Rojnameya Heftane

“Stranên Sor Niviştên Mor” kespikek e

Ji bo civakê tişta herî zehmet vegotina rastîyê ye. Lê civakek bêyî qalkirina vê rastîyê tu caran sererast nabe. Vegotina êşa civakê hem êşa civakê teze/zindî dihêle hem jî dihêle ku êş kêmtir bibe. Rêya vê yekê bêhtir huner e… Gelek caran civak bi destê hunermendan tê tedawîkirin an jî hunermend birînên civaka xwe der dikin û êşa wan zindî/mayînde dihêlin. Tenê mînakeke li dinyayê zêde belav bûye jî, dikare pir kesan ji me bi ber meseleyê bixe; Guernîca –  Belê ev “berhem!” Guernîca ne berhemeke şahîyê ye, lê di rastîya xwe de him bîra welatê xwe(Welatê hundermend) û him bîra gelek welatan tim zindî dihêle… Êdî ne mumkin e ku birîna Guernîcayê aş bibe û were jibîrkirin.

Romana Rênas Jiyan a bi navê “Stranên Sor Niviştên Mor” jî pir hindik bi “ekla” Guernîcaya Pablo Picasso, me bi ber rastîya me û êşa me dixe.

Dûrketina ji nasnameya/rastîya xwe, qayîşkêşana jiyana rojane, xewn, xeyal û xeyalşikestin… Bêrîvan, Şemsa, Mûsa, Rê Welat -Lawê Emîna Bî-, Lîço û hemûyên din. Her yek ji wan her çiqas di romanê de antîqehreman bin jî di nava civakê de “qehremanek” e; tirsa me, êşa me, dûrketina me, hesûdîya me, newêrekîya me, kêmanîya me, mîna “beyreq”ekê li pêş çavên me, bi wêrekî li ba dikin. Rênas Jiyan, bi peyvên bêdeng (em jî hemû di dilê xwe de bêdeng û bi dizî heman hestan tînin zimên) Romaneke Harmonîk nivîsandiye. Her antîqehremanek bi alozîya di tabloya Guernîca de, bi pey a xwe ketiye û di dîmena giştî de hemû bi rengê xwe yê resen hev temam dikin. Harmonîkbûna Stranên Sor Niviştên Mor jî ev e…Bêrîvana ku bavê wê ji bo zarokên xwe gelekî diqirqile, di serî de li bavê xwe ho venade, ji ber xwe fedî dike û ji bo ji xwe dûr bikeve her tiştî dike. Şemsa ji derdê bi xwe nebawerî û xwe kêm dîtinê kizînî ji navê tê. Kizînîya nava Mûsa jî ne dûrî ya Şemsayê ye. Rê Welat(Lawê Emînaya Bî) hewl dide di ser bendan re xwe bigihîne girseyan, ku yek ji wan bendan dêya wî bi xwe ye. Wî daye pey “xeyalên” xwe. Hinek bi ezezîtî û egosantrîzmê bi pey tiştên erzan ên rojane ketine(Wekî Lîço) û hemûyên din her yek ji wan dengek e di niviştekê de… Xwîner, piştî xwendina hemû niviştan (û niviştgeran) hay ji “nistîya” wan a senfonîk çêdibe.

Di nava geremolê de, ku antîqehreman tê de didin çargavan, her yek zemînekê ji ya/ê din re amade dike. Lûs dibe rê, rê dibe welat; welat xewna Rê ye, xewna Rê xewna hezar salan e.

Di nava her tiştî de helwesteke gelekî xurt a antîkolonyal e romana Staranên Sor Niviştên Mor. “Di dinyayê de ti tişt jê zêdetir nikare kêfa bindestan bîne biqasî kêlîka ku serdestê wan wan bipejirîne.”(rp.21) Jixwe ev alîyê romanê bi vê hevokê di beşa “Niviştger 2” de bi derbeke gelekî xurt xwe dide der.

Her çiqas nivîskar wekî rêbaz, çîrokbêj kiribe karekterek û ev rêbaz di romaneke normal de xetereyek mezin be jî, di Stranên Sor Niviştên Mor de, ev yek rê li ber nivîsandina niviştan vedike. Niviştek, nivişta piştî xwe bi tesîrtir dike.

Nistîya hemû niviştên ji destekî derbasî destekî din dibin, di encamê de hevpar in; hemu jî ji bo hebûn û xwebûnekê hatine nivîsandin. Rênas Jiyan -mîna niviştên bavê Bêrîvanê (Xelef Xoce) ku dixwaze “qîza wî” li rastîya xwe vegere û xwe be- wî jî Stranên Sor Niviştên Mor wekî kespikekê, bi “Kurmancîya reş” bi biskên nexşeya me ve kiriye, bi hêvîya ew ê “me” û “hêlîna me” biparêze…

*Stranên Sor Niviştên Mor, Rênas Jiyan, roman, weşanxaneya Belkî, 2018