18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Strana me ya kurdistanî û diyalektîka bindestan

A. Menaf Can

Ava hemû behran jî birijînin li ser, ez ê ji bîr nekim…

Homeostasis têgeheke biyolojiyê ye. Mirov dikare jê re pergala yeksengiyê jî bêje. Wexta ku di derdora hucreyan de tiştên neyînî biqewimin, hucre li hemberî wê neyînîyê xwe diparêze. Şert û mercên der dorê çiqas biguherin jî hucre ji bo berdewamiya jiyîna xwe, hewl dide ku rewşa xwe ya heyî biparêze.

Balkêş e ku Spînoza di pirtûka xwe ya Etîkê de: Ku dor bi dor bi rêbaza ciyometriyê ve hatiye îspatkirin de têgehek bikar tîne ku ew jî conatus e: Hewldayîna berdewamiya hebûna xwe. Doktrîna conatusê jî ev tişt peyda dike: Her tişt heta ku wek xwe bibe, xwebûna wê hebe, ji bo hebûna xwe ew ê israr bike. Di kevneşopiya felsefeyê de çavkaniya vê doktrînê jî wek pevgihana Hobbes û Descartes tê binavkirin. Li gorî Hobbes ev hewl ferdîbûna kesayetê ava dike. Çavkaniya vê hewlê hiş e ku ev hewl heya dawiyê bidome. Li gorî Descartes jî mirov dikare bi rêbazên aqlî ve berdewamiya vê hewlê îzah bike. Xwendineke bi vî awayî jî me dibe encameke wiha: Her tişt ji bo hebûna xwe di nav têkoşînekê de ye. Têkoşîna hebûnê yan jî xwebûnê bi berxwedana îmhayê ve kesayeta xwe digire. Di encamê de conatus, di destê Spînozayî de wek homeostatisê tiştekî xwezayî dibe.

Li gorî Spînoza di bingeha hemû hestan de, sê hest hene ku ew jî hêza me ya hebûnê (azwerî), hesta şabûnê û hesta xemginiyê ye. Bi gotineke din hemû hestên mirov di esasê xwe de, ji her sê hestan peyda dibe. Hesûdî, evîn, tirs, kêfxweşî, berîkirin û hwd… Spînoza hestên neyînî li aliyê xemginî, hestên êrenî jî li aliyê şabûnê kom dike. Li gorî vê ramanê jî mirov bi xwezayî hewl didin ku ji rewşa hestên neyînî derbasî hestên erênî bibin.

Di sala 2018’an de ji aliyê BBC Newsê ve vîdeoyeke bi navê How trees secretly talk to each other ( Dar bi hev û du re çawa bi dizî diaxivin?) hatibû weşandin. Di vîdeoyê de qala têkiliya daran tê kirin. Di der dor û koka daran de karokên mezin dibin hene. Karok ji bo xwedîkirinê alîkarî dide darê, dar jî beramberî vê şekir didê. Piştre zanyar lê dinêrin ku tiştên diqewimin ewqas nîne. Dar bi rêya van karokan di bin axê de adanên (xwarin) xwe bi hev re parve dikin. Darên mê bi vê rêyê, şaxên biçûk xwedî dikin ku şansê jiyîna wan zêde bibe. Darên dimirin an jî nexweş in bi rêya vê tora karokan ve adanên xwe derbasî cîranên xwe yên bitendurist dikin û bi vê jî têr nabin ku wexta nebatek rastî êrîşek bê hev û du bi vê torê hişyar dikin. Lê belê wek torên homo sapiensê aliyên tarî yên vê torê jî hene. Hinek cureyên orkîdeyê diziyê dikin û cureyeke dara gûzan heye ku jê re gûza reş dibêjin, ev jî jehra kîmyevî berî serê reqîbên xwe dide.

Di mînaka têkiliyên daran de hem di navbera daran de hem jî di navbera dar û karokan de danûstandinek jiyanî heye. Niha li vir dar jî karok jî orkîde jî gûz jî wek figurên conatusê derdikevin pêşiya me. Ji bo berdewamiya hebûna xwe hewl didin, parve dikin, xwedî dikin hinek cureyên wan hene ku ji heman sedemê dizî û kujeriyê dikin… Tiştên ku dikin diguhere lê li vir armanc heman tişt e ku ew jî hewldana berdewamiya hebûna xwe ye. Lê di vê mînakê de tişta herî balkêş ev e ku di nav nûnerên wê civakê de darên ku dirizin an jî dimirin tiştên ku bi hebûna wan ve giredayî ye (adan) civaka xwe re – heke em wek civakek bi nav bikin    parve dikin. Bi awayekî din di vê mînakê de her çiqas îstîsna hebin jî tiştên ku bi kêrî civakê û endamên wê civakê tê; “Mirov qenciya xwe veşarî jî be gere di qenciya kesên din de bibîne.” Li gorî Spînoza encax bi vî awayî mirov dikare ji heqê şabûneke ebedî derkeve. Lê ez ê paşê li ser vê xalê bisekinim.

Niha li erdnîgariya Rojhilata Navîn bi dehan rexistinên çekdar hene. Ji bo ol, netewe, çand û hwd… têdikoşin. Di nav wan de rêxistinek heye ku zêde balê dikişîne; Tevgera Azadiya Kurdan e. Ji 40 salan zêdetir e, li ser ax û warê kurdan têkoşîneke çekdar dide. Di cîhanê de wek tevgera herî mezin tê ber me. Destpêkê bi îdeolojiya marksîst û lenînîst xwe ava dike; pâşê bi konfederalîzma demokratîk jî xwe nûjen dike. ‘Dewletê yan jî desthilatdariyê naxwaze’ û rastiyek wê heye ku bi piştevaniya gel li ser piyan dimîne û roj bi roj bandora wê zêdetir xuya dibe. Bi sed hezaran endam  û bi milyonan jî alîgirên wê  hene. Ev hêzeke pir mezi e. Ew hêza xwe ya bêhempa ji ku digire? Li ser çend mînakên li ber çavan mirov dikare zelaltir qala vê mijarê bike.

Niha di nav kurdan de çend sloganên bi nav û deng hene; berxwedan jiyan e … Peyvên wek hebûn, têkoşîn, berxwedan, xwebûn balkêş e ku di nav civakê de zêde cih girtine. Ya rast di civaka Kurdistanê de zêde bikaranîna van peyvan, dibe sedema xeteraya li ser hebûnê. Bi taybetî mirov ji bo daneyên hebûna vê xetereyê jî arşîva rojnameya Cumhuriyetê dikare wek çavkanî nîşan bide ku meraq nekin hûn ê rastî arşîveke xurt û dîrokî bên. Niha em li ser çend dîmenan bisekinin.

Di sala 2011’an de li ber çemê Dîcleyê ciwanekî 17 salî bi çalakiyekê xwe dişewitîne. Li ber laşê wî yê bêcan kaxizek tê dîtin. Di vî kaxizî de jî laşên dişewitin, ew ê tarîtiya 15’ê Sibatê ronî bike hatiye nivîsandin. Li ber avê! 15’ê Sibatê jî ji hêla gelê Kurdistanê ve wek komploya navneteweyî tê binavkirin. Di civaka Kurdistanê de rastiyeke fedaîtiyê heye. Her çiqas rêveberên tevgera azadiyê li hemberî van çalakiyan bertekên neyînî jî nîşan bidin, di dîroka tevgera azadiyê de cihekî wê yê girîng heye.

Niha li jor hem di têgehên Spînozayê de, hem di têgeha homeostatîsê de hem jî di mînaka daran de qala hewla berdewamiya hebûn hatiye kirin. Lê mirov ‘xwekuştinê’ di têgeha conatusê de çawa dikare binirxîne? Em niha berê xwe bidin Camus: “Xwekuştin pirsgirêka herî girîng e ku mirov li ser bifikire.” Di strana me ya Kurdistanê de mîrateyek heye ku bêmade ji bav û qalan derbasî nifşên nû bûye. Welatek wêran, xemginiya dar û kulîlkan û metirsiya ajalan ketiye para nifşên nû. Di vê mîrateyê de jî, piraniya hestên civakê, li aliyê xemginiyê kom bûne. Hem di kesayetên xwe de hem jî wek civakek, bi rebazên cur bi cur ve hewl dane xwe ji hestên neyînî bifilitin û bikaribin barê rewşa xwe ya neyînî derbasî asteke erênî bikin. Li vir xemgîneyeke dîrokî heye ku ew jî li hemberî conatusê astengiyeke kûr derdixe holê. Niha di çalakiya xweşewitandinê de jî her çiqas wek çalakiyeke îdeolojiyê xuya bike jî çalakger li vir ji ber rewşên heyî nikare bijî. Bi awayekî tund di bin bandora xemgîniyeke dîrokî û civakî de ye. Û daxwazeke pir mezin jî pê re heye ku ji bo wê daxwazê dev ji jiyana xwe berdide. Çalakiyeke bi vî awayî jî hêviyekê derdixe holê ku ew jî di mînaka civaka daran de veşartî ye: “Darên ku dimirin, adanên xwe bi darên din re parve dikin.” Qêrîna çalakger jî li vir rasterast bi hewldayîna hebûnê ve giredayî ye. Ew qêrîn û hewla hebûnê, bi agirekî mezin xwe li civakê parve dike ku bi roniya xwe civakê xwe hişyar bike. Çalakiyên bi vî awayî her çiqas bi tundî rast neyê dîtîn jî, di hêla analojiyê de ji hewlên sazî û dezgeyên kurd bigirin, heya ji pênûsa rewşenbîran ji kenê zarokan bigirin heya çalakiyên Dayikên Şemiyê dişibin hev û li vir armanc yek e. Ew jî hewla berdewamiya hebûn û xwebûna xwe ye. Heke mirov li vir qala îdeolojiyê bike ew jî rasterast hebûn û xwebûn e. Her çiqas civak tiştekî homojen nebe jî, di nav wê civakê de kesên ji bo takekesiya xwe wek dara gûza reş tevbigerin jî, şadbûn di hewleke hevpar de veşartî ye. Divê hewldan, serê derziyek an jî bi qasî çiyayekî be jî, Kurdistan rasterast wek figurên conatusê derdikeve pêşiya me, lewma jî çîrok li Kurdistanê tim çîroka li ser piyan mayînê bûye.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê