Sunday, December 5, 2021

Şopa Peyvan – Peyva ‘PÎR’

Ev peyv jî ji kurdî derbasî gelek zimanan bûye. Koka wê ji peyva Pir-Pirbûnê tê. Pir di kurdî de tê wateya zêdebûna tiştekê/î. Di kurdiya îro de hem bi wateya xwe ya yekemîn hem di wateya pîrbûnê de tê bikaranîn û hem jî hin wateyên din girtine.

Mînak; “Pir heval hatin”, “Gundê wan pir mezin e”.

Ev peyv di heman demê de di nav kurdan de wekî pîr ji bo jinên temenê wan mezin û yên mezin dibin tê bikaranîn. Mînak “Pîrejin”. Ji ber ku mirov hindî dijîn temenê wan her roj “pir” ango zêde dibe.

Jixwe jin di hemû çand û zimanan de bi boneya taybetiya xwe ya zayînê sembola pirbûn û kolektîvîteyê ye. Bi vê boneyê navekî din ê jinan a di kurdî de jî “Pîrek” e. Îro li gelek deverên Kurdistanê li şûna peyva jin peyva “Pîrek” tê bikaranîn.

Navên jinan ên di kurdî de tev girêdayî bandora jinan a jiyanî ya di nav civakê de ye. Di kurdî de peyvên “Pîrek”, “Afret”, “Hurmet” û “Jin” ji bo jinan tên bikaranîn.

Ligel vê ji bo diya dayika mirov jî tê bikaranîn. Dema tê gotin, “Pîra min an jî Dapîra min” tê wateya diya dayika min. Bi heman awayî ji bo bavê bavê mirov jî “Bapîr” tê gotin.

Her çiqas piranî ji bo zilaman peyva “Kal” bê bikaranîn jî bi demê re wateya peyva “Pîr” berfireh bûye û ji bo zilam jî hatiye bikaranîn. Mînak; “Pîremêr”.

Bi demê re wateya wê berfireh bûye û di wateya “rûspî” de wekî pêşeng tê bikaranîn. Di nav kurdên elewî de statûyeke civakî girtiye ser xwe. Di wateya kesê zanîn, tecrûbe, rêzdarî û serwextiya wî zêdebûyî de tê bikaranîn. Îro ji bo kesa/kesê bi karûbarên dînî re eleqedar dibe tê bikaranîn. Wekî Pîr Seyîd Riza. Statûyek dînî nîşan dide. Ev jî ji koka me diyar kir tê.

Ev peyv derbasî zimanên din jî bûye. Bi taybetî di nav gelên Rojhilata Navîn ên ji elewîtiyê bawer dikin de peyva “Pîr” tê wateya kesê pêşeng ê rûhanî.

Ev peyva pir di zimanên hînd-ewrûpayî de jî weke plural ango pirjimar heye. Her wiha ev peyv derbasî çand û zimanê yewnanî jî bûye. Şahmaran sembolek girîng a kurdan e. Yewnanan di wateya sembola Medan de ji Şahmaranê re Medûsa, gotiye. Bi heman awayî gotina Pîrêmedan jî wekî Premedîan, Premedaûs derbasî mîtolojiya xwe kirine. Jixwe qet tiştek ji wateya xwe ya esasî winda nekiriye. Premedaûs jî wekî Pîr kesek pêşentiyê dike ye. Agir ji Xwedayan didize û dide gelan. Ango pêşentiya civakê dike. Îro jî kurd û bi taybetî kurdên elewî peyva Pîr ji bo kesên pêşeng bi kar tînin. Wekî Medûsa peyva Premedaûs jî mîna sembola medan bikar anîne.

Her wiha di kurdî de ji bo tiştên nirxbûha tê bikaranîn. Peyva Pîroz koka xwe ji peyva “Pir” digire. Di çanda kurdan de parvekirin, zêdebûn û kolektîvîzm di heman demê de tiştên nirxbûhan e. Ev nîşane û bermahiyek çanda dayikê ya li ser çanda kurdan e. Di heman demê de tê wateya ku “Tişta aîdî dayikê” pîroz e.

Ji bo jinên xwedî bandor û hêzên nediyar Pîrhebok tê gotin. Pîrhebok piştî hişmendiya zilamê serdest hat reşkirin û bû tişteke xerab.

Pîrhebok di bingeha xwe de ji gotina “Pîr û Hebok” pêk tê. Di kurdî de wateya Pir-Pîr jixwe me got. Wateya “Hebok” jî tê wateya bawerkirinê. Hebîn-hebandin tê wateya “perestin”. Ango Pîrhebok jî tê wateya jina jê tê bawerkirin, jina tê hebandin.

Ev jî şopa bandora jinan a di nav civaka kurdan de dide nîşandan. Em dikarin bibêjin çanda xwedawendiyê heta roja me bi vî awayî dijî. Reşkirina vê çandê bi xurtbûna hişmendiya zilamî pêş ketiye. Ji ber ku zilam bi awayekî sîstemantîk li hemberî jinan reşkirin, biçûkxistin û wekî yên din dîtin ji xwe re kirine armanc. Ji ber vê yekê roja me ya îro de Pîrhebok wek tişteke neyînî û xirab tê dîtin. Lê di esasê xwe de Pîrhebok pêşengên civakê ne.