16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Statûya başûrê Kurdistanê di bin xetereyê de ye

Endamê berê yê Encûmena Serkirdayetiya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) Edhem Barzanî çend rojên dawî li ser hev bal dikişîne ser êrîşên dewleta tirk û talankirina xweza û daristanên başûrê Kurdistanê. Edhem  Barzanî herî dawî diyar kiribû  ku ew ê ji Kurdistanê derkeve û bi Tevgereke Gel a Şoreşgerî vegere Kurdistanê.

Edhem Barzanî der barê êrîşên dewleta Tirkiyeyê de axivî û bal kişand ser metirsiya li ser xaka başûrê Kurdistanê û wiha got: “Eger herêma Kurdistanê ji bo rawestandina êrîşan tiştekî neke, dibe herêma Kurdistanê ji dest biçe.”

Barzanî diyar kir ku helwesta wî ya li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li Başûrê Kurdistanê ne nû ye, berê jî bûye xwedî helwest li dijî êrîşên dewleta Tirkiyeyê.

‘Tirkiye ji bo dagirkirinê li herêmê ye’

Barzanî destnîşan kir ku berî çend salan tim wisa dihate zanîn û diyarkirin ku Tirkiye ji bo êrîşkirina ser PKK’ê êrîşî herêmê dike û wiha got: “Lê ya niha tê kirin, Tirkiye cihên stratejîk û bilindahiya çiyayên Kurdistanê dagir dike. Ev metirsî ye. Cara yekem e dibêjim, her hêzek û aliyek eger cihên bilind bixe destê xwe û kontrol bike, dikare desthilatiya xwe li ser hemû herêmê mîna Dihok, Hewlêr, Kerkûk, Mûsil û heta Tirkrîtê ava serwer bike. Ji bo wê ye ku eger Tirkiye li van herêmên bilind û stratejîk bicih bibe, wê ew deverên min li jor anî ziman dagir bike.”

Edhem Barzanî da zanîn  ku her cihê Tirkiye diçe rê çêdike, elektirîk dibe û av dikişîne û ev tişt bi lêv kir: “Ev tiştê ku tê kirin dagirkerî ye. Desteyên Parlementoya Herêma Kurdistanê çûne wan cihan û rapora xwe amade kirin û bal kişandin ser wê yekê ku kiryarên dewleta tirk ya li herêmê ji bo dagirkirinê ye.”

‘Tirkiye dixwaze Mûsilê bike parçeyek ji axa xwe ’

Endamê berê yê Encûmena Serkirdayetiya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) Edhem Barzanî qala stratejiya şer aTirkiyeyê ya li ser herêmê kir û wiha pêde çû: “Em ber bi dawîbûna Peymana Lozanê ve diçin. Peymana sala 2023’an dawî dibe. Li gorî peymana ku berî sed salî hatiye îmzekirin Tirkiye neçar mabû ku bê şer Mûsil radestî Iraqê bike. Lê ji wê rojê heta îro Tirkiye tim di nava hewldanan de ye ku parêzgeha Mûsil bike parçeyek ji xaka Tirkiyeyê. Li gorî ezmûn û tecrûbeyên xwe yên siyasî 2 sal maye ji bo dawîbûna peymanê, eger ku hêzek mezin hatiye, dîsa ji bo dawîbûna peymanê 2 sal maye, ew jî bi temamî destdanîna ser xaka başûrê Kurdistanê ye.”

‘Mijar metirsîdar e, divê kesên pêwendîdar bicivin’

Têkildarî mijara çareserî û helwestên li dijî van êrîş û hewldanên pêşîgirtina dewleta Tirkiyeyê jî Edhem Barzanî wiha got: “Di peyameke xwe ya berî niha de min bang li her serokê Hikûmet, Parlemento û Herêmê û Yekîtiya Ewropa û dîsa Komkara Ereb kiribû û ji wan xwestibû ku ji bo rawestandina dagikeriya Tirkiyeyê û taybetî welatên Komkara Ereban kiribû bibin xwedî helwest. Ji ber ku em bixwazin û nexwazin jî di rewşa heyî de başûrê Kurdistanê li ser hikûmeta Iraqê ye, Iraq jî endamê Komkara Ereban e. Divê hemû ew hêzên bandora wan li ser Herêma Kurdistanê hene, li vê mijara heyî baldar bin. Ji ber ku ev mijar pirsgirêkên mezin çêdike.”

‘Divê her kes li hember vê rewşê baldar be’

Barzanî destnîşan kir ku her cihê ku leşkerên Tirkiyeyê biçe, jê dernakeve û xwe bicih dike, Qibris û Sûriye jî nimûne da û ev nirxandin kir: “Li gorî min barekî gelek giran e. Hem ji bo herêma Kurdistanê û hem jî ji bo Iraqê ji bo çareseriya vê pirsgirêkê wê di warê canî û madî de zehmetî bikişîne. Erkê hemû hîzbên siyasî û rêveberên siyasî, dîsa erkê hemû ferdên bi şeref ên Kurdistanê ye ku li hember vê rewşê baldar bin li asta êrîşên niha tên kirin. Li gorî min êrîş wê berfirehtir bibin, dibe hinek navçe ji destê herêma Kurdistanê jî derbikeve. Ji bo wê çiqas zû têkildarî vê mijarê kar bê kirin, ji ber ku çiqas derengtir bikeve, girantir dibe û ji dest derdikeve.”

Hewldanên ji bo pêşigirtina êrîşan

Edhem Barzanî piştevaniya xwe ya ji bo her hewldan û karê ku pêşî li êrîşan dewleta Tirkiyeyê  bigire nîşan da û ev tişt anî ziman: “Hinek hevalên min ji bo pêşîgirtina êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê kar dikin. Ez jî piştevaniya xwe ya ji bo her kar û hewldanên pêşiya êrîşan bigire û dawî li dagirkeriya Tirkiyeyê bîne, didim nîşandan.”

Barzanî herî dawî got: “Çûyîna min a darve seferekî asayî ye, hinek jî ji bo çareseriyê ye.”