24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Stûneke hunera kurdî

Hunermendê kurd Seîd Gabarî di 64 saliya xwe de ji ber nexweşiya penceşerê di sibeha roja 4’ê gulana 2020’an de li nexweşxaneya Serdem a bajarê Hewlêrê canê xwe ji dest da.

Hunermend Seîd Gabarî stûneke hunera kurdî ku bêhtirî 40 salan e stranên kurdî çêdike û dibêje û xizmeta huner û folklora kurdî dike, di 13’ê nîsana 1956’an de li gundê “Xirbê kejê” yê girêdayî bajarê Amûdê yê rojavayê Kurdistanê çavê xwe li jiyane vekir. Gabarî hê 8 salî ye ji ber nexweşiyekê roniya çavên xwe winda dike û bi wî hawî jiyana xwe bi zor û zehmetiyeke mezin didomîne û di wan salan de dest bi strangotinê dike.

Nemir Seîd Gabarî di sala 1966’an helbestvanên kurd ê navdar Cegerxwîn û Seydayê Tîrêj nas dike û herdu helbestvanan bandoreke mezin lê kiriye û her wiha alîkariya wî kirine û han dane bo strangotinê û wî di wê demê de dest bi muzîkê kiriye.

Helbestên Cegerxwîn û Seydayê Tîrêj

Helbestên her du helbestvanan dike stran û di sala 1967’an de dest pê dike xwe hînî jenîna tembûrê (bizqê) dike. Piştî du salan, di 1969’an de yekem car derdikeve ser dikê û stran dibêje. Ew bû pêngava wî ya yekem û ji wir û pê de navê wî derdikeve. Bi taybetî piştî  sala 1970’î ku ji ber straneke şoreşgerî li konsereke mezin li Qamişlo hat girtin tê naskirin.

Wî pir îşkence û zehmetiyên biêş dîtin û gotinên stran û awazên kurdî lê qedexe kirin. Lê Seîd Gabarî xwe tu carî ji stran û awaz û gotinên kurdî dûr nekir û stêrka wî geş bû bi strana “Ey Bilbilê Dilşad” a gotinên ên Seydayê Tîrêj in. Piştî şikestina şoreşa başûrê Kurdistanê sala 1975’an û nav û dengê wî li Kurdistanê belav bû.

Vegeriya başûrê Kurdistanê

Her wiha wekî hunermendekî şoreşger di nav şoreşa kurdan de cih girt. Di sala 1980’yan de derbasî başûrê Kurdistanê bû û bi hunera xwe tev li nav pêşmergeyan dibe. Gabarî destpêka salên 1980’yî derbasî Ewropayê bû û li Almanyayê neştecih bû. Piştî salên 2000’î vegeriya herêma Kurdistanê û li bajarê Hewlêrê bi cîh bû û heya koça xwe ya dawî kir.

Stûneke bilind

Bi koçkirina hunermendekî navdar ê mîna Seîd Gabarî hunera kurdî stûnekî xwe yê bilind winda kir lê wê her sax be di dilê gelê kurd de. Wek bilbilekî xemgîn li serê çiya û xwezaya Kurdistanê wê her bixwîne û wê bi huner, deng û bi awazê xwe her tim bijî.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê