Monday, September 27, 2021

Sûka Bedlîsê tê valakirin

Li taxên Ataturk, Devrîm, Gazîbey, Hersan û Muştakbaba yên navenda Bedlîsê 700 avahî, di meha nîsanê ya sala 2020’an de bi Biryarnameya Serokkomariyê weke ‘avahiya bixeter’ hatibûn îlankirin. Di doza ku ji bo betalkirina biryara Serokkomariyê hatibû vekirin de dozgerê Dadgeha Bilind, bi hinceta li dijî hiqûqê ye pêşniyar kiribû ku biryar bê betalkirin. Piştî vê pêşniyarê Walîtiya Bedlîsê, der barê avahiyan de Qanûna Bobelatan a bi hejmara 6306 kiribû meriyetê. Esnafan ji bo betalkirina vê pêkanînê serî li Dadgeha Îdarî ya Wanê dabûn û doz vekiribûn. Dadgehê biryara “rawestandina birêvebirinê” da. Rexmî vê biryarê jî kirarî berdewam dike.

Walîtiya Bedlîsê ji esnafan xwest ku heta 30’ê tîrmehê avahiyan vala bikin. Lê esnafan dikanên xwe vala nekirin. Di 13’ê tebaxê de makîneyên kar xwestin bi zorê esnafan ji dikanên wan derbixin lê esnafan rê neda vê yekê. Ji ber vê polisan êrişê esnafan kir û 70 esnafî binçav kirin. Piştre hemû esnaf hatin berdan.

Îro jî Walîtiyê ji esnafan xwest ku heta saet 17.00’an dikanên xwe vala bikin. Heta niha hinek dikan hatine valakirin û hinek dikan jî hi nehatine valakirin.