spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Stoltenberg: Fikarên me der barê kirinên Tirkiyeyê de hene

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg da xuyakirin ku fikarên wan ên cidî der barê tevgerên Tirkiyeyê yên van salên dawî de hene. Stoltenberg li pêşberî parlamenterên Yekitiya Ewropayê ev fikarên xwe anîn ziman û wiha got: “Em tev dizanin ku nakokiyên cidî têkildarî hin tevgerên Tirkiyeyê hene, bi taybetî jî têkildarî kirîna wan a pergala fûzeyên S-400’î, kirinên wê yên li rojhilatê Behra Spî, li ser sînorê Yewnanistanê û destwerdana wê ya li Karabax, Sûriye û Lîbayayê û mafên demokratîk ên li Tirkiyeyê nêrînên me ji Tirkiyeyê cuda ne. Her wiha hin pirsgirêkên me yên din hene.”

Tê gotin ku wê hefteya bê wezîrên karên derve yên NATO’yê li Brukselê bi rayedarên rêveberiya serokê Amerîkayê Joe Biden cara yekemîn rû bi rû hevdîtin pêk bînin.