19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şoreşa Rojava bû kilîda neteweya demokratîk

Zeynel Bulut

Endamê Desteya Rêveber a PYD’ê Ehmed Şêxo Şoreşa 19’ê Tîrmehê nirxand. Şêxo diyar kir ku Şoreşa Rojava bû kilîda neteweya demokratîk.

Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li bajarê Kobanê serhildana gel pêş ket. Gelê kurd di aloziya li Sûriyeyê de nebû alî û bi rêxistinî tevgeriya. Hêzên xwe yên leşkerî û siyasî ava kir. Pergala xwe ya demokratîk a wekhev û azad saz kir. Ev pergala xweser li ser bingeha paradigmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêş ket. Gelê Rojava li dijî hemû êrîş û dorpêça li ser xwe, xwe û axa xwe parast. Li aliyekî şerê gel ê şoreşgerîyê pêş xist li aliyê din kêlî bi kêlî xweseriya xwe bi ked û xwînê hûnand. 19’ê Tîrmehê ji bo gelê Rojava bû dîroka destpêka şoreşekê. Şoreşa Rojava di heman demê de bû şoreşa jinê. Bi berxwedan û têkoşîna xwe ya li dijî hêzên paşverû nirxên mirovahiyê parast. Keç û xortên kurdan destûr nedan ku hêzên tarî û paşverû li serê mirovahiyê bibin bela.  Ji ber vê yekê îro mirovahî deyndarê Şoreşa Rojava ye. Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê Ehmed Şêxo, Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê û geşedanên niha ji bernameya Podcasta Xwebûnê re nirxand.

Birêz Şêxo girîngiya Şoreşa Rojava bi taybetî ji bo gelê kurd û bi giştî tê çi wateyê?

Girîngiya Şoreşa Rojava ji bo gelê kurd, em dikarin bêjin ji bo hemû gelên li herêmê kilîda azadî, demokras û wekheviyê ye. Lewre em dikarin bibêjin ji bo gelê kurd Şoreşa Rojava kilîda çareseriya pirsgêrêka kurd e. Ji bo sê parçeyên din ên hatine dagirkirin bû modela neteweya demokratîk.

Li gelek welatên Rojhilata Navîn, li welatên ereban di bin navê ‘Bihara Ereban’ de gelek geşedan çêbûn, şoreşên gelan pêş ketin. Sûriye jî di destpêkê de yek ji wan bû. Lê Sûriye neşibiya welatên din. Gelo cudahiya vê yekê çi bû?

Rast e bihara gelan dema ji Tunûsê dest pê kir, texmîn hebû ku li gelek deveran pêş bikeve. Gumanên ku bigihêje Sûriyê pir li pêş bûn. Ji bo vê yekê jî gelek aliyan xwe amade kirin û di serî de jî dewleta Tirkiyeyê. Ji ber ku taybetmendiyên Sûriyeyê ji welatên din ên ereban cudatir bû. Li Sûriyeyê gelek pêkhate dijîn. 900 kîlometre sînorê Tirkiyeyê ye. Tirkiyeyê ji mêj ve dixwast xewn û xeyalên xwe yên Osmanî pêk bîne. Vê jî pir aşkera digot. Digot ‘Heleb, Mûsil û Kerkûk’ bajarên osmanî ne û gerek e careke din têxin bin kontrola xwe. Ji ber vê yekê dema li Sûriyeyê şoreşa gelan dest pê kir, gelek lîstik û plan hatin çêkirin. Bi taybetî jî ji aliyê dewleta tirk ve. Ji bo ku ji rastiya şoreşê dûr bixe û bixe xizmeta xwe. Mînak çawa şoreşê dest pê kir li Stenbolê Encumena Niştimaniya Sûriyeyê hat avakirin. Komên radîkal dan avakirin berê wan dan Sûriyeyê û tundî pêş xistin. Kesên di bin fermana Tirkiyeyê de li wir hatin wezîfedarkirin. Telîmatên xwe rasterast ji MÎT û rayedarên Tirkiyeyê digirin. Li aliyekî din jî xwest li pêşberî çareserkirina pirsgirêka kurd bibe asteng. Li dijî van lîstikan; ya li xet, vîn, nasname û şoreşa xwe xwedî derket, Rojavayê Kurdistanê bû. Tu aliyan nekarî vî gelî ji rê, rêxistin û tekoşîna wî dûr bixe. Lewra jî rastiya bihara gelan di rastiya Rojava de pêk hat.

Pergala xweser hat avakirin, li gorî we ev pergal rûniştiye yan na? Kêmasiyên wê çi ye?

Ji destpêkê ve me xwest wekî beşek ji Sûriyeyê tevbigerin. Lê sed mixabin di hemû hevdîtin û kongreyên navneteweyî yên çareseriyê de em tune hesibandin. Pergala Rêveberiya Xweser a Rojava pêwîstiyek bû. Di heman demê de wekî berhemê Şoreşa Rojava hat aşkerakirin. Di şert û mercên zehmet de rêveberiya xweser hat ragihandin. Ji rojên destpêkê ve hem li hundir û hem li derve êrîşên gelekî dijwar pêk hatin. Bi hemû şêwazên şer êrîşî rêveberiyê kirin. Di rojên despêkê de rêveberî dorpêç kirin û ambargo danîn ser. Xwestin bi tî û birçîbûnê îradeya wan teslîm bigirin. Rêyên çûn û hatinê li sivîlan girtin. Pêwistiyên jiyanî yên sereke elektirîk, av, nan, ar, sotemenî, derman  bi armanca ku karibin vê îradeyê teslîm bigirin ji ser Rêveberiya Xweser birîn. Lê gel li ber xwe da. Li nasname û hebûna xwe xwedî derket û li dor rêveberiya xwe kom bû û bi heman şêwazî li ber xwe dan. Rêveberiya xweser di şert û mercên heyî de hêviya vî gelî ye. Ji ber van êrîşan kêmanî gelek in. Rast e bêderfetî gelek in. Lê li gorî çavdêrên navneteweyî jî em dikarin bêjin di her warî de pergala xweser û rêveberî çareseriyê pêş dixe. Di warê pêwistiyên jiyanî yên mirov, ewlehî û parastinê de, pîvanên mafên mirovî yên navneteweyî de modela herî serkeftî ye. Hebûna, serkeftina xwe rêveberiya xweser îspat kir.

Netew û nijadên din vê pergalê çawa dipejirînin û diparêzin? Di çi astê de xwe tev lê dikin?

Niha di destpêkê de dewleta tirk û aliyên dîtir ên ku xwestin pirsgirêk di nava Sûriyeyê de kûr bibe û neyê çareserkirin, tim hewl dan ku şerekî nijadperstî di navbera pêkhate û baweriyan de pêş bixin. Lewre jî di destpêkê de gelê ereb û kurd li hev sor kirin. Xwestin her du pêkhateyan bi destên hev bidin kuştin. Li ser vî esasî Meclîsa Gel a Rojava komîteya biratiya gelan ava kir. Li gorî nêzîkatî û pîvanên rêveberiya xweser di destpêkê de pêkhateyên dîtir hinekî bi hesab nêzîk bûn. Lê piştî ku rastiya vê projeyê naskirin, di demek pir kin de xwe tev li vê projeye kirin û wekî projeya xwe dîtin.  Mînaka balkêş, hejmara şehîdên pêkhateyên din ên projeyê parastin û canê xwe dan, bi qasî hejmara pêkhateyên kurd e. Îro di hemû saziyan de hemû pêkhate mil bi mil ked û xebatê dikin. Ji ber vê yekê îro nêzîkatiya pêkhateyên din ên li vê projeyê wekî nêzîkatiya pêkhateyên kurd e. Bawer dikin ku ew sîwana neteweya demokratîk ya her kesî ye.

Sedema ewqas lîstîk û polîtîkayên li ser Rojava tên kirin çi ye?

Her kes vê yekê baş dibîne, diyar dike û dibêje ku çareseriya pirsgirêka li Sûriyeyê çareseriya li Rojhilata Navîn e. Modela  neteweya demokratîk e. Rêveberiya xweser e. Bêguman gelek alî naxwazin pirsgirêk çareser bibe. Dixwazin hebûna xwe li herêmê misoger bikin. Ji ber ku berjewendiyên wan ên demdirêj hene. Lewre heke pirsgirêk di herêmê de nemînê wê demê tu hinceta wan a ku li herêmê bimîn e jî namîn e. Ji bo vê yekê naxwezin pirsgirêka Sûriyeyê bê çareserkirin. Ji ber pergala rêveberiya xweser rêbaz çareserkirina van pirsgirêkan e. Di serî de dewleta tirk naxwaze ev pirsgirêk çareser bibin. Ji ber ku rêveberiya xweser dibe asteng li pêşiya xeyal û pilanên Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê serkeftina vê pergala xweseriya demokratîk dê dawiya van hêzên ku planên wan li ser Sûriyeyê hene bîne. Lewma naxwazin projeya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigêje encamê.

* Rejîma Sûriyeyê di çi astê de we nas dike. Sibê ev rewş dê ber bi ku derê ve biçe?

Piştî aloziya li Sûriyeyê û rejîmê êdî nema dikarî parastina xwe bike. Herkes jî dizane deste xwe dirêjî Rûsya, Îran û Hizbûlahê kir ku desthilatiya wê ji dest neçe. Bi derbasbûna van hêzan di pratîkê de tu hebûna rejîmê li ser vê erdê nema. Tene şiklê rejîmê ma. Lê di cewher de yên ku Sûriyeyê bi rêve dibin Rûsya, Îran û Hizbûlah e. Tu giranî û gotina Sûriyeyê li ser vê axê tune ye. Bi ferman û tehlîmatên van hêzan tê meşandin. Li aliyê din jî ew zihniyeta ku Sûriye gihandiye vê merhale, parçe parçe kir, rûxand jî li cem rejîmê dewam dike. Her tim me xwestiye bi hikumeta Sûrî re diyalokê pêş bixin û pirsgirêkan bi rengekî aştiyane çareser bikin.  Yanî nasname, çand, îrade, hebûna vî gelî nas bike. Lê sed heyf û mixabin heta îro jî rejîm hêj bi vê zihniyeta xwe ya kevn tev digere. Li gorî daxwaz û fermana Rûsya, Îran û Hizbûlah tev diger e. Nahêl in ku diyalog di navbera rêveberiya xweser û Sûriyeyê de pêş bikeve.

Lazim e ku kurd di çi astê de xwe tev li Şoreşa Rojava bikin û şoreşê biparêzin?

Şoreşa Rojava, şoreşa hebûn û nebûnê bû, şoraşa xwedîderketina li nasnameyê bû, şoreşa xwedîderketina li ziman bû, şoreşa xwedîderketina li çandê bû, şoreşa xwedîderketina li îradeyê bû. Ji bo vê yekê ferq û cudatî gelekbûn ji şoreşên din. Lewre jî gelê kurd bi vê yekê nêzîk bûn. Lewma jî gelê kurd ew azadiya ku ji dest çûye, nasnameya ji dest çûye di hundirê vê şoreşê de bi dest bixin û li ser bê bingehê hemû derfetên xwe serferber kirin. Ji ber vê yekê jî gelê kurd lazime li ser vê bingehê xwedî li vê şoreşê derbikeve.

Ji bo Rojava û Şoreşa Rojava xeteriya herî mezin çi ye li gorî we û herî zêde di bin çi gefê de ye?

Xeteriya li ser Rojava ji roja destpêka aloziya li Sûriyeyê û heta îro berdewam dike. Em îro dibînin Tirkiye tevî çeteyên xwe hemû dervefetên xwe ji bo têkbirina Şoreşa Rojava seferber kiriye. Beşek axa Rojava dagir kiriye. Çeteyên xwe bi cih kirine. Ev planên li ser tevahiya Rojava ye. Ava Firatê dibirin. Şerê aborî dikin. MÎT’ê bi cih dikin. Êrîşî nirxên civakê dikin. Dixwaze civakê parçe bikin. Dixwazin şerê nijadperestî careke din pêş bixin. Dixwazin Şoreşa Rojava lawaz bikin û desteser bikin. Xeterî ev û gelê me jî van xeteriyan dibîne û li gorî wê berxwedan û têkoşîna xwe bilind dike.

Şoreşa Rojava wekî şoreşa mirovahiyê tê dîtin. Di vê çarçoveyê de ji bo parastina şoreşê lazime çi bê kirin?

Niha di gelek beşan de parastina Rojava divê bê kirin. Ya dikeve ser gelê Rojava divê xwe li gorî şerekî demdirêj û şoreşgerî amade bike. Gelê Rojava çawa ku ji destpêka şoreşê xwe parastiyê, wê dîsa jî xwe biparêz e. Li aliyê din şerê ku li ser Rojava tê meşandin şerê teknîkî ye. Ji ber vê jî gelê me yên li çar aliyê dinyayê dijîn divê bi çalakiyên xwe yên demokratîk li welatên têde dikarin bi erkên xwe rabin. Dikarin bandorekê li ser wan welatan bikin ku piştgiriya Tirkiyeyê neke. Ev şoreşa mirovahiyê ye. Yên ku xwe aştîxwez dibînin û qala mirovahiyê dikin gerek ew jî ji aliyê xwe ve xwedî li vê şoreşê dekevin. Dikarin zextan li dewletên ku çekan didin Tirkiyeyê bikin. Bi vî rengî em ê bikaribin parastina Rojava û Şoreşa Rojava bikin.