spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şopa Peyvan – Peyva ‘hurriyet’

Hurriyet. Ev peyv jî îro mîna peyveke erebî tê zanîn. Lê ji aliyê gramatîk ve îzaha wê nayê kirin. Ev peyv li gorî krîterên erebî nîne. Ev peyveke kurdî ye û ji kurdî derbasî erebî bûye. Di erebî de wateya wê mîna, “Kesê koletiyê qebûl nake û nakeve bin nîrê tu kesê” derbas dibe. Tu peyven din ên nêzîk vê di erebî de tune ne.  Di erebî de kokên peyvan hene û ji van kokan gelek peyvên din çêdibin. Lê koka peyva Hurriyetê di erebî de nîne.

Bingeha vê peyvê ji peyva kurdî ya “Hur” tê. Ew jî heta gotina “UR” diçe. Îro jî gotina “Hur” di kurdî de di wateya kesê xurt, serbixwe, bêtirs û nakeve bin nîrê tu kesan de tê bikaranîn. Gelek peyvên kurdî yên nêzîkî vê peyvê hene.

AhURa Mazda Xweda ye. Ne mimkûn e bikeve bin bandora zindiyaran. Ji her tiştî Azade ye. Bi hêz e. Hêza Ahura Mazda têra her tiştî dike.

Hurriyan wekî gelê ji AHURa Mazda bawer dikin heman navî li xwe kirine. Ango gelê azad, nakeve bin nîrê tu kesan.

Peyva Herran-Hurranê jî ji bo navçe û deştên Urfayê tê bikaranîn. Navê xwe ji hurriyan girtiye. Tê wateya wargeha hurriyan.

Peyva Hurmetê jî nêzî peyva Hurriyetê ye. Îro jî li gelek deverên Kurdistanê ji bo jinan Hurmet tê bikaranîn. Hurmet her wiha tê wateya rêz û rêzdariyê. Rêzdarî û azadî peyvên gelek nêzîkî hev in. Kesên rêzdar di heman demê de kesên xurt û azad in.

Dema mirov têkiliya ereb û kurdan, erdnîgariya wan li ber çavan bigire wateya peyvê baştir derdikeve holê. Ji dema sûmeran heta akad û babîliyan di navbera kurd û ereban de her tim şer hebûye. Şerên van dewletên koledar ên bi Gutî, Qassîd, Hurrî û Mîtaniyan re baş tên zanîn. Van dewletan gelek êrîş birine ser Mezopotamyayê û xwestine gelên li vir bikin kole. Gelê kurd jî li ber xwe daye û neketiye bin nîrê wan ê koledariyê.

Gotina Hurrî bêyî biguhere mîna, “kesên naxwazin bibin kole” derbasî zimanê erebî bûye.

Peyveke din a bi heman awayî ji kurdî derbasî erebî bûye û îro bi erebî tê zanîn jî peyva Zurriyet e. Di ferhengan de tê îddîa kirin ku ji koka peyva “Darra” hatiye. Peyva “dara” di erebî de tê wateya “tov” û “belavkirin”ê.

TOV BI EREBÎ BIZIR e. Bizir peyveke kurdî û protoaryenîk e, ji kurdî derbasî erebî jî bûye.

‘ZURIYE’ LI GORÎ FERHENGÊN EREBÎ TÊ WATEYA NESIL Û BERDEWAMIYA MIROVAN, ZAR Û ZÊÇÊN MIROVAN, HER WIHA ZURIYE TÊ WATEYA MALBAT DÊ Û BAV Û KAL Û BAPÎRAN JÎ…

Mirov dikare di navbera tov û zurriyetê de têkiliyê dayne. Wateya van peyvan nêzîkî hev in. Lê di kurdî de peyva Zar-Zarok heye. Ev peyv ji peyva Za-zê-zayînê tê. Zayîn, zarok, zar û zêç rasterast tê wateya berdewamkirina nifş û dûndeyê ye.

Ji vir derbasî erebî bûye û li gorî teşedariya gramatîk a erebî wekî Zarriyet-Zurriyet guheriye. Ji ber ku kurdî zimanekî qedexekirî bûye, gelek peyv wiha bi şîroveyên cihê hatine nirxandin. Di kirmanckî/zazakî de peyva ‘hurrem’ jî heye. Wateya “hurrem”ê jî “bextewar” e. Têkilî di navbera bextewarbûn û azadbûnê de jî heye.

“Hurrim” peyveke kurdî ye, wateya wê ev e: yên ku nehatine kedîkirin û di xwezaya xwe de mane. Di roja me de bi wateyeke neyînî tê bikaranîn. Wateya wê ya îro “hov”, “derveyî pîvanan” e.

“Har” jî heye. Ji bo zarok û mirovên nehs, yên ku di cihên xwe de nasekinin, beter in û natebitin tê bikaranîn. Heta ji bo mirovên ku li derveyî qayîdeyan tevdigerin jî tê gotin: Tu har bûyî? Çi zarokeke har e…

Peyveke din jî heye: “xurrem” “xurr”. Ev jî di wateya şadî û bextewariyê de tê bikaranîn. Heta navê bajarekî Kurdistanê jî heye ku dibêjin “Xurremabad”. Ev bajar jî li quntara çiyayên Zagrosê hatiye avakirin.

Tîpa “h” û “x” di kurdî de guheriye. Yanî ev her du tîp di kurdî de diguherin. Mesela kurmanc dibêjin ”xewn” kirmanc/zaza dibêjin “hewn”. Tîp guherîne lê wate eynî ye. Mesela navê Xorasanê jî ji heman rehî tê. Wateya Xorasanê: Welatê ku roj lê hiltê. Têkiliya roj û Xweda/Xora bi hev ve xurt e.

Di devoka Şêxbizinî de ji Xweda re dibêjin “Xora”, di soranî û farisî de jî “xor” ji bo roj/tavê tê bikaranîn. Pêwendiya wan bi Xweda re, Ahura Mazda re heye. Di farisî de jî ji rojê re dibêjin “Xurşîd”. Her wiha peyva Hurmuz jî li ser heman bingehê ye. Hurmuz navê Xwedayê qenciyê yê Zerdeştiyan e ango navê Ahura Mazda ye.

Kîteya ewil a peyva Huriyetê, Hur di gelek peyvan de tê bikaranîn û wateya azadiyê, bextewariyê, roj û Xweda di xwe de dihewîne. Gelek peyvên ku erebî tên zanîn di eslê xwe de kurdî û protoaryenîk in. Lê belê ji ber tunebûna dem û dezgehên zanistî yên kurdan ev peyv û bêje bê xwedî mane. Em ê di bernameyên pêş de jî behsa hin peyvên dîtir bikin.  Ji bîr nekin bibin abone û parve bikin, her wiha li ser van peyvan nîqaşan pêş bixin.

Baş bifikin, baş bibêjin û baş bikin.

Lîste: Hur, Hurrî, Herran-Hurran, Hurmet-Ahura Mazda.