Duşem, Çile 25, 2022

Şopa Peyvan – Peyva ‘herd-hard’

Di kurdî de gelek wateyên vê peyvê hene. Ji kurdî derbasî îngilîzî û hin zimanên ewropayî bûye.

Koka wê ji peyva “herd”, “hard” tê. Bi demê re peyvê xwe sivik kiriye. Wekî tê zanîn me di bernameyên borî de behsa vê yekê kiribû. (Divê lînga bernameya behsa ketina tîpa H hatî kirin bê dayîn.) Em pêşniyarî temaşevanên xwe dikin ku li vê bernameya me binêrin. Wekî tê zanîn dema kurdî xwe sivik dike tîpên, “H” û “R” dikevin. Me di wê bernameyê de mînakên vê yekê dabûn.

Di peyvên “herd û hard” de jî heman rêbaz pêk hatiye. Tîpa H ketiye û wekî, “erd û ard” hatiye bikaranîn. Niha jî bi vê orjînaliya xwe tên bikaranîn. Li hin herêmên Kurdistanê mîna “erd” û li hin deveran jî mîna “ard” tê bikaranîn.

Bi demê re wateya peyvê berfireh bûye. Ji bo tiştên din jî hatiye bi kar anîn. Lê tişta girîng ew e ku bi hezar sal in wateya xwe ya orjînal jî hîç winda nekiriye. Heta di hin zaraveyên kurdî de hêj bi wateya xwe ya roja ewil ango wekî, “herd” tê bikaranîn.

Ji ber ku genim tê hêrandin û mîna axê hûr dibe, ew şibandine axê û jê re “ar” an jî “ard” gotine. Îro di tevahiya zaraveyên kurdî de ji bo xureka pê nan tê çêkirin “ar” an jî “ard” tê gotin.

Bi heman awayî ji vê pêvajoyê re jî, “herdandin” gotine. Ji ber ku tiştek tê hûrkirin û wekî axê lê têkirin. Du peyvên nû ji “herdandin”ê hatine darijandin. Ango hatine çêkirin. Ev jî peyva “hûrandin, hûrkirin” û peyva, “herandin-hêrandin” e. Dema tiştek tê biçûkkirin an tê “hûrkirin-hûrandin” an jî tê “herandin-hêrandin”.

Ji bo kesên bi van karan re eleqedar dibin û alavên di pêvajoya çêkirin “ar, ard” de tên bikaranîn jî “arvan” tê gotin. Lê li hin deveran ev yek bi demê re deforme bûye û peyva “arvan” li şûna, “ar, ard” jî tê bikaranîn. Lê li vir “ar” paşnava “van” digire û dibe navek din. Wekî tê zanîn di kurdî de qertafa, “van” qertafek ji navan navek din diafirîne ye. Mîna “golikvan, gavan, şivan, bêrîvan, xwendevan û hwd.” Divê peyva arvan li şûna peyva “ar û ard” neyê bikaranîn.

Peyva, “ar” di kurdî de ji bo “agir” jî tê bikaranîn. Li vir jî heman şibandin çêbûye. Ji ber ku agir jî wezîfeya “helandin û hêrandina” madeyan dibîne. Çawa aşê genim “arê, ardê” hêrandî li dû xwe dihêle, agir jî “xweliyek” hûr li dû xwe dihêle. Wekî tê zanîn hêj li gelek deverên Kurdistanê, bi taybetî li Rojavayê welatê me ji bo axê, “xwelî” tê gotin. Peyva “herî” jî çavkaniya xwe ji heman cihî digire. Wateya peyva “herî-harî” ya esasî “axa hatiye şilkirin e” lê li hin deveran di şûna axê de jî tê bikaranîn. Ji ber ku hemû ji heman kokê hatine wateyên wan jî gelek nêzî hev in. Bes ligel vê yekê jî her peyvek ji bo armanc û wateyek cuda heye. Divê ferqa vê yekê jî bêzanîn û li gorî wê bên bikaranîn.

Şibandin ji bo rojê jî hatiye kirin. Wekî tê zanîn roj qeşa û berfê dihelîne. Ango bi awayekê ji rewşa heyî hûrtîr dike û vedigerîne avê. Ku em dema ev peyv derketine holê bifikirin, dê wateya peyvê û rewşa heyî baştîr bê zanîn. Wê demê piraniya cîhanê di bin qeşayê de bû. Hêza vê yekê dihelîne û rê li jiyanê vedike, gelek pîroz e. Bi vê boneyê ji rojê re gotine, “khwar”.  Khwar di zimanê medan de tê wateya rojê. Wekî, “Hwar” tê telafûzkirin. Peyva, “har” koka xwe ji vê peyvê digire. Ev peyv îro jî di kurdî de di wateya “germê-têhnê” de tê bikaranîn. Lê di kurdiya îro de zêde nayê bikaranîn. Peyv bi heman wateyê derbasî tirkî jî bûye. Kurd ji ber ku wekî peyvek tirkî dihesibînin, dema tirkî diaxivin vê peyvê bikar tînin. Mînak dikarin bêjin, “ateşî harla/agir geş bike”. Lê di kurdî de bi kar naynin. Pir kêm li hin deveran wekî, “agir har bû” tê gotin.

Gelê kurd û gelek gelên din ên xizmên kurdan jî xwe bi van peyvan pênase kirine. Li gorî daneyên dîrokê çar serdemên qeşayê hatine jiyîn. Serdema herî dawî li derdora 15 hezar salan berî niha bi dawî bûye. Di van serdeman de cihên kêm ên ku zindî û mirov lê bijîn hebûne. Di serdema dawî de cihê herî pêşî yê qeşa lê heliyayî û jiyanê destpêkirî jî Mezopotamya bûye.

Bi vê boneyê jî hebûna axê û erd ji bo jiyana mirovan pir girîng bûye. Ji ber ku kurd niştecihên daîmî yên Mezopotamyayê bûne, bi gotina, “arî”, “ariyen” hatine pênasekirin. Ango nifşê welatê erd û axê. Keşifkirina “ar-agir” jî di dîroka mirovahiyê de biqasî “erd-axê” girîng hatiye dîtin. Vê pêşketinê jî wateya pênaseya, “arî-ariyen-aryen” bi hêztir kiriye. Kurd û gelên din ên li vir jiyane jî bi xwe; hem jî ji hêla cîranên xwe ve wekî gelên “arî-aryen” hatine zanîn. Ango gelên erd, ar û agir.

Peyva “arî” di wateya “tiştên” an jî “kes-gelên” pak, xwerû, bi esil, xirab nebûyî û wekî xwe mayî de tê bikaranîn. Ev pênase jî tên wateya hêz, qewîbûn, saxlemî û başiyê. Sedema derketina vê rewşê jî ew e ku mirovahî li hemberî şert û mercên dijwar ên xwezayê gelek caran bi tunebûnê re rû bi rû mane. Di encama şert û mercên xwezayî yên Mezopotamyayê de mirovahî li vir, karibiye li ser piyan bimîne û ji tunebûnê xilas bibe. Ji ber vê gelên Mezopotamyayê û yên ji Mezopotamyayê çûne re di wateya kesên, gelên bi hêz, qewî, saxlem, bi esil, xirab nebûyîn û baş de peyva “arî” hatiye bikaranîn. Ji ber van taybetiyan niha jî gelek netew û dewlet bênavber behsa, “arîbûna” xwe dikin!!!

Gelê kurd bi hezaran sal in, xwe bi peyvên ar, arî, aryen pênase dikin û welatê xwe mîna welatê arî, aryen, ar, agir û rojê vedibêjin. Ev peyv tev ji heman kokê û kokên nêzîkî hev tên.

Peyva erd derbasî piraniya zimanên hind-ewropayî jî bûye. Di wateyek nêzîk a kurdî de tê bikaranîn. Peyva “erd” wekî “earth” derbasî îngilîzî bûye. Di îngilîzî de tîpên, “th” dema tên xwendin dengê, “D” derdixin. Hema bêje bêyî deng û wateya xwe winda bike derbasî îngilîzî bûye. Ji ber ku îngîlîzî bûye zimanek gerdûnî peyva “erd” wekî îngilîzî tê zanîn. Bes di îngîlîzî de peyvên girêdayî ax, erd û agir de, di aliyê kokê de tu eleqeya xwe bi peyva, “earth” re nîne.