25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sûc û ceza

Me tu bi çend quruşên

mezinbûnê firot ey zarokatî

pepikên te yên sor jî neman

qocoxê te yê kesk jî

me tu li ser lingek firot

pepikên sor ji pişt derî

qocoxê kesk ji bin masê derketin

em teslîmê qereqola mezinan bûn

me li ser hev îfade da

me li ser te îfade da

pepikên sor jî hatin teslîmkirin

bebik, erebok û lîstik jî

em ji paş perdeyên şevê derketin

û me berê xwe da qereqolê

ey zarokatî, me bibexşîne!

me hev jî kuşt hevokan jî

ne, gulêvar man

ne kêvroşk

me tu di bin nelên

hespên mezinan de tune kir

ev hem sûc hem jî ceza ye ji me re

Min wiha gotiye di helbestek ji helbestên xwe yên dawî de lê sûc û ceza dikare bibe eynî tişt? Bersiv erê ye. lew carna dibêjim ku welat jî hem sûc hem ceza ye ji bo me. Sûc e, ji bo ku bi hezaran salan e, digel tevî serhildan û berxwedanan jî bindest maye, me nekariye wê jî xwe jî rizgar bikin. Bi vê awayê ceza ye jî. Lew wekî jan û êşa genetîk, di rehên me û jiyana me de digere lê zarokatî? Ew çima û çawa dibe sûc û ceza? Mezinbûn mesela, sûc e lê xeyala zarokatiyê ya pêk hatiye jî. Kîjan mezin nabêje “Xwezila dîsa zar bûma/pêxas û bêşal bûma” (Silav li gorbihuşt Aram) û kîjan zarok nabêje: “Ez ê kengê mezin bibim, çima ez zû mezin nabim?” Niha em ê bêjin; “Temam, vana rast in lê li ku yê vê rastiyê sûc û ceza ye? ev jî rast e. Belkî bi hezaran navên vê rewşê yên din jî hene û ez ê jî demek paşê navên din bibînim. Lewre ‘rastî’ jî diguhere navên wê jî. Tu nivîskarek piştî demek nikare nebêje; “Ev çi ye min nivîsandiye, çima ewqas seranser e?” Lê niha ji min re wiha tê./Di van rojên coronayî de dîsa çavên min bi pey ewrên ku tam naxwiyên ketin û çûn. Hozanek gotiye ku “ewr, serseriyên asîman in.” Rast e têra xwe digerin, ne derdek ne bendek. Herhal tenê ew –ewr- nizanin ku sûc û ceza çi ye. Lê em bi hezar cureyê dibînin, dizanin. Lew wekî pelên weşiyayî ne em li ber lehiya demê, me dibe û dibe. Ger em karibin ji vêya jî sûc û cezayek derxin, em ê bibêjin; “Kê ji te re got, bibe pela weşiyayî û bi ser avê bikeve, ev sûcê te ye lê bûye cezayê te jî…”

Wayê me wiha got lê di meseleya çêbûn û hebûnê de jî qefesa sûc û ceza mirov heps bike jî nikare bisekinîne. Lew bûyînek bêdawî ye, kes nizane ku em hezar sal berê kî û çi bûne û em ê hezar sal paşê kî û çi bin…

Wekî ku ev nivîs hinek bi kesamet û waswas e ne? Çi tê devê pênûsê dinivîsîne û belkî sûc û cezayê wê jî ev e. Loma jî bila bi helbestek xwe ya din xatir ji we bixwaze:

Me got qey çavgirtok e

me xwe veşart

lê hê jî didome

ne sobe!

ne dîtin…

Em hemû winda ne

em di çavgirtokê de

hepsî û winda man welato

kanê sobe/kanê gihîştin

kanê dilşadî

Me got qey çavgirtok e

me xwe veşart

lê kesê nehat me nedît

em hê jî winda ne

ma qey çavgirtok wiha ne?