Monday, September 20, 2021

Şopa Peyvan – Peyva ‘UR’

Ur,  peyvek bingehîn a kurdî ye. Mîna şîfreyekê di nav piraniya gotinên kurdan de cih digire. Ji kurdî derbasî gelek zimanan bûye. Herî zêde di farisî, erebî û tirkî de tê bikaranîn. Îro ev peyv wekî peyveke sûmerî tê zanîn. Lê di rastiya xwe de ev peyv ji kurdî derbasî sûmerî bûye û piştre jî gelên din ji sûmerî girtine û wekî peyveke sûmerî di ferheng û çavkaniyên xwe de bikartînin. Dijberiya li hemberî kurdî jî di vê mijarê de roleke sereke lîstiye.

Koka peyva Ur ji ku derê tê?

Werin em niha li cewhera vê peyvê binêrin. Em dê bibînin ka çima em dibêjin peyvek kurdî ye û ji ku derê hatiye.

Hêzdarî û qedimiya zimanekê ya herî berbiçav têkiliya wê ya bi erdnîgariyê re ye. Erdnîgarî bi ziman tê pênasekirin û ziman bi erdnîgariyê teşe digire.

Niha em li şopên peyva ‘Ur’ê binêrin.

Di kurdî de UR tê wateya bilindî yê. Ji bo tiştên li gorî derdora xwe bilindtir tê bikaranîn. Koka xwe ji peyva Jor- Jur ê ya ku tê wateya bilindiyê digire. Ango peyv dijberî “Jêr e”.

Tîpa “H”yê ku de çû û çima diçe?

Pîvaneke zimanê kurdî heye ku tê de “nîvdeng” hene. Ji van tîpan yek jî tîpa “H’yê ye.Tîpên nîvdeng di nivîsê de nayên bikaranîn bes di axaftinê de xwe didin hîskirin…. Îro jî di gelek devokên kurdî de dema Çar (4) tê gotin nîvdenga “H” xwe dide diyarkirin û wekî Çhar’ê (Çehar, Çihar) tê bilêvkirin.

Em niha cardin bên ser peyva “Jor-Jur”. Di vir de jî nîvdeng peyda dibe. Cardin di hin devokan de hêj mîna “Jhor, Jhur” tê bilêvkirin. Bi sedan peyvên kurdî yên wisa hene.

Peyva “Ur”ê ji peyva “Hur”ê tê.

Li gorî pîvana ziman a me li jor behsa wê kir di kurdî de tîpa “H”yê mîna tîpa “R”yê… gelek caran ji bo sivikkirina ziman dikeve. Bi taybetî di zimanê axaftinê de ev wisa ye.

Mînak: Cih-cî, Sih (30)-sî, herd-erd..

Lê peyv cardin jî orjînaltiya xwe di hin cihan de diparêze. Wekî ku ji me re bêje “Vaye ez li vir im. Eslê min ji bîr neke”.

Gelo têkiliya kurdî û peyva Ur ev qas e. Bêguman na! Werin em hem şopa peyvê biajon û hem jî lîsteya van peyvan çêbikin.

  1. Ji bo “hêl, alî” nîşandanê tê bikaranîn. Li gorî teşeya cîhanê  û xeta ku cîhanê dike du par, gel ji bo xeta ku dikeve jorî wan, peyva “jor-jur’ bi kar tîne. Ji bo xeta li jêr jî peyva ‘Şûr’ bi kar anîne. Îro jî ev her du peyv di kurdî de heman wateyê de tên bikaranîn. “Jor-jur” hêla bilind jêr-şûr hela nizm diyar dike.

Mînak: Başûr û Bakur îro ji bo hêl nîşandanê tê bikaranîn. Her wiha Bayê Başûr û Bayê Bakur jî li gorî vê hêl nîşandanê hatiye binavkirin.

2. Ji bo asîman û baweriya xwe bi kar anîne… Mînaka vê ya herî xweşik peyva Ahura Mazda ye. Ahura Mazda Xwedayê ola Zerdeştiyê ye. Tê wateya li asîmanan. Li bilindahiyan dijî an jî dimîne… Di hemû olan de xweda li esmana ye. Vê gotinê di aliyê baweriyê de bi gotina Hurmiz berdewam kiriye.

Di peyva HUR de jî bi demê re tîpa “H”yê ketiye û UR maye. We dît em niha bi UR’ê re rû bi rû ne. Lê neqediya. Ji kerema xwe baldar bin û  guhdar bikin, hûn ê bibînin ka şopa UR’ê heta ku derê diçe. Lê ji wateya xwe tiştek winda nekiriye.

3. Her wiha ji bo bedena mirov tê bikaranîn. Mînaka vê ya herî zindî Hur an jî Ur’ê zindiyan e. Ev peyv hêj wekî orjînaliya xwe mîna HOR-HUR jî tê bikaranîn. Bi tirkî jê re Gobek tê gotin. Ji ber ku Urê zindiyan li gorî cihên din ên bedenê bilindtir e. Li vir jî tîpa “H”yê dikeve û mîna “Ur, ur û rovî” tê bikaranîn.

4. Her wiha, ji bo girêkeke di ser, an jî cihekî din ê laşê mirov, tê bikaranîn. Mînak gelek caran di serî an jî laşê mirovan de Ur derdikevin.

5. Ji bo pênasekirina neteweya xwe bi kar anîne… Wekî tê zanîn Kurdistan welatekî çiyayî ye. Li gorî erdnîgariyên li derdora xwe bilind e. Di wateya gelê welatê bilind de hatiye bikaranîn… Ev pênasekirin jî ji “hURiyan” dest pê dike. Bi “URartuyan” berdewam dike…. Îro jî bi kURd û kURmanc, didome.

6. Ji bo teşeyên erdnîgariyê tê bikaranîn. Di vê babetê de gelek mînak hene…. Ji cihên li gorî derdora xwe bilind re Ur gotine. Ji ber ku berê wargeh û bajar bi armanca ewlehiyê li ser giran dihatin avakirin, gelek bajaran navê xwe ji vir girtine… HurfaUrfaUrfê, HurkêşUrkêş ( ku Paytextê Huriyan e), HuremanHewreman, Huremabad, HurîmiyeUrmîye mînakên vê ne. Sumeran jî heman peyv girtiye û ji bo bajarên Ur, Uruk bi kar anîne.

7. Li gorî ednîgariyê ji gelên cîranên xwe re bikaranîne. Ji ber ku RomRûm, Rûs dikevin bakURê wan mîna URim û ÛRis bi nav kirine. Navê Tirkan jî bi heman awayî navdayîneke bi kurdî ye…. tURantURanî ji hêla kurdan ve hatiye bikaranîn. Piştre ev nav wekî Tirk.. veguheriye. UR bûye IR. Wekî bajarê URukê vegeriyaye bûye Iraq… Gelek Urfayî nabêjin Urfa dibêjîn Irfê.

8. Ji bo kesên li jêrî xwe jî peyvên JÊR-ŞUR-ŞÛR bikaranîne… Di kurdî de gelek caran tîpa “J”yê dema tîpeke dengdêr li dû tê, vedigere S û Ş’yê. Navê SURiyeŞuriye û AsurAşur navandinên wisa ne.

9. Di wateya statûya civakî de jî tê bikaranîn. Kesên di aliyê fîzîkî an jî aborî de xurt re “Hur” tê gotin. Her wiha kesên xwe ji derdora xwe bilindtir, çêtir dibinîn re jî qURe tê gotin.

Bi kurt û kurmancî em dikarin bibêjin peyva Ur a di hemû peyvên kurdî de ku tê wateya bilindiyê…, mîna şanenav û şîfreyekê cih digire. Ji kurdî derbasî hemû zimanên din jî bûye û bi heman wateyê hatiye bikaranîn. Bingeha xwe jî ji peyvên ku hêlan nîşan didin ên  wekî “Jor-jur û jêr-şur” digire.

  1. Peyvên Hurriyet û Hurmet jî bi heman wateye. Hurriyet kesên azad û Hurmet jî tê wateya jin û kesa/ê rêzdar. Her du peyv jî ji bo kesên azad, yên xwedî taybetmendiyên bilind û pêşketî tên bikaranîn. Peyva Hurî (jinên li cinetê) çavkaniya xwe ji heman peyvê digire. Tê wateya jinên li esman. Wekî di mînaka Ahura Mazda de derbas dibe.
  2. Peyva Hawarî jî ji bîr nekin. Zaroka Huwarî ye. Di kurdî de niha jî peyva HewarîHuwarî tê bikaranîn. Dema kesek dikeve astengiyê HEWAR dike, alîkariyê dixwaze. Gelo di astengiyan de ji kê alîkarî tê xwestîn? Mirov Hewarî-Huwariya xwe digihînin kê? Bêguman an gazî Xwedê dikin an jî gazî kesên baş, qenc û girêdayî armanc û taybetiyên bilind dikin. Hewariyên Îsa jî kesên baş, qenc û girêdayî îdealekê ne û ew ji bo armancên bilind dijîn û xwediyê taybetmendiyên bilind in.

We dît li her derê Jor-Jur an jî Jhor-Jhur tê pêşiya me. Em niha binihêrin ka Prof. Celal Şengor çi dibêje.

Kurdistan cihê zayîna mirovahiyê ye. Kurdî çavkaniya gelek zimanan e. Bi vî awayî em bernama  xwe ya yekemîn bi dawî bikin. Bernameya pêş me jî  em ê peyva ZAYÎN’ê analiz bikin. Belê di bernameya bê de em ê bidin dû reh û rêça vê peyva xaskurdî.

Baş bifikirin, baş bibêjin, baş bikin.