În, Nîsan 16, 2021

Stara stranan

Mefer Kurdil

Mîna tu ji çivîkan re bêjî tu çivîk î lê nefire, ji wan re gotin hûn bilbil in lê nestirên dengên we bila li vê dinê nemîne. Wan bi ya dilê xwe kir û dengê wan hîn jî li dinê ye û ew ê wer li dinê bin… Bi stranan stirîn! Gelek ji wan rasterast gotin:“Ez nestrêm ez ê bimrim”

Destên hezkiriyê xwe berda “Mihemedo Ronî”yî li dû xwe hişt “Meryem Xan”ê. Zêde emir nekir lê heta sax bû li ser vê rêya stranan dengê wê qut nebû. Ji radyoya Bexdayê deng da dinyayê!
Bi ya dilê xwe kir û di tu bajaran de hilnehat weke dinya daristanek be jê re got “Ez Xezal im” dengê wê belav dibû “Eyşa Şan”a Kurdî bi hesreta dêya xwe mir lê dev ji stranan berneda îro hîn dengê wê li dinê ye, ew dengê ku tu sînoran nas nedikir.

Ew jina ku malbata wê bi sirgûnan ji welatê xwe dûr ketibû, ew jina ku li ser wê rêya stranan hîn ew jî û dengê wê jî li dinê ye navê wê “Xana Zazê” ye…

Ji bo di radyoya Urmiyê de kilaman bêje ew jina ku “ji bo avakirina kesayeta xwe hunerê dikir rêzan û rêbera jiyana xwe” ji bo bistirê heta mirinê li ser vê rêyê ku tê gotin wekî xwe kuştibe hate kuştin. Ew jina bi kilaman serî radikir navê wê “Îran Xanim” bû ji Rojhilêt ronahî dida welêt.

Dengê jina ku ji ber zewaca wê tenê mabû û ew jina ku li civatan nikaribû bistrê derket hemberî hezaran li Meydana Qurmizê dengê wê belav dibû navê wê “Sûsika Simo” bû tê zanîn ku dengbêja cara ewil derket ser dikan û deng dida dilan ew bû.

Ew jina ku wexta hatibû dinyayê ji bo ku ne law bû diya wê dixwest bimira, ew jina ku ji bo di radyoya Rewanê de bikaribûya stran bigota dev ji evîndarê xwe berdabû, ew jina ku digot “welatê me Kurdistan e” li dûrî welêt hesreta dilê wê deng dabû, ew jina ku stran kiribû wetan ji xwe re navê wê “Aslîka Qadir” e, dengê wê pir bi qedr e.

Li gelek astengiyan û kul êş û azaran rast hatin jinên kurd lê dev ji hunerê bernedan û bi hezkirinek mezin dan ser şopa dengbêjan.

Yeke a ji wan jinan a ku cara ewil dengê xwe qeyd kir û pîlaq derxist û ji jinên kurd re bû dayik mala wê bû cihê hunera kurdî, 24 salan di radyoya Bexdayê de xebitî ew jina ku şewq dida kilamên kurdî û dibiriqî navê wê “Elmas Xan” bû.

Ew jina ku gund bi gund digeriya ji bo wenda nebe dengê kilam û stranan, ew jina ku noteyan li kilamên kurdî difesilandin, 35 salan xizmet kir di radyoya Rewanê de, navê wê Cemîla Celîl e, hebûna wê ji vî zimanî re delîl e.

Gelek hunermendên din ên jin bi hezkirineke mezin û bi wêrekî dev ji rêya xwe xwe bernedan li ser wê rêya hunerî îro ji keç û xortên kurd re bingeheke asê ava kirin. Ji mirinê jî neditirsiya dengê wan li ser mirinê re bû îro gelek ji wan çûne lê mirin nikare bi dengên wan hîn distrên ew; stara kilam û stranan besî wan bû.

Huner, bi hezkirinê û bi baweriyeke xurt neyê avakirin, ew ê zanistî tenê têrê neke helbet bê zanîn nabe lê divê hunermend dilê xwe derxe û deyne pêşberî me ev jî bi baweriya bi xwe û bi hezkirina ji rêya xwe û li ser wê bingeha ji dilan ava dibe. Bi wan jinên kurd re ev hebû ji ber wê ye îro rêyên tunebûn hene, ne ku ew rê tarî bûn rê tunebûn rêyan ava jî kirin û ronî jî.

Ew dengbêj bûn ne ker û gêj bûn! Bûne dengê “Hedika Qaso”yî, dengê “Besna”yê dengê “Edûlê”! Gelek caran bûne dengê jineke êzidî, li çiyayên Şengalê li Kurdistanê hîn digerin. Bûn dengê jineke li gundekî hatibû jibîrkirin, bûn rêber û dan pêşiya wan. Ew çivîk bûn û firiyan, bûn baskên gelek çivîkên ku firînê ji bîr kiribûn! Divê muzîka kurdî bibaskbûna xwe ji bîr neke, divê stranbêj bibin dengê yên li dengê xwe digerin û wan bi dinê bidin naskirin êdî rê heye tenê xweşkirina wê rêyê û keşifkirina rêyên nû ji me re divê.