Sunday, December 5, 2021

Statuya Rêvebiriya Xweser hat nasîn

Felemez Ulug
Xweşkanî

Di 22’yê hezîranê de heyeteke ji Herêma Xweser a Katalonyayê serdana Bakur û Rohilatê Sûriyeyê kir. Ev heyeta ku parlementer û siyasetvanên katalonî Lûlîa Regovat, Robîn Wagensber û Laûra Breezî jê re pêşengî dikir li gelek bajar û navçeyan xebatên rêxistinbûyina rêvebiriya xweser di cîh de şopandin.
Şandeya katalonî di çarçoveya xebata xwe de bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re jî hin hevdîtinan pêk anî. Ev hevdîtin û çavdêriya şandeyê ji bo nasîna statuya rêvebiriya xweser xwedî cihekî girîng e.

Piştî heyeta katalonî vegeriya, endamên vê heyetê li welatê xwe dest bi xebatên ji bo nasîna statuya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Bêgûman di vir de xebatên erênî yên diplomasiya revebiriya xweser jî hene.

Di encama van xebatan de di 20’ê cotmehê de ji bo pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî jî ji bo gelê kurd civînek girîng pêk hat. Di vê rojê de Parlamentoya Katalonyayê ji bo nasîna statuya Rêvebiriya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê li hev
civiya.
Seroka meclisa Parlamentoya Katalonyayê rûniştin bi sernavê dengdana ji bo nasîna statuya rojavayê Kurdistanê da vekirin. Cara yekemîn e ku di vê astê de ji bo qebûlkirina siyasî ya rojavayê Kurdistanê rûniştineke taybet hat lidarxistin.

Pişt re li ser navê koma partiyan parlamenterên katalan, derbarê girîngiya nasîna statuya rêveberiya xweser de axivîn. Parlamanteran destnîşan kir ku bi saya fikrên Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan li rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya jinên kurd, bi pêşengiya gelê kurd li ser esasên konfederalîzma demokratîk, jiyaneke nû hatiye avakirin. Parlamenterên axivîn gotin: “Divê em hemû gelê katalan, gelên Ewropayê xwedî li vê şoreşê derkevin.”
Di axavtinên hatin kirin de bi awayekî berfireh bahsa rola rojavayê Kurdistanê ya di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de jî hat kirin. Bi vê girêdayî gefên Erdogan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevkariya dewleta tirk bi komên çeteyan re jî bûn mijarên axaftinên parlamenterên katalon û gotin: “Divê em di hemû qadan de, madî, manewî û siyasî bi kurdan re bin.”

Di civîna ji bo nasînê de li ser çar xalan dengdayin pêk hat. Ji ber vê yekê her xal cuda cuda hatin xwendin û dengdayin jî li gor wê hat kirin.
Di xala yekemîn de weke mijareke siyasî Parlamentoya Katalonyayê hebûna Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ya ku li ser bingeha konfederalîzma demokratîk hatiye avakirin qebûl kir û saziyên katalanî dê têkiliyên sazûmanî deynin.

Di xala duyemîn de li ser konfederlîzma demokratîk ya komunal, azadîxwaz ya jinan û ekolojiyê ku li Rojhilata Navîn dê bibe modela jiyana aştiyane hat axaftin.
Di xala sêyemîn de jî bang li rêxistin, civaka sivîl û hemwelatiyên Katalonyayê kirin ku beşdarî jinûveavakirina herêmê bibin û bi hevgirtinê hem ji bo avakirina madî ya welat û hem jî ji bo pêşwazîkirina penaberên daîmî yan demkî, pêş bixin.

Di xala çaremîn de Parlamentoya Katalonyayê komîteyên ji rêveber, rêxistin û civaka sivîl pêk tên vedixune avakirna tora hevgirtin û pêşxistina têkilîyan.
Dengdana ji bo nasîna statuya Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser van her çar xalan hat kirin û bi piraniya dengan qebûl bû. Di van xalan de tişta ku herî girîng pênaseya konfederalîzma demokratîk e.

Di encama axaftinan û pêşniyarên hatine kirin de di parlamentoyê de dengdayin hat kirin. Di encama dengdanê de hema bêje bi yek dengî statuya rêveberiya xweser hat nasîn. Ev biryara parlamentoyê ji aliyê kesên wek çavdêr tev li rûniştinê bûbûn bi çepikan hat pîroz kirin. Parlementoya Katalonyayê bû yekem parlementoya ku statuya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas dike.