Rojnameya Heftane

Şopên li pişt jinan mayî

Hewraman wek peyveke kevnar tê wateya axa Ahûrayî, yan jî axa paqij. Horaman heman Hewraman e ku wateya wê bilindbûn, yan jî serî bilindkirin e; ev jî ji ber bilindbûn û heybeta çiyayên wê ne ku serê xwe berz kirine û ji çar aliyên xwe mezintir û bilindtir tên xuyan. Peyva Hewramanê –bi qasî agahiyên heya niha hatine piştrastkirin- ji koka Huriyan tê; ku “hur” tê wateya xorşîd-roj, ew jî ji koka “xor” ê tê. Tê gotin navê Hewramanê ji du beşan pêk tê “Hûra” bi wateya “Ehûra”  û “Man” bi wateya malê, cih û warê hatiye avakirin. Di Avestayê de “Hur” bi wateya rojê hatiye û ji ber wê wek warê rojê jî tê zanîn.

Ev herêm piranî çiyayî, xwedî geliyên kûr û bêhejmar çeman e. Beşek mezin ji Hewraman ji çiyayên bilind pêk tê, lê hinek jêr û li quntara çiyayan daristanên berfireh hene. Her wiha bi çem û robarên xwe tê nasîn. Sîrwan yek ji robarêm herî binav û deng ên herêma Hewramanê ye, qedereke dirêj e û xwedî rêgehek bifetlonek e. Ev robar dikeve rojava û bakurê rojavayê Hewramanê û herêma Hewramanê dike du perçeyan. Çavkaniya robarê li herêmên Razab û Merîvanê dest pê dike, piştî ji bakurê rojavayê Ûramanat, Dûab û bakurê Hertayê dibihure, dûvre robarên Jad Rod, Qişlaq Rod, Leyleh, Lûşeh, Zimkan û Deşt Her tev lê dibin û derbasî başûrê Kurdistanê dibin.

Daristanên Hewramanê, av û hewaya wê ya xweş û nemaze çiyayên wê yên asê her tim bûne cih, war û penah ji bo şêrejinên kurd. Ev çiya û daristan carnan bûne sîperên şer, carnan bûne warên bi ewle yên jin û xortên vî welatî yê xwe ji zilm û zora neyarên xwe biparêzin û xwe bispêrin wan deveran. Jin di tevahiya dîrokê de, li Hewramanê, bi sed salan e di gelek mijaran de xwedî gotin bûne û beşdarbûneke wan a çalak hebûye. Di gelek dîrokên cihê de, jin li Hewramanê di rêvebirin, ango kontrolkirina herêmeke berfireh de erkdar bûne. Bandora wan a civakî hiştiye ku di mijara birêvebirina herêmê de jî xwedî gotin bin. Helbet ji ber van çiyayên asê û bilind e ku tê gotin, dema Îskenderê Makedonî bi gelemperî xaka Îran û Kurdistanê dixe bin serweriya xwe, yekane cihê nikare bikevê ev herêma Hewramanê (rêze çiyayên Zagrosan) bûye. Ew leşkeran bê hejmar dibe ser Hewramanê, lê heybeta çiya û hebûna şêrejin û xortên kurd rê nade dijmin bikeve axa wan… Bi caran êrîşên leşkerên Îskenderê Makedonî dişkênin û ji ber vê jî ew demdirêj herêma Hewramanê di bin dorpêçê de dihêlin. Di yek ji şerên din ên Derbenda Dozlî de, jin wê mil bi mil bi zilaman re li çiyayan ji bo parastina axa xwe şer bikin û piştî pevçûneke dijwar a bi leşkerên Ferhad Mîrza û destpêkirina şer, ji ber kêmbûna amûrên şer ew ê kevirên mezin li çiyayan û girên bilind bi ser dijmin de gêr bikirana. Ji ber vê, wê leşkerên dijmin li Hewramanê bi bin biketana û ji neçarî paşve bi kişiyana.

Di dema Eşkaniyan de, hema bêje tevahiya herêmên Îran û Kurdistanê wek çend herêmên cuda hatibûn dabeşkirin. Her herêmek jî ji aliyê Şaheke biçûk, mîr an jî Siltanekî ve dihat birêvebirin. Her yek ji wan jî xwedî leşkerên xwe bûn û sîkeyên wan ên taybet hebûn.

Li gor agahiyên mirovên agahdar û zanyarên Hewramanê radigihînin, ev herêm ji dema Medan bigire heya çaxa îslamê, ji aliyê gelê herêmê bixwe ve hatiye birêvebirin. Ji ber vê yekê jî, bi dîtina sîkeyên li herêma Hewramanê (Bîsaran) ev yek hatiye aşkerakirin ku di dema Eşkaniyan de Hewraman xwedî fermandar an jî şahenşahiyeke biçûk bûye. Ew fermandar an jî şah jina bi navê Adad (Adad=mader yan jî dayîk) bûye ku salên dûr û dirêj bi rê ve biriye. Jixwe di roja îroyîn de jî kurdên Hewramî diya xwe bi navê Adad-Êda gazî dikin.

Li herêma Kurdistan Hewramanê ji çaxên berê heya niha gelek rêveberiyên wiha hebûne. Ji aliyê din ve jî li tu devereke din a Kurdistanê sîke ku wêneyê jina bi navê Adad li ser be heta niha nehatiye dîtin.

Dîsan di dema hikûmeta Ebasiyan û dema hikûmeta Mamon, Harûn Elreşîd de, di salên 230’î hicrî de jineke din fermandara Hewremanê bûye. Tê gotin ji ber navê wê li ser sîkeyan pak bûye, nayê zanîn. Lê, li seranserê herêmê, ji sala 442’yan a hicrî heya dema Şah Pehlewî qala navê çend şêrejinên Hewramî tê kirin ku fermandar bûne û bi rê ve birine.

Dîsa di sala 1225’an de, hikumdariya Hewramanê û beşek ji herêma Iraqê di destê jina bi navê Xatû Hewrîzad de bûye. Ew piştî kuştina Îskender, ji bo Siltaniya Hewramanê tê hilbijartin. Siltaniya Xatû Hewrîzad di navbera salên 1816-1817’an de, yanî salekê didome. Li gor agahiyên Fetûllah Necefî dide, ew berpirsyariya xwe dewrî Mohemmed beg dike; lê nayê zanîn ka çima û ji ber çi dewr dike, bixwe bi rê ve nabe. Biryarnameya hikûmeta Kurdistanê bi navê Xatû Hewrîzad tê derxistin û birayê Siltan Îskender, Mohammed Beg wek cîgirê Siltan Xatû Hewrîzad tê hilbijartin.

Em di van mînakan de jî dibînin ku jin li Hewremanê di dem û sedsalên cuda de, çi di mijarên birêvebirinê de be, çi jî di mijarên civakî, hunerî û dînî de be, xwedî roleke diyarker bûne.

Xatû Menîrê Siltan, yan jî Menîjê Siltan yek ji jinên bihêz ên herêma Hewramanê bûye ku fermandariya wê ya herêmê ji sala 1826’an heya 1827’an dom kiriye. Xatû Menîrê li şûna Qadir Begê kurê Emr Beg tê hilbijartin. Li herêma Hewramanê gelek jinên bihêz hebûne ku ger ne fermandar û siltan bin jî, lê beşdarbûneke wan a çalak di kar û barên mekanîzmayên biryardayînê de çêbûye, dîsa ji bo birêvebirin û karên xwe yên civakî piştevaniyeke wan a bi hêz hebûye, roleke girîng lîstine.

Li herêma Hewramanê bandora jinê ew çend zêde bûye ku bi hezaran sal bi ser de çûbe jî, ne êrîş û ne jî nêzikatiyên pergala zilamsalar nekariye şopên dayikê ji van axan paqij bike. Di her demekê de dengê dayika pîroz bi awayekî li wan çiyayan olan daye û xwe li quntarên çiyayan ber bi deşt û daristanan ve berdaye. Ji bo wê, hîna jî li herêmê tê dîtin ku navê gelek eşîr, hevser û zarokan bi navê dayik an jî jinê tên bibîranîn. Yanî bi awayekî vî rengê jinê yê xweş û resen kariye xwe li asîmanê dayika niştiman bixe û wek ronahiyekê bê xwarê…