spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Sûcên li hemberî jinan nehatin belgekirin’

Komîsyona Lêpirsînê ya Navneteweyî û Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî ya Sûriyeyê, raporek têkildarê kiryarên ku li Sûriyeyê aşkera kiribû. Hefteya borî ev rapor bû mijara sereke. Rapora ku ji 25 rûpelan pêk dihat bal kişandibû ser hemû binpêkirinên mafan ên li herêmê.

Der barê mijarê de hevseroka Meclisa Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Hec Hemo axivî. Hec, destnîşan kir ku kiryarên li hemberî şêniyên Efrînê gelek zêde ne û li vir kuştin, talankirin û koçberî û hemû sûcên li dijî mirovahiyê pêk hatin.

Hemo di axaftina xwe de bal kişand ser rapora hatî aşkerakirin û got: “Piştî gelek bangawaziyên şênî  û rêxistinên hiqûqî yên li Sûriye û Efrînê, Komîteya Lêpirsînê ya NY’ê raporek ragihand. Di wê raporê de, hat destnîşankirin ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyan sûcan dikin, bi taybetî li Efrîn û herêmên hatine dagirkirin.”

Evîn Hec Hemo da zanîn ku bêguman jin qurbaniyên yekemîn bûn û wiha axivî: “Li dijî jinan tundiya zayendî kirin, revandin û dest avêtin jinan. Di raporê de bi belge û delîlan, bûyera destavêtina keçên li Efrînê di girtîgeha polîsên leşkerî yên girêdayî dewleta tirk de hatiye bibîrxistin. Rapor ne temam e. Ji ber ku li gorî raporên hiqûqî bi taybetî yên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, zêdetirî 65 bûyerên destavêtinê û zêdetirî 400 bûyerên revandinê hatine belgekirin. Çarenûsa wan jinan heta niha nayê zanîn.”

Sûcên nehatine belgekirin jî Hemo wiha şîrove kir: “Li gel hebûna belge û delîlan, komîteyê sûcên li dijî jinan belge nekirin. Em hêvî dikin ku di demeke zû de dosyayeke din girêdayî sûcên ku li dijî jinan li Efrînê pêk tên, were vekirin. Em ji rêxistinên mirovî yên cîhanê hêvî dikin ku hewl bidin dengê jinên Efrînê yên revandî û tecawiz li wan hatiye kirin, bigihînin qadên navneteweyî.”