Rojnameya Heftane

Strana me û Godard

Abdulmenaf Can

Dante Alighieri di sala 1320’an de helbesta xwe ya epîk ya Komedyaya Îlahiyê diqedîne.  Pirtûk qala jiyana piştî mirinê dike. Di seranserî pirtûkê de gerîneke manewî heye û ev gerîn di Dojeh-Eraf-Bihuştê de derbas dibe. Dante di rêwîtiya Komedyaya Îlahî de gelek kesên navdar ên dîrokî nas dike. Homeros, Arîstoteles, Sokrates, Julius Caesar, Îskenderê Mezin, Helen û hwd.

Di sala 2004’an de ji aliyê Jean-Luc Godard ve filmek bi navê Strana Me (Notre Musique) hatibû kêşandin. Godard di filma xwe de ji Danteyê îlham digire. Di filma wî de 3 beş hene û her beşek jî qraltiyek nîşan dide; Dojeh-Eraf-Bihuşt.

Di qraltiya yekemîn de dîmenên şer, qetlîam û tundiyê nîşan dide. Rastî û pevxistin di nav hevsengiyek de diçin. Navê vê beşê Dojeh e.

Di qraltiya duyemîn de Godard xwe nîşan dide û ji bo konferansekê diçe Sarajevoyê û di vê konferansê de li ser sînemayê ders dide û herî zêde li ser kêşandina du karakteran disekine. Li gorî Godard du karakter bi heman rêbazê di sînemayê de gerek neyê kêşandin. Ji ber ku cudahî di navbera her du karakteran de hene û li hemberî wan kêşanek bi vî awayî jî ew ê neheqiyek bo karakteran derbixe hole. Godard pişt re li ser vê mijarê peşniyarek dike; “shot/reverse shot,” yanî bikêşe û li hemberî vî/vê bizivrîne. Ew rêgez ji aliyê Godard vê pir zêde tê bikaranîn. Axaftina du karakter di heman sehneyê de nîşan nade, yek bi yek karaktera xwe dide axaftin. Navê vê beşê jî Eraf e û di filmê de ew beş zêde cih digire.

Mirov di bijartina karakterên Godardê de hişmendiyek dibîne. Godard li konferansê wergêr Ramos Garcia nas dike. Ramos Garcia cihûyê ji Fransayê ye û xweziya wî Garcia Olga Brodsky jî cihûyê rûsî ye. Di konferansê de rojnamegereke jin a ji Tel-Avîvê heye; ew jî Judith Lerner e. Piştî konferansê Lerner bi helbestvanê filistînî Mahmoud Darwîsh re hevpeyvînê çêdike û di filmê de wek Dante gelek caran jî navên gelek kesên navder ên dîrokî derbas dibin; Homeros, Levînas, Mao, Balzac, Racîne û hwd…

Mirov wexta ku bijartina karakterên Godard û li diyalogên ku di filmê de derbas dibin dinêre ahengdariyek dibîne. Godard ji destpêkirina filmê bigire heta dawiya filmê li ser mînakên şer, qetlîam û tundiyê dixwaze nêrîna rewşenbîr, hunermend, zanist û hwd. destnîşan bike û xwe ji şîroveyên ‘polîtîk’ dûr bixe. Di piraniya filmê de jî şîrove li ser xeta exlaq, etîk û derûniyê tê kirin. Bi vê rêbazê jî Godard di tevahiya filmê de sekneke polîtîk nîşan dide. Mirov li ser vê mijarê dikare di nav “Strana me” de çend diyalogan wek mînak nîşan bide. “Di sala 1938’an de Heisinberg û Bohr li çola Danîmarkayê dimeşin û li ber keleha Elsînorê disekinin. Heisenberg li kelehê dinêre û dibeje: “Tu taybetmendiya vê kelehê tune ye.” Pişt re Bohr jî bersivê dide: “Erê rast e lê ger ku tu jê re Keleha Hamletê bibêjî encax wê çaxê mirov dikare wek tiştekî awerte nîşan bide.”  Elsînore: Rastî / Hamlet: Xeyalî, Bikêşînê û li hemberî vî/vê bizivrîne, Tiştên Xeyal: Teqezî/ Rastî: Nediyarî. Godard di vê sehneyê de dixwaze hêza pênasakirin û gotinê nîşan bide. Di sehneyên din de jî mînaka xwe ya şênber, li ser mijara Filistîn û Îsraîlê hem di dayîna hevpeyvîna helbestvan Mahmoud Darwîsh de hem jî di axaftina xwe de dide. Godard di axaftina xwe de “Îsraîl di sala 1948’an de ji ber avakirina wehda welatê xwe (ku ji tewratê ew wehd tê derxistin) dikeve avê. Filistîniyan ku ji ber bixeniqin dikevin heman avê, bikêşîne û li hemberî vî/vê bizivrîne. Welatê cihûyan berê xeyal bû niha bû rastî, rastiyek ango rasteqîniyek di welatê filistîniyan de hebû lê niha Filistîn bû belgefîlm.” dibêje. Çend sehne derbas dibe û di axaftina Mahmoud Derwîsh de xuya dibe: “Heta duh jî koka min ji neteweyek nenas dihat. Ji serkeftinê zêdetir di têkçûyînê de îlham û mîrateya mirovahiyê heye. Belê rast e, me bêbextreşiya dijminatiya Îsraîlê dit. Lê di heman demê de ji şadbûyîna dijmantiya Îsraîlê jî me dît. Îsraîl ji me re têkçûyînek diyar kir lê ji ber vê têkçûyînê jî hişmendiya neteweyek çêbû.” û rojnameger Judith Lerner jê dipirse: “Yanî em ji bo we wek amûra propaganadayê tevdigerin?” Mahmoud Derwîsh jî dikene û dibêje rast e.  Bi gotineke din Godard rêbaza xwe ya kêşandinê ji bo gotin jî bi kar tîne. Ji ber vê jî nîgaş û gotin di vê filma Godardê de di nav ahengekê de diherike.

Di heman filmê de Godard ji hêla bijartina cih(an) ve jî bala mirovan dikişîne. Godard di pevxistina filma xwe de ji bo cih jî paytexta Sarajevo ya Bosna-Hersekê hildibijêre. Di navbera sala 1992-1995’an de şerê Bosnayê diqewime. Komara Sirb û Artêşa Gelê Yûgoslavyayê paytexta Bosnayê dorpeç dikin. Di dîroka şerê modern de cara yekemîn e ku dorpeçkirin ewqas zêde wext digire. Di encama şerî de zêdetirîn hezar zarok jî di nav de bi deh hezaran kes dimirin. Di sala 1995’an de peymana aştiyê çêdikin, şer diqede û boşnak, sirb û xirvat her çiqas taxa wan ji hev cuda bibe jî bi hev re dijîn… Di filmê de jî ew cih, wekî muzeya servekirî tê pênasekirin. Wexta ku mirov karakteran dinihêre, dibîne ku rûs, cihû, filistinî û hwd. ne. Piraniya karakter jî li gorî kêşandina wexta filmê ve di dîrokek nêz de şahidên şer bûne û di binhişê wan de derûniya şer heye. Şer jî travmayeke civakî ye û di nav travmayan de travmayên ku herî bi hêzdar travmaya civakî ye û car bi car ew travma dibe ku dubare jî bike. (re-traumatization) Çend sedemên dubarekirina travmaya şerî hene. Yek ji wan jî şibandina tiştên ango cihên ku şer tîne bîra wan e. Ligel wê yekê jî Sarajevo bijartinek xurt e. Ji ber Godard dixwaze ku karakterên wî di bin bandora derûniya şer de bin û wisa xuya dibe Godard ji vî alî ve serkeftî ye.

Beriya qraltiya seyemîn diqede. Telefona Godard lêdixe. Kesê li wî digere wergêr Ramos Garcîa ye “Li Qudsê di sînemayek de erîşêk çekdarî çebûye, kesê ku êrîş kiriye bi eslê xwe rûs e lê ew jî cihû ye. Derketiye holê û gotiye niha di çenteyê min de bombe heye, ji ber çûyîna kesan 5 deqeyê we heye dibêje û pişt re jî ji bo îsraîliyan bang dike:  “Kesên di nav we de ger ku bixwaze bi min re ne ji bo şer ji bo aştiyê bimire ez ê şad bibim.” Kes namîne û ji aliyê leşkeran ve tê kuştin. Piştre hîn dibin ku di çenteyê wê de tenê pirtûkek hebûye. Bawer dikim ew kes jî xwarza min Olga ye.” dibêje û Godard piştî axaftinê telefonê digire. Di konferansê de Olga dvd’yek daye Godard û Garcia ew tişt dixe bîra wî. Godard dvd derdixe. Qraltiya Seyemîn û bi vî awayî dest pê dike. Olga li herêmekê li ber golê ye û ew herêm jî ji aliyê deryavanên amerîkî ve tê parastin. Di dawiya filmê de; ‘hûn dikarin cihên pir dûr bibînin lê hûn nikarin cihê ku Olga derketiye bibînin’ tê gotin. Navê vê beşê jî Bihuşt e û Godard bi vî awayî dawî li filma xwe tîne.

Godard karaktera xwe wek çalakvaneke aştîxwaz dikuje. Ji destpekê bigire heta dawiyê jî film di nav ahengekê de diherike. Di sehneyeke filmê de axaftinek derbas dibe, her çiqas di wê axaftinê de kuştina kesekî nayê wateya parastina ramanekê, tenê tê wateya kuştina kesekî, bê gotin jî bikêşîne û li hemberî vî/vê bizivrîne – Wek bersiva Olga (li Kurdistanê jî) rêgeza jiyînê mayîna li ser pêyan e. (ew ê bidome bi sernavê ‘Kurdistan: Strana me’)