal berî zayînê hatiye kirin, heta roja me bêyî tiştek ji wateya xwe neguheriye.

Her wiha bi heman navî bajarê kurdan jî heta roja me ya îro hatiye. Li hemberî Cirnêsor (Bîrecûk) bajarê dîrokî yê kurdan Gilgamêş heye. Îro ereban navê Cerablûsê lêkiribe jî hêj di tirkî de mîna Karkamiş derbas dibe. Karkamiş ji gotina Girgamêşê tê.

Çi bikin bila bikin, tu kes nikare vê rastiyê biguherîne. Rehên kurdî li ser vê axê ew qas kûr çûye ku kes nikare wan jî ser vê erdê qut bike.  Di her kêliyê de derdikeve ser rûyê erdê û hebûne xwe diqîre.