19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Stuna Şaristaniyê: Hiyerarşî

Pergal li ser hîmê hiyerarşiyê avabûye. Belê ji destpêka şaristaniyê heyanî roja îroyîn, cure bi cure pergal hatin avakirin. Ji civakên nêçîrvaniyê, gundewarî û bajarî heyanî modernîzma îroyîn, li gor şert û mercên zeman û zemînê heyî, bi amûr û alavên li ber destan sazî û dezgehên cuda ava bûne. Dem, dezgeh, amûr, alav, rexistinên hevpar yên şaristaniyên berê û yên nû ji gelek hêlan ve ji hev cuda bin jî hebûna hiyerarşiyê navgîneke hevbeş e. Lê belê cure, hejmar û naveroka hiyerarşiyê bi ajotina dem û zeman re veguheriye.

Li gor çarçoveya îroyîn cureyên sereke ev in:

Hiyerarşiya sermayedarî: zengînên xwedan pere û dirav an jî serwet û saman avakarê hiyerarşîya herî şidandî ne. Şirket, kargeh, karxane, nivgeh û sazî û dezgehên ku di bin xwemaliya wan de ne, bi riya hiyerarşîk tên meşandin. Sermayedar bi xwe, pardarên hevkar û pişkdarên borsayê pêdiviya diravî ango fînansî dest dixin. Pispor bi pereyê heyî saziyê dimeşînîn û fermandariya kar destnîşan dikin. Karker û xebatkar li gor fermana sazumaniyê karûbarê xwe dikin.

Her wiha berhemên hilberandî jî li gor pergaleke hiyerarşîk tê parvekirin ku yên li karxaneyê çêdibin bi riya veguhastinê digihêjên embarên navendî yên bajaran û li wir jî ji bo firotana perakende li esnafên çarşiyê re tê pêşkêşkirin.

Lê xwedêgiravî angaşta sermayedarên lîberal ew e ku zengîn, karker, pispor û xebatkar di piyase û bazara azad de serbest tevbigerin. Lê belê ji bo zêdekirina kar û qezenca xwe zorê didin rikebariyê, karkeran neçarî xebata erzan dikin û zanîna pisporan jî ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînîn.

Lewma hewceyê pirsînê ye ku gelo ev pergala bûye kakilê qapîtalîzm ango sermayedariyê, wê çawa bikaribe hêviya azadiya mîrovahiyê bîne cih û xweşiya şaristaniyê pêş bixe?

Hiyerarşiya hêzên çekdarî: Ji bo parastin û serdestiya pergalê, ji bo ewlehiya gel û dem û dezgehên heyî, tê gotin ku hêzên çekdarî xwedan roleke girîng in. Leşker, polês, îstîxbarat saziyê sereke ne û li gor cih û dewletan cuda bi cuda hêzên çekdarî hene. Rêza girêdan û erkê hiyerarşiya van li gor rutbeyan ango asta fermandariyê hatiye parvekirin. Her rutbe jî bi qezenca pereyê heqdest û handanê, bi erkê biryardayîn û serdestiyê hatiye nexişandin. Serfermandar xwediyê rutbeya herî bilind, heqdesta herî zêde û erkdarê bikaranîna hemû navgînan e. Leşkerê piyade jî bê rutbe û bê heqdest e û zehmetkêşê hemû fermanan e.

Hiyerarşiya burokratîk: karmendên ji bo dewlet, hêza çekdarî, rêvebirina şirketan, saziyên civakî, karûxebatên pisporî û hwd. hatine erkdarkirin, di beşa burokrasiyê de cih digirin. Pergala fermanî li vir jî heye û her çiqasî wek hêzên çekdarî guvaştî û şidyayî nîn be jî, ji ber pêwîstî û berpirsiyariya kar, hiyerarşî heye. Pileya kesên pispor, serkar, fermandar û xebatkarên girêdayî wan bi qanûnan, destûrnameyan hatiye dirufkirin. Her weha pişka heqdest jî li gor hiyerarşiyê diyar dibe.

Karûbarê dewletê yê bingehîn li ser hîmê burokrasiyê hatiye avakirin. Pergala hêzên çekdarî jî beşeke vê ye. Rêveber, pispor, serkar û karmendên kargehên sermayedaran jî mînanî sazûmaniya dewletê ye.

Di dîroka şaristinayê de pergala herî demdirêj burokrasî bi xwe ye. Li gor dem, şaristanî û pergalên heyî dirûv û teşeyê xwe diguherîne.

Hiyerarşiya rêxistinan: Partiyên siyasî, saziyên sivîl, civat, cemaet û terîqetên baweriyan jî beşên hiyarşiyê ne. Her çiqasî têkildarî û beşdarî bi dilxwazî be jî, gava rêveberî bê avakirin, û bi riya hilbijartina endaman bê eşkere kirin jî meşandina kar û xebatan bi riya destûrnameyê li gor pîvanekê pêk tê. Serwer, rêveber erke fermandariyê bi kar tînîn. Bi xebitandina pispor, karmend an jî endaman hiyerarşî dirûv digire. Radeya şidandina hiyerarşiyê li gor cureyê sazî, civat, çand û baweriyê diguhere.

Hiyerarşiya civakî: Çanda civakê li gor kêşa dîrokî hiyerarşiya xwe jî afirandiye. Wekî tê zanîn niha pergala baviksalarî heye. Mêr serdest e. Ev bûye dil û hinavê hemû pergala fermanbar an go hiyerarşîk. Di mal de bav serdest e, jin û zarok di bin banê hêz û fermana wî de xwe radigirin. Pîleya zengîniyê, an jî hêza fermanî rewşa malike di nav civatê de diyar dike. Çawa malbateke hejar û xizan bindest be, malbateke zengîn an jî xwedan erkê fermandariyê jî serdest e.

Hiyerarşiya bawermendî: Hêz û bawermendiyên dînî, tevgerên bîrdozî an jî ramyarî, kes û komên zana û pispor, rûspî û rewşenbîrî jî cureyên hiyerarşiyê ava dikin. Li gorî gelek dînan ji pêxemberan heyanî ewliyayan, şêx û meleyan cureyên serdestiyê hene û ji bo bawermendan îtaetê neçar dikin. Pispor bi erkê zanîna xwe xwedî hêzeke bêmerc in. Zanîna wan ya kar hêzekê dide destê wan. Wek rêvebir, hosta, mamoste rengê xweyî serdest pêşkêş dikin. Rûspî û rewşenbîr jî him bi zanîn û ezmûnên xwe him jî bi helwest û karûbarê xwe yên civakî xwedî erkekî sincî û ehlaqî ne. Ev jî payeya wan bilind dike û bi vê re bandorê dikin.

Belê kêmkirin û zêdekirina cureyên hiyerarşiyê pêkane ye. Her wiha çarneçariya hebûna hejmara van stunan hewceyî guftugoyan e. Dîsa asta şidandin û sistkirina hiyerarşiyê jî dikarin bikin mijara danûstendinê. Lê hebûna hiyerarşiyê bêguman darî

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê