Monday, September 27, 2021

Stockholmê

Seyîdxan Anter

Bi navên Brukselê û Mîtanî me der barê mijara kurdî de nivîsîbû. Vê carê dor hat Stockholmê. Ma ne her cih û war xwedî dîrok, mecal bûyer û taybetmendiyên xwe ne.
Li Swêdê, wek penaberên ji neteweyên din, zarokên kurd jî ji heftê carekê dersê bi zimanê xwe dibînin. Ji xwendina zimanê zikmakî re fînlandiyan pêşengî kirine. Îro roj, perwerdeya zimanê dayikê bûye mijareke xwezayî yê mafên mirovan. Di peymana navneteweyî ya zarokan de ev maf zelal e. Her wiha, li gorî biryara YE’yê kêmneteweyên mîna roman, laponî û cihû û fînlandiyên li bakurê Swêdê, mafên perwerdeya giştî bi zimanê wan heye.
Bi qasî vî mafê me li jor got, helwest û tevgera kurdan jî rola xwe ya hêja li ber çavan e. Dîroka kurdan û xebata wan bo zimanê kurdî li Swêdê, digihêje dawiya salên 1960’î. Rohat Alakom di lêkolîna xwe ya bi navê Têkiliyên hezar salî yên kurd û swêdiyan de, vê xalê tîne bîra me.

Mîna hûn agahdar in, heta sala 1980’yî, xebata polîtîk, folklor û zimanê kurdî bêhtir li Uppsalayê dibû. Rêxistina BAHOZ pirtûkên bi kurdî belav dikirin. Tîma xwe ya folklorê hebû. Navenda kovara ASO ( Organê Komeleya Xwendevanên Kurd li Derveyî Welat) û Tîma folklorê ya ÇIYAYÊ SOR li Uppsalayê bû.
Ji sala 1980’yî û wir de, piştî ku rêkxirawên kurd konên xwe lê vegirtin û pê ve, Stockholm bû meydana kar û xebatên kurdan. Ger em xebata polîtîkaya xas û teng kêlîkê daynin aliyekî, bi tenê kovara ‘ÇI BIKIN?’ li Uppsalayê derdiket. Kovarên ARMANC, BERBANG, KURDISTAN, KURDISTAN PRESS, NÛDEM, VATE, ROJA NÛ, KULÎLK, AVAŞÎN, VEGER, TÎRÊJ, BÎRNEBÛN û hwd. li Stockholmê derdiçûn. Keleha kovara ‘SÎRWAN’ jî li bajarê Gavle bû. Li Stockholmê şanogeriya bi kurdî berhem da.

Stockholm di warê weşangerîyê de, APEC, WELAT, NÛDEM, DILJEN û bi dehan weşanxaneyên din, nemaze bi xêra wêjeya zarokan û kitêbên dersan li Swêdê, kurdî rewabûnek bi dest xistiye. Ji nav 2 milyonan zêdetir kurdên li Ewropayê de, kurdî bêhtir li Swêdê bi kar û kêr hatiyê. Li SR (Radyoya Swêdî), beşa kurdî karek çê dike. Yek ji gavên pêşketî yên sala îsal jî, VÄRLDS BIBLIOTEK ( Kitêpxaneya Cîhanî ) ya li bajarê Malmö ye.
Stockholm ji nivîskarên mîna Mehmed Uzun (Bro Dirêj), Hesenê Metê û ji gelek nivîskarên din re bûye war. Her wiha redaksiyonên TV’yên kurdan li Stockholmê bûne.
Di tevgera kurdî ya li Stockholmê de, ala di destê kurdên Anatoliya Navîn de ye. Xebata wan hêja û bi nirx e. Weqfa Kurdên Anatoliya Navîn, tenê bi xwendina dersên li dibistanê qayîl nabin û rojên şemiyan jî ji zarok û mezinan re fêrbûna kurdî ji xwe re kirine armanc. Kovara ‘BÎRNEBÛN’ bi înad û serketî dom dike. Di wêje û pirtûkên zarokan de berhemên weşanxaneya APEC’ê, kem zêde ketiye her mala kurdên xwedî li zimanê xwe dertên. APEC ne tenê li Stockholmê lê li Amedê jî çalak e.

Çend mijar ji niha ve hatin bîra min. Çend xalên em bi wan re rû bi rû ne:
1- Beriya 1916’an li Vastervik, şaredariyê zarokên kurd dişandin dersên erebî an jî tirkî. Bi xebata hevkar şaredariyê, mamosteyên zimanên din û yê kurdî peyda kir, îro ev pirsgirêk çareser bûye.
2- Cardin li heman bajarî, dayikeke kurd, ji bo zarokên xwe neêşîne kurdî her car ev gotin dubare dikir: “Ma ne baş e zarok gelek zimanan fêr bibin?” Bersiv jî her car ev bû: “Rast e, zarok çiqas zimanan zanibin hulqasî baş e, lê ne li ser hesabê zimanê makê (dê).” Zarokên vê malbatê îro diçin dersa kurdî.
3- Pirsgirêkeke din a li ber zimên jî, kesên bi kurdî dadikevin, wa xuya ye ne ji malê û dereng kurdî fêrbûne. Loma jî, ji pedagojî û metoden fêrkirina kurdî re xebatek berfireh û dewlemend gerek e.
Ji berê ve li komele û rêxistinên kurdên Swêdê, ziman kurdî bû. Lê hin bûyer hene wateya wan ji bo civak û pêşerojê xwedî nirxekî giranbuha ne. Di salên dawî yê 1980’î de, di civîna ERNK ya David Bagaregatan (navê xwe yê nû Olof Palme gatan) de, beşdarên civînê helwestek nîşan dan ku di civînan de bi kurdî bê qisekirin. Vê bûyerê Stockholmê kir mîna Qamişlo. Wê demê, li Qamişlo şerm û fedî bû gava kurd di malên xwe de bi erebî bipeyiviyana û hîn jî wisa ye.
Gotineke swêdiyan heye, dibêjin: “Zarokên ku mirov ji wan hez dike, gelek navên wan hene.” Ger me hin navên Stockholmê ji bîr kiribe, bila xwendevan li me negirin. Xebateke dewlemendtir û bi rêk û pêktir ya zimanê kurdî, di warê pedagojîk, metod û ferhengî de, li kurdan tê.
Îca çi dikare rê li te bigire, tu di rûbarên kurdî de fêrî avjeniyê bibe!