Rojnameya Heftane

Li dijî mirovên spî berxwedana jina reşik!

Li ser rûyê erdê tu civak tune ye ku ji pergala serdestan zirarê nedîtibe. Hin civak ji ber zimanê xwe, hin civak ji ber ola xwe, hin civak ji ber rengê çermê xwe rastî zextên…

Hunerê resimî de cinî

Wexto ke merdim tarîxê resimî rê ewnîyeno, vîneno ke tewr zêde morê xo camêrdan dayo piro. Na rewşe Rojhelato Mîyanênî ra bigîrê heta Amerîka, Asya, Afrîka û heta Ewropa her ca bi eynî rengî…

Sûka Kfar-boranê

Bêrîvan Kayi

Li gorî çavkaniyên arkolojiyê ji bo ku jîngehek bi statûya ‘bajêr’ bên pênasekirin hewce ye di wî cihî de avahiyên mîna perestgeh, tiyatroyên antîk, kanî û bi taybetî jî agora (sûk) hebin. Sûk (agora) di demên antîk de tenê ne cihên danûstandinan bûn. Li gel danûstandina aborî, cihên nîqaşên felsefî, civakî, siyasî, olî, huqûqî û bi giştî cihên karên rojane bûn. A herî girîng jî em dikarin bêjin ku danûstandinên felsefî herî pir li van meydanên agorayê ango sûkê dihatin kirin. Sûk ne tenê bi armanca danûstandinên aborî hatibûn çêkirin. Êdî bi demê re her diçe wateya sûkan diguhere û bi giştî tenê wekî qadên danûstandina aborî tên bikaranîn.

Yek ji van cihên dîrokî jî Sûka Kevn a Kerboranê ya Mêrdînê ye ku 300-400 sal berê hatiye çêkirin. Me jî berê xwe da Sûka Kevn a Kerboranê (navê wê yên antîk wekî kherboran, Kher-Boran, Kfar-Boran, Kerburan e).

Li gorî agahiyên dîrokî Sûka Kevn ango Sûka Suryanan ji aliyên niştecihên Kerboranê, suryan û kurdan ve di sedsala 17’emîn de hatiye çêkirin. Ji derdora jîngehên Kerboranê, gel ji bo bazirganî û danûstandinê berê xwe daye Sûka Kevn. Wek tê zanîn ku bi hezaran sal in li Mêrdîn û derdora wê rezên tirî hene û li vê derê ji mewîj heta helîl, bastîq û mey tên çêkirin. Kesên ji rezên xwe, tiriyê xwe daye hev û barê xwe yê tirî, genim, qumaşên ji binxet û Rojhilat/Îranê anîne avêtine ser pişta ker û hespan û berê xwe dane Sûka Kerboranê… Ji dema hatiye çêkirin ve, Sûka Kevn ji bo danûstandin û bazirganiyê; ji bo sektorên wekî karsaziya keviran, karsaziyên ku hesin li wan dihatin firotin û dikanên caman hatine bikaranîn.

Li Sûka Kevn, li gorî agahiyên niştecihên vê derê didin ji sed dikanî zêdetir dikan hebûne lê niha tenê 50 dikan li ser piyan mane û herî dawiyê jî di salên 1980’yî de hatine bikaranîn. Niha jî ew dikanên ku bi kevirên kalker ên bi taybetî li derdora Mêrdînê ne hatine çêkirin, niha di nav rêxa sewalan de ne. Dema mirov li nav Sûka Kevn digere her çiqas sûk ji her alî ve bûye kavil jî, li ser deriyê hin dikanan hê jî navên hin terzî, berber û dikanên qumaşan hene.

Helbet piştî çêkirina sûkên nû êdî eleqe ji bo Sûka Kevn nemaye. Her diçe ew qerebalixa di kuçeyên sûkê de kêm dibe û di navbera salên 75-80’yî de êdî kesên dikanên wan li sûkê hene yek bi yek digirin û çawa ku suryan ji Kerboranê koç dikin, îro tenê du sê mal mayîne Sûka Kevn jî li hemberî koçkirin û êrîşan vala  dibe û îro tenê kavilek e. Ev sûka ku berê xwedî kuçeyên qelebalix bû, di roja me ya îro de mixabin wekî sergo tê bikaranîn.

Li gorî agahiyên hin niştecihên Kerboranê didin me, şaredariya Kerboranê demeke dirêj e qala xerakirin an jî restorekirina sûkê dike. Li ser vê agahiyê me xwest em bi şaredariya Kerboranê re biaxivin lê der barê mijara xerakirin an jî restorekirina sûkê de tu agahî neda me.