20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sûcên şer û teşwîqa vegera gelê Efrînê

Fewaz Reşo

Bi behane û hincetên derew û dermirovî ku hemû cîhan dizane bêbextî ye, êrîşî mirov û mirovahiyê dikin. Xwe li ser wan êrîşan mezin û ava dikin, aborî û berjewendiyên xwe pêk tînin, her wiha gelan rûbirûyî qirkirina etknîkî, dînî û cinsî dihêlin. Demografiya herêman diguherînin, xwezayê qir dikin, şûnwaran talan dikin, ew jî dewletên hegemon û kapîtalîst in. Modernîteya kapîtalîst Rojhilata Navîn ji xwe re kiriye goleke qezenc û endustiriyê, vê yekê bi nûnertiya dewleta tirk û serkêşiya Erdogan dike.
Dîroka dewleta tirk ji peydabûna Osmaniyê heta niha tijî komkujî û qetilam e. Dagirkerî li herêma Rojhilata Navîn xwe bi êrîşên li dijî gelên resen û komkujiyên qelandinê re mezin dike. Ji gelên herêmê sîxur, ajan, nandoz û çeteyan çêdike, perwerde dike û li dijî xizmên wan bi kar tîne. Ev yek bi hovîtî, şerê taybet û çapemeniyeke pir xurt a derexlaqî ku 24 saetan li ser mirovan dixebitin, pêk tê.

Sûcên Tirkiyeyê yên li Efrînê

Bi şer û krîza Sûriyeyê re pêşiyê destwerdana dewleta tirk pêk hat. Hema bibêje hemû amadekarî hatibûn kirin ku çawa şoreşa Sûriyeyê vegerîninin krîzê û muxalifên sûrîyeyî bikin çete, ji cewherê wan bi dûr bixin û li dijî hev rakişînin. Bêguman destwerdana faşîzma tirk li Sûriyeyê, di radeya yekemîn de li hemberî gelê kurd ê li rojavayê Kurdistanê bû ku dixwest tu destkeftiyên wan çênebin û da ku bandor li bakurê Kurdistanê neke. Hemû çeteyên sûrîyeyî bi ferman û perspektîfên dewleta tirk berê xwe ji armancên sereke yên hilweşîna rejîma Baasê û desthilata Esed dan herêmên kurdan. Çeteyên sûrîyeyî ji Efrînê bigire heta bi Dêrikê angu ji rojavayê bakurê Sûriyeyê heta bi rojhilatê bakurê Sûriyeyê êrîşî kurdan kirin. Lê li hemberî wan êrîşan gelê kurd ê Rojava di şoreşê de xeta sêyemîn hilbijart, hêza xwe ji ciwanên xwe ava kir, ew jî YPG û YPJ’ê ye, piştre qada siyasî ya Rojava Rêveberiya Xweser ava kir. Di herêmên Rêveberiya Xweser de, li gel YPG û YPJ’ê, HSD hat avakirin ku tê de ji hemû pêkhateyên li herêmên Rêveberiya Xweser hene.
Di 20’ê çileya 2018’an de saet 4’ê berêvara roja şemiyê, dewleta tirk û bi zêdetirî 50 hezar çeteyên sûrîyeyî tevî çekên pêşketî, qedexekirî, çapemeniya wan û ya cîhanê, bi nêzî 70 balafirên şer û keşfê êrîşî kantona Efrînê kirin ku tê de ji hemû deverên Sûriyeyê welatiyên ji ber rewşa şer reviyabûn û lê bi cih bûbûn hebûn. Dagirkerî û çeteyên wê di êrîşên xwe de îdia dikirin ku ew êrîşî YPG û YPJ’ê dikin, lê di rastiyê de ne dar, ne kevir, ne lawir, ne jî şûnwar û dibistanên herêmê ji êrîşan bê par man. Wekî çawa agirek bi daristanekê bikeve, ter û hişk bide ber xwe, dagirkerî û çeteyên xwe jî wisa dikirin û li gorî qanûnên navneteweyî ku di şeran de qedexe ye jin, zarok, xweza û şûnwar werin armanckirin, hemûyan bin pê kirin. Lê li beramberî vê hovîtiyê ciwan û şêniyên Efrînê berxwedaneke bêhempa li hemberî duyemîn hêza NATO’yê sekînin û berxwedaneke pîroz di çarçoveya ‘Berxwedana Serdemê’ de raber kirin. Lê di rastiyê de ew ne jî propaganda yan jî xwemezinkirinek e, şêniyên Efrînê li hemberî tevahiya hêzên hegemon sekinînin. Di encamê de hêzên hegemon ên bi nûnertiya dewleta tirk a bi serkêşiya Erdogan kantona Efrînê di 18’ê adara 2018’an de dagir kirin. Bi wê re şêniyên wê neçar man ku ji Efrînê derkevin û berê xwe bidin herêmên nêzî Efrînê ku piştî rizgarkirina wê vegerin. Şêniyan berê xwe da kantona Şehbayê. Lê hin şênî jî ji ber dorpêçkirina hin gundan asê man û nikarîbûn derketana.

Ji roja dagirkirina Efrînê û heta niha ve dagirker û çeteyên xwe tu rêbaz û hovîtî nehiştin bi serê şêniyên resen de nekirin, şêniyan bi hincetên danûstandina bi Rêveberiya Xweser re, digirin, direvînin, qetil dikin, tecawîzî jinan dikin. Digel wê jî hemû şûnwar û girên dîrokî hem bi armanca dizîna entîka û asran hem jî bi armanca guhartina demografîk û qirkirina çanda Efrînê rast û dûz kirin. Xweza jî bihovîtiya wan re rû bi rû ye, darên zeytûnan, gûzan, hinar, behîv û hwd. dişewitînin, qut dikin, dikin komir û li sûkên derve difiroşin. Zeyta Efrînê li Spanya, Ewropa û Amerîkayê tê firotin. Bi hezaran şênî hatin revandin û bi îşkenceyê hatin qetilkirin û yên nehatine qetilkirin jî bê hiş man. Bo nimûne şêniyekî ji gundê Dêrsewanê yê girêdayî navçeya Şera ya Efrînê ye, dema xwest vegere mala xwe çeteyan ew girtin û wekî mezinên xwe qazox kirin. Niha jî ew kes li gundê Babinisê yê Şehbayê ye. Bi sedan jinên ku di girtîgehên wan de hatine tecawîzkirin û îşkencekirin hene, bi taybet li ser destê çeteyên Hemzat û Emşat û piştî dayîna fîdyeyan û derketinê, niha li Şehbayê ne. Li gorî şahideyên wan bi sedan mîna wan hîna di girtîgehan de ne û çarenûsa wan ne diyar e.

Avahiyên mêtingehiyê yên şermê

Bi dagirkirinê re, yekser guhertina demografîk kete dewrê. Niha bi dehan avahiyên mêtingehiyê bi hevkariya Kiwêt û Qeterê hatine avakirin. Têde malbatên çeteyan, filistînî, efganî hwd. hatine bicihkirin.
Girêdayî vê beriya çend rojan endamê ENKS’ê û Îtîlafa Sûrî Ebdulhekîm Beşar gotibû tu sûc li Efrînê tune ne û Rêveberiya Xweser vê behaneyê dike ku şêniyên Efrînê venegerin ser xaka xwe. Li aliyekî din jî di navbera MÎT’a tirk û ENKS’ê de li Stenbolê civînek hat lidarxistin, têde mijara girîng li ser teşwîqkirina vegera koçberên Efrînê bû û bi wê re ji bo çapemeniya wan 25 hezar dolar dewleta Tirk veqetand.
Dîsa jî Ebdulhekîm Beşar gotibû: “Divê efrînî vegerin ser xaka xwe û me ji wan re avahî ava kirine.” Mirov hinekî li ser vê gotinê biponije ma ne sosret û heqaret e. Gelê Efrînê vegere û li ser axa xwe di avahiyên mêtingehiyê de rûnê, çete û malbatên wan di malên wan de rûnin. Ev di tu dîrok û cihekî li dunyayê de nebûye.
Ev teşwîq û vegera koçberan bûye rojevek. Lê di rastiya wê de dixwazin şêniyên girêdayî Rêveberiya Xweser û yên berxwedanekê li hember neheqiyê dimeşînin dûrî wan bixin. Da ku parçebûyînekê di nava civakê de çêkin û wan bê vîn û moral bihêlin. Ev kiryar di radeya yekemîn de li dijî projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser e.

Garantiya vegera koçberan? 

Ajan û endamên ENKS’ê propaganda û teşwîqa vegera koçberên Efrînê dikin û dibêjin ew berpirsên wan in. Lê dema hin koçberên bi awayekî ferdî vegeriyan, yekser çeteyên girêdayî Tirkiyeyê û îstîxbarata wê ew girtin û îşkence kirin. Her wiha dema girtina kesên vegerîne Efrînê hate aşkerakirin, çeteyên hemû şêniyên gund revandin û xistin girtîgehan. Ev yek jî li gundê Xulalka ya navçeya Bilbilê ya Efrînê çêbû. Çeteyên Firqet Hemzat 20 şênî girtin û gotin we agahî belav kiriye ku koçberên vedigerin tên girtin.