spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şoreşgerekî helbestvan: Xelîl Guneş

Bi heyîkirina desthilatdariyê re dîroka cezakirin, zîndankirin û hepskirinê jî dest pê dike.Hişmendiya serdest bi cezakirin û zîdanîkirinê tim xwestiye sekn û fikrên li hemberî xwe tune bihesibîne, bêdeng bihele û bi vî awayî jî ‘kêfa’ serdestiyê bi awayekî bêdawî bijî.
Nivîskarê fransî M. Foucault feraseta desthilatdariyê bi metafora panoptîkonê bi cih dike û li ser nepeniya desthilatdariya modern xebatên xwe kirine. Foucault têkildarî mijara hepskirinê dibeje; di serdemên qral û Împaratoriyan de mirovên ku li hemberî fikrên desthilardariyê derketibûn li meydanên mezin ên ku gel lê kom bûyî bedenên wan li ber çavan dihatin parçekirin. Giyotîn jî yek ji wê şêweyê ya ku li sûk an jî li meydanên herî qerebalix, serê ‘sûcdaran’ pê jê dikirin.

Lê bi sazkirina netewe dewletê girtîgehên modern hatin avakirin, êdî mirovên ku ji aliyê dewletê ve wekî sûcdar dihatin pênasekirin û ew dikirin navbera çar dîwaran. Her wiha ew pergal a ku desthilatdar bikaribe pê bi şev û roj li ser serên girtiyan bimîne tê avakirin.
Netewe dewletê rêbazên Pergala xwe ya cezakirinê ango di derbekê de bikuje û parçe bike berfirehtir kir, yanî bi awayekî psîkolojîk her kêlî, her saet, her roj û her şev êdî girtî dihatin kuştin. Yanî bi kurtasî armanca girtîgehan bi dîroka netewe dewletê re, dibe pergala bi awayekî spîsexlem a ji jiyanê îzolekirin, ji xwezayê durxistin û ji her kêliya jiyana azad tecrîdkirinê.

Li hemberî vê pergala hepskirin, tunekirin û tunehesibandina psîkolojîk di dîrokê de gelek kesên wek Gramschî, Mandella û hwd. li ber xwe dan, bi nivîs û berhemên xwe pêşengiya fikrî ya gelê xwe kirin.
Em dikarin bibêjin ku li hemberî polîtîkayên hepskirin, cezakirin û tunehesibandinê gelê kurd çawa gelek qadên jiyanê guhertin, di heman demê de sekna li girtîgehan jî veguherand. Dema bi qelema serdestan Kurdistan dibe çar parçe û mêtingeha çar dewletan, kurdên ku li ber xwe didin û fikrên mêtingeran qebûl nakin ji aliyê van çar dewletan ve tên hepskirin.

Bêguman berxwedana herî bi nav û deng jî di encama 50’î salan de derket holê. Ji salên 90’î ve bi hezaran kurd li Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê hatin girtin û hê jî bi hezaran girtî ne. Lê girtiyan her girtîgehek xistin akademî û bi sedan, tez, helbest, nivîs û berhemên cur be cur derxistine. Girtîgeh ji bo kurdan êdî bûne cih û warên afirandin, wêje û nîqaşên fikrên azad.

Yek ji van nivîskar, helbestvan û şoreşgeran jî Xelîl Guneş ê ku di 15’ê kanûnê de li girtîgeha Amedê, bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dabû ye. Xelîl Guneş li Edenê ji dayîk dibe û bi pêvajoya zanîngehê Tevgera Azadiyê nas dike û pişt re tev li xebatan dibe.
Guneş di sala 1993’yan de di girtîgehê de bû lê her kêliyeke jiyana xwe weke hemû hevrêyên xwe bi awayekî şoreşgerî derbas dike. Xelîl Guneş di girtîgehê de rastî îşkenceyeke giran tê, piştî îşkenceyê bi nexweşiya penceşêrê dikeve. Tevî vê nexweşiya xwe jî di girtîgehê de jiyaneke çalak derbas dike.

Xelîl Guneş her saet, roj û dema xwe ya 28 salan geh bi nivîs, geh bi helbest û bi têkoşîneke têr û tije derbas dike. Xelîl herî zêde bêriya Amedê dike, di gelek rêzikên wî de sêwirandinên Amedê hene, behsa deriyên Amedê û Deriyê Çiyê dike.
Li Amedê girtî bû, derdora wî bi çar dîwara hatibû girtin, tenê bêhna Ameda rengîn têra wî dikir, ji bo hibra pênûsa xwe li ser eşq û evîna Amedê vala bike, helbest nivîsîn.
Canê min î mayî bigrin û bixin dilê zarokên xwe yên êgir, yên ku te di hembêza xwe de şîr dane,
yên ku kaniyên xwe li pey xwe hiştine!
Ew her sê darikên ku di destê Mazlûm de şewitîn,
hê jî zilma mêtîngeran kor dikin!
Serhildana sêreng! qêrîna berxwedanê ya sêreng !
Sê bedew, sê giyan;
Hevala Ayten, Doktor Jiyan û
Fermandara bi dilê têrevîn Dîlan
Dema li nava sûran dimeşiyan
bi meşaleyan dîwaran ronî dikirin…
Li hember hemû deriyên bajêr ên ji ixanetê re vekirî , radiwestin..
berxwedanê digihînin serkeftinê
Û bê hesab.
canl! canl! can! Kurdistan! diqîrin…