spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Şoreşa Rojava mûcîzeyek e’

Zanîngeha Rojava bi feylesofê navdar Noam Chomsky re bi rêya Zoomê panelek li dar xist. Chomsky di panelê de diyar kir ku Şoreşa Rojava wek mucizeyekê ye û hewce ye tevahiya cîhanê vî nirxî bibîne.

Feylesof û zimanzanê amerîkî Noam Chomsky ê bi rêya Zoomê bi awayekî zindî tev li panela Enstîtuya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişloyê bû, da zanîn ku Rojava di rewşeke pir dijwar de ye û wiha got: “Pirsgirêka Rojava ya sereke ew e ku dê çawa ji êrîşên Tirkiyeyê rizgar bibe ku bi erêkirina Amerîkayê tên kirin. Li aliyekî din rejîma Esed a hov heye. Mayîna Rojava heya vê merheleyê mûcîze ye, tecrûbeya wê nîşan dide û piştrast dike ku piştevaniya navneteweyî pêkan e.”

Ger zexta gel tune be…

Chomsky di berdewama axaftinê de bal kişand ser rewşa Rojhilata Navîn a ku dê di serdema Joe Biden de têkeve nav rewşeke çawa û ev tişt anî ziman: “Ger zexta gel tune be, Biden jî dê heman stratejiya Amerîka bidomîne ku berjewendiyên dewlemendan diparêze. Dibe ku siyaseta wî ji ya Trump cuda be, lê divê em li benda tiştekî pir cuda nîn bin. Ji ber vê yekê divê her kes zextê li Biden bike, lê bawer nakim ku dê Biden mîna Trump hov be û wê ji Tirkiyeyê re nebêje biçe dagir bike û kurdan bikuje, ew jî wê tiştekî neke.”

‘Pirsgirêkên Rojava cuda ne’

Noam Chomsky destnîşan kir ku pirsgirêkên li Rojhilata Navîn rû didin ji pirsgirêkên dewletên lîberal cuda ne û wiha got: “10 sal di ser Buhara Erebî re derbas bûn ku li her deverê bi tundî hatin têkbirin, lê pirsgirêkên li dewletên lîberal, ne têkbirina nêrînê ye, ev paşguhkirina wê ye. Bi rengekî din, nêrînên ku tên parvekirin nagihîjin girseyeke mezin, li beramberî wê tevgerên gel dikarin hin pirsgirêkan ber bi qada siyasî ve bibin.”

Misogeriya mafên jinan

Chomsky têkildarî Rêveberiya Xweser hin hişyarî kirin û wiha domand: “Divê Rojava di serî de mafên jinan misoger bike. Mînak Afrîkaya Başûr bi misogerkirina mafên jinan bi ser ket. Ev yek ji bo we jî derbasdar e û hêviya yekemîn e. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxekî mezin e û hewce ye ev nirx ji aliyê hemû cîhanê ve were dîtin. Encax bi piştgiriya gelan hûn dikarin bigihîjin armanca xwe.”

‘Desteka gel nebe nabê ye’

Feylesofê Amerîkî Noam Chomsky di dawiya axaftinê de da zanîn ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di pêvajoyên dîrokî re derbas dibin û wiha got: “Heya niha mayîna şoreşa Rojava û berxwedana wê mûcîze ye. Gelê Rojava xwedî nirx e, divê ev nirx ji bo tevahiya cîhanê bê ragihandin da ku bê dîtin. Ez bawer dikim ku heger gel destekê bide, hûn ê bigihîjin armanc û mafên xwe.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê