Rojnameya Heftane

Strana helbestê: Yûnûs Dîşkaya

Di muzîka Yûnûsî de lihevhatineke bi aheng heye. Ew dikeve nav wan helbestên dixwîne, ji bo hunerê ev tiştekî pir girîng e. Divê hunermend bi xwendina helbestê ji ser hişê ve xwe biçe

Mefer Kurdil

Hin kes hen e, ne hewce ye mirov pesnê wan bidin ji ber hunera wan, wan dipesinîne. Lê ji qewlê Ehmedê Xanî, ji Kurdî re:

‘çi bikim ku qewî kesad e bazar”

Dixwazim çend tiştan li ser dengê Yûnûs û muzîka wî bibêjim.

Gava yên cara ewil li dengê wî guhdarî dikin dibêjin “na, min deng û muzîkek wiha nebihîstibû”. A rast guhdarên guhên wan hînî tiştên dizanin bûne, muzîka nû ne li gorî dilê wan e. Lê yên dixwazin muzîkek bi giyanê kurdî û modern guhdarî bikin, “Yûnûs Dîşkaya” esmanekî nû dide ber baskên dixwazin ji xwe re bi kurdî bifirin. Wexta mirov bêje firîn û navê Yûnûsî derbas bibe divê mirov qala “Teyrê” Fêrîkê Ûsivî bike.

“Teyro, gelo qedrê fira xwe dizanî,

Tu ku wisa difirî li wî esmanî?”

Di helbesta Fêrîkî de teyrek li esmanê Kurdistanê bi hesret difire. Bi deng û muzîka Yûnûsî mirov li xwe hayî nabe ku carekê bi teyr re difire. Ji ser Elegezê ber bi Agirî, Xelat û Sîpanê ve…

Bi min strana “Teyr”ê di nav muzîka Yûnûsî de perçeyeke herî baş û serkeftî ye. Di dawiya stranê de Yûnûs û Fêrîk û Teyr bi awayekî ecêb difirin.

Wexta cara ewil min li vê stranê guhdarî kir, min ji Yûnûsî re got, di dawiya stranê de guhertinek ecêb heye, wî jî got, “ew ne ji min e ji helbestê ye.” Vê dawiyê min baş fahm kir ku bersiveke di cih de bû.

Min xwest ez hinekî qala Yûnûsî bikim lê dinêrim ez li ser stranekê mame. A rast divê ew lihevhatinên Yûnûs û Fêrîkî bi çend gotinan xelas nebin.

Di muzîka Yûnûsî de lihevhatineke bi aheng heye. Ew dikeve nav wan helbestên dixwîne, ji bo hunerê ev tiştekî pir girîng e. Divê hunermend bi xwendina helbestê ji ser hişê ve xwe biçe. Ne tenê rûhê Fêrîkê Ûsiv, ê Kamiran Elî Bedirxan, ê Cegerxwîn û Arjen Arîyî jî datîne ber mirovî. Ji hezkiriyên kurdî re bi dengekî helbestî dilorîne. Her tişt bi keda wî ye, di stranên wî de bi piranî muzîk pir dirêj in. Di muzîka serê stranan de ez dikarim bi rihetî bibêjim, Yûnûs bi wan muzîkan re tê; beriya dengê wî dengê dilê wî tê bihîstin.

Yek ji stranên wî yên serketî jî “Heyv û Stêr”a helbesta Kamiran Elî Bedirxanî ye. Di vê stranê de bi dengê wî bêwelatî diniqute dilê mirovî.

“Dilketî me û sîngjar im

Bê welat û bê bajar im”

Kamiran Elî Bedirxan mîrekî zimanê kurdî bû, mîna birayê xwe Celadet; mîrekî bêwelat, bêbajar û bêgor û goristan di vê helbestê de xwe rê dide. Yûnûs dîsa esmanan vedike ji guhdaran re.

Di straneke din de wexta hesreta newrozê bi gotinên “Arjen Arî”yî  bi “du hezar sal e”yê re distrê, newroz û xemgînî pir li hev tên. Ev xemgînî mîna helbesta Evdila Peşêwî bi dengê Meryem Îbrahîmpûr digot “em sal newroz nakem” tîne bîra min. Xemgînî li newrozan nayê, lê li van her du stranan pir tê.

“Çil sal çû, ka miradê me…

Newroza min, yara kubar?”

Divê ez gelek stranên wî bi bîr bînim lê derdê min ne ew e ku yek bi yek pesnên stranên wî bidim min di serî de jî ev got. Derdê min muzîka kurdî ye, muzîka bêgiyan, pêşveçûnek populer bi xwe re dimeşîne; strana hunermend hîn ji gotinên wê fahm nekiribe ew ê bikaribe çi bide guhdaran; stranên ruhê stranbêj neêşandibe û wî/ê nexistibe atmosfereke nû, muzîka dûrî esmanê welatê xwe be, çi modern dibe, çi klasîk dibe, çi bi milyonan hatibe guhdarîkirin, pêşveçûneke vala ye lê ew ê hey li xwe vegere.

Divê yek ji derdên stranbêjan ev be; têkevin nav wan helbestan û bibin kesên ji çîroka wê stranê. Yûnûs bi salan e vî karî dike, bi dehan albûm çêkirine, derdê wî muzîk e, huner e. Bi kurdî bi rastxwendineke baş heqê helbestan dide. Ger em pesnê wî nedin û lê guhdarî nekin jî wê muzîka Yûnûsî hebe; ji ber xwedî giyanekî ye. Ji ber haya wî jê heye bê ka çi dixwîne, Yûnûs helbestbêjek e. Bi deng û muzîka xwe stranên helbestan diafirîne.